1. An jî lazuri navê zimanê 'laz'an e. Ango lazî. Ev ziman Li rojhilatê behra reş li lazîstan ango li welatê lazan tê axivîN. Zimanekî wek kurdî ber pêlên bişaftina dewleta tirkan ketiye. Lê rewşa vî zimannî ji kurdî xirabtir e. Van salên dawîn xebatên geşkirina lazî hene, saziyên xwe ava dikin hêdî hêdî. Va çend pirtûk jî derketin. Hêviya me ew e winda nebe, li hember dewletê ew jî li Mafên xwe bigerin. |
|
07.02.2015 11:36 |
xendekî
|
2. (bnr: laz) |
|
07.02.2015 11:39 |
xendekî
|
3. çend sal berê, nizanim ji çi derketibû, dest bi fêrî lazûrî bûbûm. hîn jî pirtûka gramera lazûrî li malê ye. hevaleke min gotibû "ez bi xwe laz im û nakevim şopa lazî, tu çima dixwazî fêr bibe?!" dilê min bi wê dişewite. lê ew hewqas bûbû tirk ku min fêmnekiribû. çend meh xebitîm, gelek tişt jî 'elimîbûm, gelek peyv û hevok jiber kiribûm lê astenga bilêvkirin, bû sedema dev jê berdanê. ji xwe kurdiya min jî benda min bû... ez dibêjim qey pênç sal derbasbû li ser wê û nuha xêndî peyva "lazûrî" tiştekî di tûrika min de nemaye... |
|
08.02.2015 00:15 |
biruya hayao miyazaki
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |