Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
nûbihara piçûkan - tirşik
nûbihara piçûkan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ferhenga ku seyda ehmedê xanî ji bi perwerdebûna zarokên kurd amade kiriye ye.



24.07.2013 17:04 | filankes

2. Pirtûkek Ehmedê Xanî jibo zarokên kurd ku zimanê xwe hîn bibin. Wekî ferhengeke Kurdî - Erebî ye.



24.07.2013 22:49 | shiyandar

3. ferhengeke erebî – kurdî ye ku ji aliyê ehmedê xanî ve ji bo zarokên kurdan bi awayekî menzûm hatiye nivîsandin. seydayê xanî sedema nivîsandina vê berhemê wisa diyar dike:



ne ji bo sahib rewacan

belkî ji bo biçûkêt kurmancan



wekî ji quranê xelas bin

lazim e li sewadê çav nas bin



da bi van çend reş belekan

li wan tebî‘et melekan



derê zihnê vebîtin

her çî bixwînin zehmet nebîtin



* sahib rewac: kesê ku lûxetê wî qîmet sitendiye ango miletê wî bûye xwedî dewlet, zimanê wî bûye zimanê fermî, weke tirk û ereban



* reş belek: bêjeyên ku bi hibra reş hatine nivîsandin û kaxizê spî bi wan belek bûye



berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên "qit’e" û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. di vê berhemê de seydayê xanî bi tenê zarokan hînî ziman nake, di serê her qit'eyê de şîretekê jî li wan dike:



heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

di dinyayê tu nabî ne meşhûr û ne me‘rûf



xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz(behr)ên sîstema kêş (wezn)a 'erûzê 7 pêlawazên ku munasibê

helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: recez-hezec-remel-mudari'-besît-serî‘-muteqarib. bi vî awayî behrên erûzê yên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi zarokan dide jiberkirin:



ey ku te kibrê daim kirye ji bo xwe merkeb

ewwel tu "bê" bike "yê" paşî bigêre merkeb



mef 'ûlû fa'îlatun mef 'ûlû fa'îlatun

çi xweş wezn e bê melal e ger bit mudari' exreb



* merkeb: tiştê ku mirov lê siwar dibe



* ewwel bu tu "bê" bike "yê": heke tu "bê"ya ku di bêjeya "kibr"(&lîbîdo/65244;&/65170;&şorika xwe xwarin/65198;)ê de ye bikî "yê" wê bibe (&lîbîdo/65244;&musa herdem/65267;&xewle/65197;) yanî "kîr". gelek feqî û mela vê bêjeyê wek "zeker" (penîs) dipejirînin û dibejin seydayê xanî di vir de îronî kiriye. lê bi ya min ew "kûr" (kûra hedadan) e. çawa ku tê zanîn di devoka hekarî (her wiha botan û behdînan) de dengê "û"yê carinan vediguheze "î"yê (mînak: bûk > bîk) û ev metafor jî "dojeh"ê îşaret dike. wate, kesê ku li dinyayê merkeba wî kibr, fexr, pozbilindî û bitrî be, li axretê merkeba wî wê agirê pufdayî be ku agirê dojehê ye, lewre cizayê kibrê agir e. çawa ku pêxember eleyhîsselam dibêje, "kesê ku di dilê wî de bi qasî zerre kibr hebe naçe bihiştê".



27.07.2013 17:34 | gurê manco

4. Ehmedê xanî ji bo zarokan ev pirtuk nivisiye...



27.07.2013 22:03 | felek

5. ji bo giringiya bi zaroktiyê de dest pê kirina ziman, berhemeke balkêş e..



10.08.2013 00:58 | kelha bayê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûbihara piçûkan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî