Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nivîskarên ku ji ber fikrên nivîskarên din dev ji tirşikê berdidin - tirşik
nivîskarên ku ji ber fikrên nivîskarên din dev ji tirşikê berdidin
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarên ecêb in. bi rastî jî qet nikarim wan fêm bikin.

yaw ma herkes mecbur e wek we bifikire ? ez bi xwe ji akp û akpiyan nefret dikim. ji xwe akpiyên kurd bin, dikarim wan bikujim. lê bi xwe min dixwest ew jî li van deran hebin û bên bersiva rexneyên me bidana, wan jî me rexne kiribana.



di tirşikê de hin kes tên dibêjin wele ev der bûye cihê dijminên pkkê ez êdî nayêm, yê din dibêje em nikarin li vir rexne li pkkê bikin hemû bûne apocî nema têm li van deran. yek dibêje herkes dijminê îslamê ye ya din dibêje hemû tirşikvan dijminê îsraîlê ne nizanim çi ...



tirşik dema ji her fikrî mirov hebin wi bibe tirşik. dema ji her alî miov hebe wê demê wê xwendina tirşikê biwate bibe. li vir herkes dikare herkesî û her tiştî rexne bike û ji herkesî re bersiv bide. ev der cihê şerê fikran e. li ser înternetê bi sedan malperên alîgir hene. tu li hinek malperên kurdan dinêrî di derbarê pkkê de hezar tiştên nebaş hatine gotin û yekî din dinêrî ji pdkê re dijûn hatiye kirin. ferqa vê malperê jî ev e. ev malper platforma ku hemû alî dikarin lê binivîsin û hev rexne bikin e.



û dema yekî bê û di derbarê fikrên ku tu diparêzî de tiştên nebaş dinivîse, çima şûna tu bersiva wan bidî tirşikê diterikînî ? yanê tu dibêjî ev nivîskar çima wisa difikire nexwe ez êdî nayêm vir.

nexwe ji ber dijminên xwe dev ji axa xwe jî berde. bêje ev der bûye cihê faşîstan û dinyayê jî biterikîne..





29.03.2015 11:26 | brusk56

2. Pir in, heta ku sedê nodê zêdetir ên tirşikê bi biryar diterikînin in. Ji xwe ji ber wê kurd nikarin bibin yek, kes naxwaze yekî dijî wî û fikra wî tiştekî bêje. Heta ewqas zêde ye, mehde mirov jê dixele. Weke mînak partiyên kurdan li hev dikin lê xelkê pê wan hê dijûnan li yê din dike.

Lê dîsa jî weke hinek pîrên kurdan gotî em nabêjin 'weleh tu gû ji kurdan dernakeve'. Sebir el rehman.Wê çêbe. ..



29.03.2015 16:43 | azadixwaz

3. (bnr: nivîskarên silsilok)

(bnr: nivîskarên xeyîdok)



29.03.2015 17:26 | vêca çiyeeee

4. nivîskarên ku ji ber vê sedama pûç tirşikê diterikînin ez qurban hama bila deqeyekê jî nesekinin, ji ber ku tu xêr ji mirovên wehareng nayê, ne xêra wan ji wan heye ne jî xêra wan dê bo me hebe..

di vir de azadiyeke bêserûber heye bêî ku heqeretê bikî dikare qla her tiştî bikî, heta ji te tê rexneyên bêîman jî bike, tîrên xwe yên tûj biavêje li ber sînga me! lê dema tu heqeret bikî, biwayekî jixweberê heqeretê jî meşrû dikî yanê ez werim hem heqeret bikim hem jî wê kes heqeretî min neke! ne wisa? ma bi tenê tu biaqil î? çima destên me axê difirikîne? ger rexne bikî helbet dê rexneyê jî bigrî, gef li kesinan bixwî helbet kesinan jî dê gef li te bixwin, ger behsa teoriyekê bikî, helbet dê 'yên din' jî teoriyên xwe bêjin, ger di derheqê dîrokê de zanînên xwe bireşînî helbest kesên din jî zanînên xwe li ber zanînên te bireşînin. ev qad qadeke wilo ye.

heta niha kes ji bo kesî negotiye bicehime ji vir û kes jî ji hebûna kesekî eciz nebûye. tabê yên bi rastî jî kemilî û têgihîştî ne



29.03.2015 18:13 | ferhenga şikestî

5. ew jî şêweyeke fikirînê ye û ew kesê dibêje divê nivîskar dev ji tirşikê bernedin ji ber fikirinê cuda bi xwe wek wan dike ji ber ku fikir û kiryara wan wek xelet û nelirê û nezanî nîşan dide.

anku eger tu dibêjî divê mirov ji fikirên cuda nexeyide naxwe nabe tu ji xeyda ji ber fikirên cuda jî bixeyidî.

Ez bi xwe rexneyan dixwînin ne giring e rexnegir kî be û eger têkeve serê min hewl didim xwe biguherînim nekeve serê min vedigeriöm nivîsê wek berê



29.03.2015 18:17 | dijber

6. ew jî ne şêweyeke fikirînê ye, rasterast xeyîdokiyê ye..

ji bela ku tirşik platformeke azad e û bi formata xwe rê û rêbazên xwe eşkere kiriye divê cara ewil mariv li ser vê fêhmê were tirşikê. mebest û armanca tirşikê bi tenê felsefe nîn e ku ez rabim herim û wekî feslefeyekê bêjim de aha! ev jî şêwaza min e, hûn azad difikirin lê ez ne wisa me, qeyd û bendên min hene lewma diherim ..

kî diçe bila here, ne ev gotina min wan dike nezan ne jî min dike nezan.

ev bi tenê aso û feraseta marivî nîşan dide û hew



29.03.2015 18:30 | ferhenga şikestî

7. kuro dev ji wan berdin û bela xwe ji wan vekin. welle em xwe biçirînin jî kes nikare kesî biguhêre. ez nexeyîdim tu nexeyîdî em nexeyîdin wê kê bixeyîde heval? cihê ku xeyîdandin li wirê hebe li wir mirovahî hêjî berdewam dike yanî. *



29.03.2015 19:16 | ceso

8. (bnr: bêhna xwe fireh bikin bavo)



29.03.2015 23:59 | quşxaneli

9. dibe ku ez yêk ji wan bim.. lê hîna sebir dikim. ji ber ku mirov ne mecbûrê her civatê ye. eger civatek bi aram be rêzgirtin û rêzdayîn hebe miorv ne heman fikrê de be jî dikare li wir be. lê eger sînora heqaret û dijûnan baş neyê zanîn çi hewce ye mirov serê xwe biêşîne. ma tu karê me din tune em civatek gengeş de bin.



ma em çêrxwaz û çêrperest in ku herin civatekî de milet dijûn û heqareta li me bike. tirşik. net ji bo pêşketina çanda kurdî dikare rolekî ne ji rêzê werbigire û em jî dikarin çi qas ji destê me alikariyê bikin lê divê neyê jibîr kirin ku dera ku aramî û rêzdarî tê de tune be tu xîreta mirovên dilpak tune ku li wir bimîne..





10.05.2015 16:17 | hêja hûner

10. dibêjin pale qels e hêncet das e, min hêj kurdek nedîtiye gotiye facebook an twitter bûye cihê faşîst û nizanim çiyan ez ê dev jê berdim, lê dema mesele dibe tirşik herkes ji milê xwe ve tiştekÎ dibêje, yek dibêje bila kes nebêje dewê serokê min tirş e, yê dî tê dibêje ez yekî zêde hesas im divê herkes zimaneke sterÎl bikar bîne heyna dilê min li hev dikeve, yê dî dibêje, ez rexneya li ser cihÛ û îsraîliyan qebûl nakim, ya dîtir dibêje tirşik bûye qehwexaneya mêran.. ya ecêb pirraniya van kesên ''mizmizok'' dema mijarên cihê guftûgoyê di tirşikê de vedibin, tên li jêr mijarê kerba dilê xwe vedikin û tirşikê dihêlin diçin ser twîtter û facebookê, destê xwe li tiştekÎ nadin..

kes ne mecbûr e rêz û ihtiramê ji tu kesî re bigire, piştÎ ku çêr û heqaretên rasterast ji tu kesî re neke, di tirşikê de kî çi dixwaze dikare binivîse, eger em li gorÎ nirx û hêjahiyên filankesan herin em nikarin devê xwe ji hev vekin.. ji xwe ya ku ferhengên înteraktîv dike ferhengên înteraktîv fikr û nêrîn û zanyariyên subjektîv in, îma ne, qerîne ne, îronî ne, henek in, teşbîh in, metafor in, argo ye, biwêj û gotinên kesanedî ne..



(bnr: formata tirşikê)



10.05.2015 16:56 | endazer

11. facebook û twitterê de herkes fermandarê rûpela xwe ye. dikare kesên ku heqaret li wan kirî asteng bike û wan nebîne û nehêle ew jî wî bibînin. lê malperên mîna tirşik.netê herkes dimîne li ber bextê moderator û admînan. û ev rêvebir jî edaletê pêk neynîn wê demê endam dimînin bêçare û dûr dikevin.



divê serê her tiştî ev bê zanîn ku heger kesên ji xwediyê nêrîn û bîrdoziyên cuda ji bo armancekî di civaetekî de bêne li cem hev pêwîst e li gorî rastiya vê cûdabûnê tevbigere. Ne wisa be bila xwediyê her bîrdozî û partiyê ji xwe re malperên nû vekin. tirşik/pkk.net tirşik/kdp.net tirşik/psk.net ... filan bêvan....



dûbare dikim eger kesên xwediyê bîrdoziyên cuda di malperekî de wekî civateke gişihtine hevdu pêwîst e rêzê bidin mirovên din..



10.05.2015 17:11 | hêja hûner

12. (bnr: em dikin nakin endazer dev jê bernade) emê çi xwelîyê li xwekin.



10.05.2015 19:16 | shorbevan

13. Nivîskarên ku ji şikefta wan bi wan xweş tê.




Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên mêr ên tirşikê
» berhudan
» fikrên orîjînal
» nivîskarên tirşikê pirr bin yê virr geştir be
» dinyaya navîn
» devê xwe pê nekir
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî