Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
the sixth sense - tirşik

A boy who communicates with spirits that dont know they're dead seeks the help of a disheartened child psychologist....
(4 şîrove)
the sixth sense
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fîlm Amerîkî ye. Zimanê wê yê resen jî ji xeynî çend hevokên Latînî û Îspanyolî, Îngîlîzî ye. Her çiqas yek ji cureyên fîlmê weke "tirs" hatibe nivîsandin jî piştî ku mirov fîlmê diqedîne, dibîne ku bi rastî ne ewqas tirsnak bû. Lê tabî ya girîng ew e ku ber temaşekirinê re mirov çi hîs dike. Ez? Bi rastî ger bêjim qet netirsiyam, wê dereweke saxlem be. Tirs hinekê di vê fîlmê de hatiye helandin, di nav giyana fîlmê de heye tirs, yanî mîna fîlmên klasîk ên tirsê tu tiştekî nabînî û natirsî. Tu ditirsî ji ber ku tu her tim bêaram î û ditirsî ku tiştek biqewîme. Neyse ev nêrîna min e. Çîroka fîlmê li ser zarokeke "ne normal" hatiye avakirin. Di fîlmê de ev kurikê bi navê Cole her tim ditirse û ji doktorê psîkolog ê ku dixwaze wî derman bike, tekane daxwaza wî ew e ku bike ku bes bitirse. Belkî jî ê ku mirov ditirsîne, ev tirsa kurikê be. Rola cole ji aliyê haley joel osment ve tê lîstin û bi rastî min heta niha ji xeynî heman kurikî weke lîstikvanek tu zarokê evqas serkeftî nedîtibû. Lîstikvanê din ê sereke jî bruce willis e. Jixwe Bruce Willis navdar e û hûn wî bi fîlmên weke sin city, ocean's twelve, pulp fiction û hwd. nas dikin. Seneryoya fîlmê hineke sûrprîz e loma naxwazim zêdetir qala naveroka fîlmê bikim û we bi fîlmê re tenê dihêlim. Dawiya dawîn fîlm xweş e yanî. Ger ne wisa bûya ji xwe ma min çima wergerand? hûn dikarin kurdiya fîlmê ji malpera wergerine.com peyda bikin.



21.07.2013 21:13 | simurg56

2. Fîlmekî ecêb e. Lîstikvan karê ecêb pêk anîne. Min wilqasî hêvî nedikir ku wilo baș be. Hiș û dem tevlîhev dibe...

Biçûçikayî ji bo tiștê ecêb ecêb xweș, baș me digot "heyat". Vêca ev fîlm jî heyat e. Miho li ber bayê xwe dibe. Gih yek kenegirî dibe, gih jî birastî jî ditirsê. Mirov hew dibîne ku ketiye bin tesîra fîlm de. Derûniya însên weke hevîr di nav destê derhêner tê strandin. Fesuphanellah!

Ew feqîrê kurik. Gunhê reșê. Dilê yekî pê dișewite. Feqîro. Delalo. Lîstikvaniya wî birastî jî mirov hișmiraz dike. Well done boy * .

Mêrik jî wisa ye. Helal be ji wan re. Divê hun jî lê temașe bikin. Lê di odeyeke reș û tarî lê temașe bikin *

Lê min nizanîbû ku binivîsa kûrdî jî heye. Ișellah peyre ez ê bi binnivîsa kûrdì jî temașe bikim. Ka ma te'ma fîlm bi kurmancî çawa ye.



03.12.2016 16:04 ~16:08 | gumgumok

3. min gelek caran temaşe kir. lê helbet qet weke cara yekem tehmê nade. lê piştî temaşekirina cara yekem mirov bêhemdî dîsa pêwistiya temaşekirinê dibîne. ji ber dawiya fîlmê mirov matmayî dimîne. bi rastî jî performansa lîstikvanan serkeftî ye, lê a herî girîng û serkeftî senaryoya wê ye.



06.12.2016 12:58 | nazim tolhildan

4. Fîlmê go çi jê werê jibîrkirin, ew sahneya i see dead people nayê jibîrkirin.





Welaatt, lawiko mib qurbano *



03.05.2018 02:57 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» the grapes of wrath
» sense of humour

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî