Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 49 peyam
gurî - tirşik
gurî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yanî keçel...

yanî xizanê por...

yanî gurî gurî qaqa serî bi simaqa...

gurîyo navê min li te, kumê min li serê te. (Ev gotina pêşîyan e, dibe ku ya paşîyan be jî, lê nakeve serê min ku ev gotin a kesên di navbera pêşî û paşîyan de mabin, be...)



23.07.2013 22:35 | devliken kelogiri

2. remê gurî: şahê qahwecîyan. şirîkê ruhstîn.

remê gurî debara xwe bi gerandina qahwê dikir. di dawet û şîna de ji bo mirayê ku jê re qahwa tahl jî tê gotin, xwedîyên dawet û mirîyan ji bo çend rojan ew digirtin û remê me cewzê wî di dest de li nav mêvanan de wek çipilîskê bi vir û wê de zîz dibû. dema piçekî destê wî teng dibû û rewşa lê xerab diket, bi şev berî raketina destên xwe vedikirin û dest bi nifiran dikir, da ku xwedê ruhstîn bişanda ser dilê yekî/ê û wî jî parîyeke nan bixwara...

rahma xwedê lê be! serê gelekan xwar û qahwe li ser ruhê gelekan gerand, lê aqilê kesî nagihêje karê xwedê, talîya talî jî camêrekî heyfa bavê xwe jê hilanî û çû di şîna wî de qahwe gerand...



23.07.2013 22:52 | devliken kelogiri

3. aforîzmayek ji pirtûka min a li ber zayînê: kesên gurî ji bo ji kompleksa gurîbûnê xelas bibin, berzika xwe dirêj dikin...



23.07.2013 22:54 | devliken kelogiri

4. gava em zarok bûn (em her li zarokbûna xwe diwarqilin) me ji kesên gurî re digot:



gurî gurî qaqa

serê wî bi simaqa

kete nav firaqa

min lê da bi şîmaqa



24.07.2013 00:02 | înano lo

5. gurî navê lîstikek şanoyê ye.yekta hêvî yê nemir nivîsiye.



24.07.2013 12:53 | krîstîn

6. cureyekî nexweşiya çêrm a ku her dixwire,xwîn jê te û qalik dide.bi tirkî jê re dibejin uyuz



10.08.2014 10:38 | karmatî

7. keçel,

2. nexweşîneka ji nepaqijîyê çêdibe, nexweşîna destê meriv bi merivva nasekinîne hingî meriv pê dixurê û xwe dixurîne dibe ku navê wê ji xurê hatibe yanî xurîbûn.



18.11.2015 19:11 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gurî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî