1. rêzefîlmeke ku hê neqediyayî bûye efsane. |
|
24.07.2013 10:26 |
simurg56
|
2. dema wî rêzefîlmê de ez dikevim helecanikE o gömin te |
|
09.08.2013 00:30 |
sergingupir
|
3. sezona nû destpêkiriye. eslê xwe de ne sezona nû ye, bi beşa 05/09 berdewam dike. beşa ewil de zêde atraksiyon tune lê bi giştî vê rêzefîlmê de piştî beşên wisa tiştên ecêb diqewimin. ji niha ve beşa 10mîn meraq dikim. |
|
16.08.2013 16:59 |
simurg56
|
4. rêzefîlma ku min ji hevalan pirr bihîstiye lê ez newêrim destpê bikim.lewra pêşniyara ku dawiyê min guh da "rêzefîlma Lost" bû û bi min ew jî li tiştekî nemînabû,mixabin. |
|
16.08.2013 21:17 |
bayesar
|
5. rêzefîlma ku sezona dawîn dilîze û wê piştî 7 beşan xelas bibe. |
|
16.08.2013 21:26 |
simurg56
|
7. rêzefîlmekî ku ji aliyê zimanê sînemayê ve pir serkeftî ye. werin metamfetaminê. |
|
18.08.2013 17:48 |
reşkêşevê
|
8. min li beşên 5-11 û 5-12 nû temaşe kir. |
|
29.09.2013 21:39 |
simurg56
|
9. rêzefîlma herî organîke.hank zava û bacanxê hêjaye.mîzaheke hurgulî gelek xurt tê deheye.rêzefîlmeke sîpere.kurê xelkê çêdikin ez çi bêjim. |
|
30.09.2013 21:23 |
tivirloismail
|
10. min niha 3 beş ser hev temaşe kir û matmayî mam/şaşwaz bûm/mest bûm/aciz bûm/bihêrs bûm/xemgîn bûm lê bi tu awayî kêfxweş nebûm. sibe belkî berfirehtir jî binivîsim. |
|
30.09.2013 23:09 |
simurg56
|
11. rêzefîlmê ku ezê îşev biqedênim. |
|
30.09.2013 23:32 |
saladin
|
12. rêzêfîlma ku niha di şopînim... |
|
01.10.2013 13:19 |
newenda
|
13. bi fînalek wisa xelas bû ku heta niha min fînalên gelek kêm rêzefîlman de evqas zewq standiye. weke piştî hemû rêzefîlmên hêja, dîsa morala min ji ber xelasbûna rêzefîlmê xera bû. fînal çiqas xweş be bila bibe, dîsa jî mirov xemgîn dibe. |
|
01.10.2013 16:51 |
simurg56
|
14. Piştî vê rêzefîlmê, min jî biryar da ku ez ê jî dest bi pijandina metamfetamîn bikim :P dibêjin perakî hêja tê de heye * TenÊ di belavkirin û neqilkirinê de hinek problemên min hene :D |
|
01.10.2013 20:31 |
tolazek
|
15. rêzefîlma ku min texmîne nedikir jî jê hez kirin. |
|
29.01.2014 21:33 |
simurg56
|
16. di playlîsta min de hinek guhertinan jî çêkiriye; |
|
10.02.2014 20:40 |
simurg56
|
17. rêzefilma/helqa ku berev bi dûmahîkhatinêve, min destpêkirî sehkimê u di mawê 2-3 heftîyande ez gehiştim pişka dûmahîye li ser înternete online se'et çarî siharê sehkimê. |
|
27.02.2014 15:01 |
dastanekkevin
|
18. ew rêzefîlmê ku bi pratika lehengê xwe ya bi navê gustavo ve ji bo warê qaçaxçitî de methodên curbecur û bikêr nişanê me da ye. |
|
14.05.2014 19:04 |
ervah.azad
|
19. rêzefîlma ku textê (bnr: game of thrones) hejand |
|
14.05.2014 19:42 |
resençiyayî
|
21. rezêfilmê ku bibe malzemeya pirtukekî. wê salê pêşîya me de ji alîya bryan cranston (walthe) ve pirtukek li ser "derew û veşare" vê rezêfilmê derkeve. |
|
20.05.2014 14:52 |
ervah.azad
|
22. rêzefîlma ku mijara wî gelek bala min kişand û min beşa yekemîn hê nû duhê barê kompîturÊ kir. ser xêrê be |
|
20.05.2014 20:30 |
deqlok
|
23. Ji bo hezkiryên vê zêrefilmê better call soul tê pêşniyarkirin ku mijara wê dihere berî çiroka volter white û jesse pinkman û serleheng jî parêzerê zirek û jîr soul goodman e. |
|
08.12.2016 00:33 |
şikber
|
24. Rêzefîlma ku dest bi temaşekirinê kirîye(!) . Min beşa yekem temaşe kir. Hele binêrim ka rêzefîlmek çawaye Jon Snow ê GOT ê gotibu ji bo min rêzefîlme herî serkeftî breaking bad e. Madem ewqas pesnê dide herhal efsaneyek e. |
|
01.01.2020 22:12 |
azad30
|
25. vê havîna derbas bûyî min lê temaşê kir, dema yek lê dinêre qet aciz nabe. Rêzefîlm li ser walter white,kesekî mamosteyê Kîmyayê ye, derbas dibe. Piştî ku Walter White nexweş dibe û diçe nexweşxane dibîne ku qanserê lê dayê. Lê belê nakeve derdê nexweşî ya xwe de, piştî ku ji vê jiyanê koçber bû, wê çi bi jina (bnr: skyler) wî, lawê wî (bnr: walter white jr.) ê xort û keça wî hê nehatiye dinyayê, ketîye derde wan. Ji bo vê yekê jî karê ku jê fehm dike, kîmyayê bikartîne. Bi navê metamfetamîn, cureyêke (bnr: tiryak)ê çê dike. Roj bi roj jî karê xwe mezin dike. Helbet çiqasî karê wî mezin dibe, serê wî ji di nav gû dernakeve. Welhasil min dixwest behtir jî qala rêzefîlm bikim, lê ji nivîsandinê westiyam. Finala wê jî li gorî rêzefîlmên din (bnr: got) dilê me rehet kir. (bnr: ji vir ez dixwazim tiştekî bêjim, skyler bi xwedê tu ne ti qûnekî, qîza keran) |
|
01.01.2020 22:27 ~22:50 |
merwano
|
26. Zafî mêrdiman na fîlmê Breaking Bad'î mi ra pêşnîyaze kerdê. Labelê ez hema zî seyr nîkerdo. |
|
01.01.2020 22:29 |
bazêçewlîg
|
28. J'xwe rêzefîlmekî efsane ye. Ne hewceye ez wesf bidim. |
|
02.01.2020 04:09 |
gumgumok
|
29. rêzefîlma ku ez hertim bi prison breakê ra têkilhev dikim. nizam çima ? :/ mijara wan jî tu çiqas bivê ji hev cûda ne. * |
|
02.01.2020 10:01 |
xelîl
|
30. rêzefîlma ku karakterên resen derxistibû holê. jixwe ji ber vê yekê ye ku piştî xelas bû, rêzefîlmek li ser karakterê saul hat kişandin: better call saul û niha jî fîlmek li ser jesse pinkman hat kişandin: (bnr: el camino: a breaking bad movie). min li rêzefîlma saul temaşe nekir, loma nikarim şîrove bikim lê fîlma Jesse meraq dikim. |
|
05.01.2020 13:53 ~14:02 |
simurg56
|
31. Rêzefîlma ku bi replîka : i am not in danger, i am the danger/ ez ne di talûkê de me, talûke bi xwe me di hişê min de mayî ye. |
|
10.08.2021 23:46 ~23:51 |
merwano
|
32. rêzefîlma ku bi xeleka jesse ya ku li ber çêkirina methê matmayî dimîne û dibêje science, bitch! di hişê min de maye. |
|
11.08.2021 00:01 |
hueyn
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |