Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 30 peyam
sparta - tirşik
sparta
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sparta carina jî Spartâ bajarekî kevn yê yewnanê bû.



Welatê Spartayê (di vê nexşeyê de: Sparte, bi fransî ye) li başûrê Peloponîsosê



Tê gotin di sala 1880 bz de kesek bi navê Sparton ew bajar çêkir û paş wî panzdeh newîyin wî hûkumetdar bûne.



Paşî di sala 1190 BZ de herkoliyan û doriyalian spart xistên bin destê xwe.



(bnr: fransi)

(bnr: 300 sparta.)



27.03.2015 12:35 | qoling

2. navê spartayê ji peyva kurdî ya sipatinê tê *



27.03.2015 14:45 | bijêrvan

3. Weke li peyama jorê jî hatiye gotin, peyva sparta û spartin, spardin, seperden ji heman kokê ne.

Di mîtolojiya yewnanan de peydabûna spartayiyan wiha ye:

Şervan cadmus dixwaze bajarekî ava bike lê ji ber ku pêşiya kaniya wê derê ejdehayek biriye, nikare. Bi hawayekî ejdehayî dikuje bes ew ejdeha, yê yezdan ares bûye. Yezdanbanû athena jî dixwaze vê yekê bikarbîne û diçe ba cadmus jê re dibêje diranên ejdeha biçîne erdê. Ew jî wisa dike. Ji şûnên diran çandî, zilamên şerker radibin (gaia, dayîka tebîet). Ji ber vê bûyerê, ji wan re spartoi hatiye gotin ku tê maneya zilamên hatine çandin, spartî.

Cadmus ji wan ditirse û kevirek diavêje nav wan, ew Zilamên han jî difikirîn ku vî kevirî teqez yekî ji nav wan avêtiye, loma bi hev re şer dikin heya ku tenê pênc ji wan bimîne: Echion, Udaeus, Chthonius, Hyperenor û Pelorus dibin pêşiyên xelkê Spartayê. Van pêncan alîkariya cadmus dikin û bi hev bajarek vedigirin, lê cadmus ji ber kuştina ejdeha neçar dibe heşt salan xulamtiyê Ares dike.



17.08.2021 01:11 ~01:27 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
murat bektaş [1]
Li serê zêde agahî tune ne û ecêb e di tirşikê de sernavek jê rw nehat...
ruşen çakır [1]
Hem di malpera xwe ya şexsî û hem jî di kanala medyascope de w...
xeste [1]
peyveka farsî ye û bi wateya birîndarê tê. ji lêkera farsî (stur: xest...
xeste [2]
Peyveka bi eslê xwe kurdî/îranî ye. Derbasê tirkî jî bûye. bi kurd...
şivan perwer vs ciwan haco [1]
ji bo gîtarvan an tembûrvanan dibêjim: Ger cîhê ku lê stran dibêjî ...
belki ev jî bala te bikişînin
» spartacus 1960

Kategoriyên mijarê:: cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî