Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
holenda - tirşik
holenda
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi holendî: nederland, bi ingilîzî: holland

Welatekî yekîtiya ewropa ye, ekonomiya wan pêş ketiye, ji aliyê çandiniyê ve pir jêhatî û teknolojîk in.

Her wiha tişta wan a herî bi nav u deng çelekên wan e, heta ev çêlek hatine Kurdistanê jî bi navê çêleka holindî meşûr e.



27.02.2015 21:11 | xendekî

2. cihê ku qapîtalîzm hatiyê dinê .Welatê Van Gogh .Yek ji wek welatekî azadiyê tê nasîn



27.02.2015 21:24 | robar cilo

3. min îro navê zimanê vî welatî û navê vî gelî yên ku heman zimanê dipeyivin, ji xwe re kir kul û derd. erê karê min tune bû û di otobêsê de, li dora markêtê û di bazarê de, di civîna hevalan de û di cihê xwe de min vê tiştê fikirî! lê min gelek gelek jê zewq girt. huh! divê berê hin tişt bê zanîn bo em têkevin nav kurahiya vê navê zimanê:

- li gorî rêbera rastnivîsînê ya mistefa aydogan navê welat hollanda ye. Ji ber kîjan krîterê, nizanim. Li gorî wîkîferhengê flemenkî/flemenî heye. Lê pênas tune ye. Di wîkiyê de flemenkî tune ye lê “zimanê holendî” heye. Pêanasa wê: Holendî an jî nederlendî di rêzên zimanên germanî daye.

- gelê wê ji welatê xwe re dibêjin nederland. bnr. wîkiya wan. îngilîz ji wan re dibêjin Netherlands. spanî çima ji welatên wan re gotiye países bajos, frensiz jî Pays-Bas, nizanim. Asdfgh.

- ev navê "holenda" ji navê herêmeke vî welatî tê ku di resmiyetê de du eyalet in: holendaya bakur û başûr. di zimanê wan de holenda tenê ji bo van herêman tê gotin. Hema nebû, divê em ji vî welatî nebêjin holenda!

- ew (gel ê ku di wî welatî de dijîn ê ku em jê re dibêjin holenda û ew gelê ku di belçîkayê de dijî) ji zimanên xwe re dibêjin Nederlanders, hema nebû di resmiyetê de. îngilîz jî dibêje dutch. lê di teoriyê de navê dutch ji Deutsch tê û tê wateya alman, ne ew kesê ku ji vê zimanê dipeyive; ji almanan re jî gotine german, lê ji xwe ew kes jî germen in ên ku em jê re dibêjin holendî. her wiha bira ev bibe kul û derdên îngilîzan. asfghpeh!

- em ji wan re dibêjin holendî. lê yê ku min fêm kir ev, ne ew nav e ku ew gelê ku heman zimanê dipeyin ên ku di nederland û belçîkayê de dijîn. lê em di kurdî de /di teoriyê de/ tenê ji bo gelê ku di holendayê dijîn dibêjin holendî. lê ew gelê ku heman zimanê dipeyivin di belçîkayê de jî dijî lê ne dikevin nav holendayê yên bakur û başûr ên ku tenê navê du herêm in û ne jî dikevin nederlandê ya welat/dewlet e. wê çaxê hewce ye ku em ji zimanên wan re nebêjin holendî! ma ne wisa!

- ka em vê pirsê bibersivînin û zelaltir bikin: kî vê zimanê dipeyivin?
el-cewab: gelên di welatê nederlandê de û gelên ku di belçîkayê de dijîn. ew gelê ku di belçikayê de dijîn û “nederlanders” dipeyivin, lê belê ji xwe re dibêjin Vlamingen û di herêma Vlaanderen de dijîn. Di îngilîzî de ji wan re Flemish an jî Flemings tê gotin û ji welatên wan re jî Flanders tê gotin. Heta hevoka ewil a pênasa wîkiyê ya îngilîzî wiha ye:

The Flemish or Flemings (Dutch pronunciation: Vlamingen) are a Germanic ethnic group native to Flanders, in modern Belgium, who speak Dutch, especially any of its dialects spoken in historical Flanders, known collectively as Flemish Dutch

- niha zelal bû ku çima di wîkîferhengê de navên “flemenkî” û “flemenî” hene lê di wîkîpediyayê de cih negirtiye. Niha di wîkiya tirkî de gengeşiyeke gelek mezin hatiye tomarkirin di gotûbêjên gotarên “hollandaca” û “felemenkçe” û hwd. de. Kurtasiya wan ev e: navê vî zimanê ku jê re dibêjin “nederlanders”, di tirkî de bûye “felemenkçe” û ji zimanê gelê belçîkayê ku “nederlanders”ê dipeyivin jî kirine flaman. Dawiyê ji bo ku wan holenda ji ortê rakirine, û vê tiştê wekî xeletî dîtine navê vî zîmanî re “hollandaca” hilbijartine û hin kes jî rabuye gotiye, holenda navê herêmekê ye ne navê ziman e. yên din jî tdk nîşan kirine û dawiyê jî gotine ku tirkiye dewleta nederland wekî hollanda nas kiriye û wê çaxê zimanê wî jî dibe hollandaca! Lê yên din jî gotiye ku di zimanê tirkî de ji berê de heye ku ji gelê holenda re dibêjin felemenk û divê zimanê wan jî bibe felemenkî. Min bi xwe kamûs-i tirkî-ya wan neriya, rast e felemenk û felemenkî hene lê holenda û holendî tune ne. Her wiha ev mesele jî ketiye kurdî jî. De were jê derkeve!

- her wiha di encamê de: navê zimanê nederlander-an û vlaming-an nederlanders e û welatên van her du gelan bi rêzê nederland û vlaanderen in. û peyvên ku di kurdî de hatiye rêdan, ji bo van navan têr nake, i ser de xelet in. bi ya min hema em jî mîna wan, welat û zimanê wan bi nav bikin an na tevliheviyeke bêwate derdikeve hortê ku çavkaniya wê ne bi xwe kurd û kurdî ye, tirk û tirkî ye.



19.02.2018 00:02 ~00:19 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» holenda

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî