Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
fyodor dostoyevskî - tirşik
fyodor dostoyevskî
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Nivîskarekî herî mezin e, dostê min e, çavroniya min e.. Pûşkîn, Tolstoy, Gogol nabe neynikê Dostoyevskî. ji kerema xwe yekî pirtûkên "İnsancıklar" wergerîne kurdî.

*Em ê 'insancıklar' kurdî çawa bêjin? mirovaçûckoyan dibe?



24.07.2013 10:40 | keçkacindî

2. nivîskarê ku pirtûka wî ya bi navê poor folk an jî insancıklar dikare weke "mirovok" "mirovên reben" "mirovên xizan" li kurdî were wergerandin.

nivîskarek mezin e eyn weke tolstoy



24.07.2013 10:52 | simurg56

3. heta mirov pirtûka wî 'suç ve ceza' dixwîne difetisî. ji ber ku li nîve pirtûkê hê nû dikeve mijarê



25.07.2013 01:10 | gêjê

4. dosto-yê-vîskî...

yanî kesê ji dêleva avê vîskîyê vedixwe...

min jî wek wî bi vîskîyê re destbirakî bikira, ne "sûç û ceza" min ê "erd û ezman" binivîsîya...



25.07.2013 01:20 | devliken kelogiri

5. afirnerê lehengê roskolnîkov....



16.08.2013 00:14 | newenda

6. şêxê min ê dûyemîn e ya yekemîn (bnr: hecî tolstoy) e.



12.12.2013 07:28 | karmatî

7. gellek pirtûkên wî cara diduyan tên xwendin. pirtûka wî ya bi navê "nîsheyên ji bin erdê" ji aliyê shêwazê ve pirtûkeke pirr serkeftî ye.



12.12.2013 11:51 | rojgar

8. roskolnîkovê min yê demen lîsê..

ez zor zor ji por û rihê wî hez dikim mirov poşiyekê(cemedanî) li sere wî bigerîne û taximeke şel û şepikan li bejnê bigerîne ew ê tam bişibe 'perto begê hekarî'..



12.12.2013 12:09 | mîrêhekarya

9. wek bavê romanê tê hesibandin.. min jî romana wî ya suç ve ceza xwend pirr xweş honandiye lê pirr reşbîn e li aliyek dibîne aliyek din nabîne li gor Dostoyevski ger ku suç bê kirin, divê neyê bexşandin yanî gava ku mirovek şaşî bike êdî mafê wî/ê tune ye wek însanek-normal were hesibandin.. jixwe Freud di derbarê Dostoyevski de gotiye ku ' Dostoyevski li hemû dinyayê geriyaye lê bi şev geriyaye' bi ya min jî kemasiya Dostoyevski ev e ku li gor wî roj û ronahî tune ye dinê tenê şev û reştarî ye..



12.12.2013 22:40 | ferhenga şikestî

10. mirovekî ji bo wî wiha tê gotîn; nivîskarên dûv dostoyevskî re hatine dinê û di bin bandora wî de nemane tuneye.



13.12.2013 10:02 | nazim tolhildan

11. hezkirina min a xwendina romanÊ bi alikariya wan (nivÎskarÊn rus) kesan xurt bÛ. xwÛdÊ ji wan razÎ be. pirtÛka bi navÊ wÊ ''mirovÊn reben'' e, ku ev pirtÛk ya dostoyewskÎ ye, ji aliyÊ hesenÊ metÊve hatiye wergerandin.



13.12.2013 14:11 | xelîlêzer

12. nivîskareke rûsî ku di pirtûkeke xwe de digo: "kesên ku şaşiyên wan tine, qenciya wan jî tine"



13.12.2013 19:59 | oxir

13. nivîskarê ku hemû nivîskarên tirşikê ketine dorê ku kîrê xwe yê tiberik li wan rep bike.. *



08.03.2014 22:43 | endazer

14. + kuro dostoyevskÎ nexwÎne, nexwe tê bibÎ komunÎst.

- himmm nexwe komunÎzm baş e. *



03.06.2014 15:13 | xelîlêzer

15. Dosto. Nûseranî gewre. yê ku bi berhemên xwe di dilê min de text vedaye.



01.02.2015 00:18 | seydayê_peyvan

16. dostoyevskî mîna hin nivîskarên din yên dema xwe berhemên xwe ne di xweşiyê de dinivîsîne, ew berhemên xwe li mişextîyê, di feqîrî, perîşanî û belengaziyê de nivîsandine. ew mirovekî nexweş, bi êş û azar bû. ji ber vê yekê ye ku cîhana dostoyevskî tije mirovên nexweş û reben in... ew jî carna yek ji wan e, carna jî psîkoanalîtîkek e, dadikeve kûraniya rûhiyeta wan, cîhana wan ya zaroktiyê tev dide, li sedemên derd û problemên wan digere. çavkaniya dostoyevskî mirovatî ye. loma wî heta niha navê xwe parastiye, pirtûkên wî heta niha aktuel in, navê wî gerdûnî ye.



19.03.2015 19:12 | remlavêj

17. -bi rastî jî qumarbaz bûye, dibêjin ji çalakiyên hunerî bÊtir lîstika qumarê kela dilê wî germ dikir



-diz bûye, carinan ji bo ku karibe qumarê bilîze pere û cilên jina xwe dizîne û pê qumar lîstiye û ne yek ne jî didu



-şelaf bûye, tê gotin ku dema ew û turgenyev(ku turgunyev gelek dewlemend bûye) gelek ji hev re nameyan şandine û dostoyevskî har carê ku dawiya nameya tîne jê ve pere dixwaze loma jî gelek şelafiyê jê re dike tevî ku navbera wan ne baş e jî..



-di warê xirûr û rûmetê de gelek binpêketî bûye, ji bo hezkirina qumarê gelek caran heysiyet û kesayeta xwe kiriye pênç qirûş.



-gelek nijadperest bûye, bi awayekî eşkere nijadperestiya xwe sepandiye, îmana wî ji tirkan diçû, di berhemeke xwe de nefreta xwe ya dijî tirkan eşkere kiriye*..



-koleyên bavê wî hebûne, bavê wî gelek zalim bûye û gelek tehde li koleyên xwe kirine, tê gotin ku koleyên bavê wî tevdîra kuştina bavê wî jî kirine..



-pişeya wî ya rastî endazariyê ye lê pişeya xwe bêtir salekê berdewam kirye û dûre dev jê berdaye



-rojekî, di helbestekê de rexne li çarî tîne, şev nîvê şevê ji hêla leşkeran ve tê berdestkirin, mehkeme dibe û biryara kuştinê ya bi guleyan tê girtin, tê gotin ku ev bûyer heyama herî kirîtîk ya dostoyevskî bûye. ew ligel çend kesan li ber meydanekê bo gulebaranê amade dibin, dosto di koma duyê de ye lê tam dengê borozanê yê îşareta kuştinê tê dayîn ku siwarek tê û fermana çarî dixwîne, çar wan dibexşîne û ji mirinê jî bi vî rengî xelas dibin..



-îdama wî betal dibe lê cara pêşî jê re çar sal cezaya mehkumiya bêrikiyê tê dayîn dûre jî 6 sal cezaya leşkeriya bi zorê... ji van cezayan balkêştir çûyîna wî ya bajarên wekî moskova saint petersburgê jê re qedexe dibe..



-piştî ku ji mişextiyê vedigere romana xwe ya bi navê bîranînên ji mala miriyan dinivîse, dibêjin ku dema romana ha derdikeve bandoreke gelek mezin li ser civata rûsan çêdike, çar bixwe jî vê romanê bi kelogirî dixwîne. tê gotin ku çar ji ber vê romanê koletiyê radike..



-dostoyevskî her çend di welatê xwe de berniyas be jî wan deman di awropayê de nayê nasîn, beravajiya nivîskarên rûsî yên heyama wî, qet nivîskarên awropayê wî nas nakin, dibêjin bi tenê bankaciyên awropayê wî nas dikin ew jî ji bela deynên wî..



-romana xwe ya navdar a bi navê qumarbazê di 29 rojan de nivîsiye, ew jî ji bela ku pereya telîfê pêşî girtiye, dema 29 roj dimîne roja teslîmkirina tekstên romanê, çarneçar rûdine û di 29 rojan de dinivîse..



-ji bo ku romana xwe ya qubarmazê karibe di 29 rojan de biqedine, ji xwe re sekretereke jin peyda dike, jixwe dibêjin li pey wê sekreterê jiyana dostoyevskî diguhere, dil dikeve wê û pê re dizewice. dûre jiyana wî baş dibe, jiyana xwe rêkûpêk dike. jina wî jî gelek dilsoz bûye, piştî mirina dostoyî, bîranînên wî kiriye kitêb..





09.01.2016 20:42 ~21:58 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fyodor dostoyevskî vs lev tolstoy
» dostoyevskî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî