Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 37 peyam
pir xweş e - tirşik
pir xweş e
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneka ciwan haco ye, di albÛma gula sor (1983) de ye.. gotin û mûzîka stranê ya kê ye nizanim, lê rengê helbestên cegerxwîn li gotinên stranê diçe..





Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya min pir xweş e

Pir xweş e pir xweş e

Kurdistana min xweş e



Devliken in sorgul

Ser dihejin sumbul

Xurxur ji avê tê

Hilm û sira bê tê



Gul destê evînê

Pêlên derya jînê

Gîhane em serbestî

Sed tuf li bindestî



Em saza hebûnê

Doza peydebûnê

Dengê saza rindî

Rewşa serbilindî



28.04.2015 00:05 ~00:06 | endazer

2. straneka ciwan haco ye ku gotinên stranê ji ber helbesta cegerxwîn a bi navê ev dinya pir xweş e hatiye wergirtin. Niha min li ser înternetê encax ev peyda kir ku tişteke tiroviro û nîvco ye de êdî îdare bikin.



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



Dev li ken in sorgul

Ser dihejin sunbil

Xurxur ji avê tê

Hilm û sirra bê tê



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



Destê yar bi destim

Ez serxweş û mest im

Kûpik dev û lêv in

Mêze herdû sêv in



Pala xwe da ser min

Bê fehêt û şerm in

Gelek xweşe ev jîn

Em bûne wek Mem û Zîn



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



Em zava û bûk in

Pêwan li me çûk in

Pal dane ser şînî

Kesek me nabîni



Hawir me zennar in

Perde pel û dar in

Guldestê evînê

Daxwaza vê jînê



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



(…)



(Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak)



28.04.2015 00:43 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
ali çeven [1]
Qeşmerekî tam e. Wek min jê fêm kiriye hinekî dilê wî bi ser hîzîpçiya...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
belki ev jî bala te bikişînin
» pira malabadê
» xweşîya netenêbûna di tirşikê da

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî