1. Wekî em ji peyvê jî fêhm dikin bêder dereke gilover û bê der e. Ji ber vê yekê dibêjin bêder. Dirêjî û firehiya bêdera gilover nêzî 8 mîtroyan e. Belê berê bêder çawa dihatin çêkirin û amade kirin em dixwazin di vê nivîsa xwe de ji we re binivîsin. Li serê zevîyan an jî li serê gireke bilind yê ku nêzî zevîyan û ba lê tê bêder dihat çêkirin. Dereke rast, bi tevir û bêran dihat kolandin û rast kirin û paşê jî dar, ber û gilêş ji nav wê axê dihatin paqij dikin , dema ku ew der nêzî qulaçekê hat kolandin di nava wê derê de stûnek nêzî 2 mîtroyan ya dirêj li nava xîmê bêderê diçikandin û zeft girêdidan da ku paşê gayê bingêrê pêve girêbidin û dewar û gayên din jî li cem wî girêbidin. Gava ku ew stûn di orta bêderê de baş zeft dikir, paşê xîmê bêderê yê kolayê baş şil dikir û dikir herî da ku bêder baş bê rast û duristkirin. Dema ku ew ax hat herî kirin paşê telîsekî kayê jî bi ser vê herîyê ve dikirin û bi mêran baş hevîr dikir da ku herî û ka tevlîhev bibin. Paşê vê herîyê bi banguranan digêra ku rast bibe. 2- 3 rojan ev gêrîna bêderê dewam dikir, di nava van rojan de bêder baş rast, hişk û qahîm dibû û her wisa bêder ji gêreyan re amade dibû. |
|
24.07.2013 14:46 |
endazer
|
3. (bnr: omer faruk baran) ê (bnr: sirûc) î hewl dide ku kovareke wêjeyî bi navê (bnr: bêder) derxê. min hê nedîye belkî derxistîye jî. |
|
24.07.2013 17:40 |
seydayê_peyvan
|
4. kovara bêder. (bnr: ibrahim halil baran) ew jî li ser kovarê xebat dike. |
|
24.07.2013 18:08 |
baz21
|
5. kurê kerê |
|
17.04.2014 18:26 |
dara berrûyê
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |