Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 17 peyam
nok çûne bajêr bûne leblebî - tirşik
nok çûne bajêr bûne leblebî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: gotinên pêşiyan)

ji bo kesên diçûn bajaran û hînî tirkî û erebî an jî farisî û çanda wan dibûn û dihatin mala xwe ew ziman û çanda wan serdestan dianîn mala xwe tê gotin.

-berê te digot nok, tu çûyî, te gû xwar, tu hatî vêca tu dibêjî leblebî.



mesela dims û pekmez farketmez e, di rastiya rastiyê dims û pekmez gelekî ji hev cuda ye heval!.



24.03.2015 18:36 ~18:36 | xendekî

2. Û "noka nede ber birçiya, berfê nede ber tiya"



25.03.2015 11:56 | lalûte

3. Îjar ez ji begê xwe re bi kurt û kurmancî û tew pûxteyê jî bi ser de bifeslînim... û meseleya dims û pekmezê biedilînim :Apê Sebrî û jina xwe diçin bajêr da ku dimsa xwe bifroşin. Wexta tên bajêr û li bazarê metereyên xwe li kozika xwe yî finans kapîtalê ( ya ku hîn marks wê keşf nekiriye û engels fabrîkaya wê venekiriye) datînin. Apê Sebrî bang dike "werin dimsêêê... " esnafê çend gav ji wî wirdetir jî dide ber ew jî bang dike "pekmeze geĺlll... ". Jina Apê Sebrî birçiye û li mêrê xwe vedigere û dibêje "Sebrîko bi meznaya Xwedê ji nêza ez mirim. Hema bi xêra xwe ka tasek dims bi tasek pekmezê bide qene em ji xwe re bixwin. " Li Kurdistanê li vê bazarê jina Apê Sebrî cara ewilîn têgeha "trampa"yê bexşî lîteratora îktisadê dike. Bi vê têgehê formul û moseleya "laissez faire -laissez passer" pûç dibe, li şûna wê "Sebriyê Hezê dims da bi pekmezê" di lîteratora îktisadê de cihê xwe digire û marks ji kêfa dimire.. Lewra bi salan por û rî li xwe spî kir, zar û zêçên wî ji nêza mirin, konsensusa ku dixwest pêk nedianî. Bu saya Apê Sebrî diyalekta wî cihê xwe dît.. Bi slogana bijî sosyalizma dimsê çavên xwe girt...



25.03.2015 12:21 ~12:24 | lalûte

dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nokên kelandî
» bajêrwatches
» bûne xisar

Kategoriyên mijarê:: zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî