Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
emoji - tirşik
emoji
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dibe ku ji emotiona ingilîzî be. emotion yanî hest; xemgînî, dilşadî, şaşwazî,mitaletî, bextewarî û hwd..



01.04.2015 04:48 | kevçiyê dil

2. şêwazeke nû a peyama ye ku bi smartphonea êdî ketiye jiyana me. Li gor vê yekê ji dêleva tîpan smilê têne bikaranin. Fikr ji nivîsandina japonan a ku ji dêvla tîpan wêneyan bikar tînin derketiye. hin kes vê yekê qels û lawaz dibînin, hin kes dibêjin kesê ku emoji yê bikar tînin popüler û biqewet in Here lînkê . bo numune bnr: Here lînkê ez bi tena serê xwe emoji bikar naynim lê car caran bo nivîs watedartir bibe û bikar tînim.



30.06.2015 04:42 ~04:51 | diclefirat

3. elmek pîs e û hinek mirov ewqas fîşal dikin.

şûna wê mirov dikare îşaretên weke : ), :( û :0 fîlan bi kar bîne. jixwe yên din ne hewce ne.



30.06.2015 13:09 ~13:09 | simurg56

4. smileyên li ser telefona gava meriv sihbet dike evan sembol û wêneyê biçûk ji bû rewşa (ken, girî, xemgîn...)xwe bide nîşandan tên bikarhanîn pirahî.



Here lînkê



01.07.2015 16:34 ~16:48 | shorbevan


6. Tiştokên xweşik û kêrhatî ne. Çi dikim nakim nikarim vana di rewşên guncaw de bi kar bînim. Carinan bi kar tînim lê bikaranîna min ji tiştekî re nabe yanî ez di wê rewşê de bi kar neyînim jî dibe û hinek rewş jî hene, meriv emojiyan bi kar bîne dibe sîper sîper lê nayê bîra min.. neyse heke ku meriv di rewşên guncaw de bi kar bîne, emojî weke makîneyên kenandinê ne..



01.07.2015 16:52 | mergehez

7. bikaranîna emojiyan ne sunnet e ferz e ferz e. di rojên min ên borî de gava ez li zaningehê bûm ji ber ku hêj emojî îcad nebûbûn ji ber xeletfehmkirinê ez û hevala xwe bi hev ketibûn û ez av û av çûbûm. îroro ez bêemojî nikarim peyaman bişînim hima bibêjin ez emijîkolîk im. ji ber ku her îfade bi hesteke cuda tê gotin û ev îfade mirov nikare veguhêze nivîse û ez mirovek wisa me ku di hemû gotinên xwe de îroni û mîroniyan bi kar tînim henek menekan dikim yanî eger emojî tunebin muheqqeq wê di dawiya her peyamên min de şer derkeve* bi xêra emojiyan qet nebe ez vê rewşa neyînî ber bi pozîtîfbûnê ve dibim. carna jî peyamên henek ên ku ji min re têne ji ber ku emojî di xwe de nahewînin ez cidî fehm dikim û bersivek wisa cidî didim. ji kerema xwe re gava we peyama xwe nivisî emojiya xwe jî pêve bikin.*



02.07.2015 12:38 | ceso

8. emojiya xemgîn çi delal e.
Here lînkê



10.09.2018 23:14 | biruya hayao miyazaki

9. ne îngilîzî ye. e di japonî de bi wateya wêne ye, moji jî karakter e. min îro di malpereke lînguîstîk de xwend û qasî deh dq min rûnişt û li ser wê fikirî. nizanim, lê xemgîn bûm.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



03.10.2018 16:18 | biruya hayao miyazaki

10. (bnr: cesoyê rûtirş)
(bnr: cesoyê devbiken)
(bnr: cesoyê xemgîn)
(bnr: cesoyê bişirînê)



01.12.2019 14:21 | ferhenga şikestî

11. nexşêwaz



08.12.2019 23:15 | rûbar

12. Kêmasîyeke tirşikê ye jî.
li tirşikê de mirov ne dikare têrr bikene û ne jî dikare têrr bigirî.
Bê emojî tirşik pirr sar , tenê û bê kes dixûyê.



17.03.2020 13:35 | brzn

13. Kêmasiyek e ku nahêle mirov hestên tirşikvanan fêhm bike. Ji berra jî bê emojî tirşik ne xweş e.



17.03.2020 13:39 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» emojiya ala rengîn

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî