Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
nifirên dayikan - tirşik
nifirên dayikan
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di kelepûra gelê kurd de nifir,bî gelemperî ji alî dayikên destramûsan ve pirr tê bikaranînê.û di jiyana me de cihekî taybet û girîng digire.mixabin di van serdemên dawîn de bi saya navgînên ragihandinê û bi saya zordestîya kemalîzmê pirr kêm tê nifirandinê/bikaranînê.



nifirên ku min ji dayika xwe bihîztîye:



- topa seddam li te kitîyo

-birayam ji xwedê tu negihîjî mexz û mirazê xwe

-xwedê li tevzika te bixe

-emirkino

-xwedê bikim tu di axa reş de biçî...hwd *



gelo li cem we çi nifir li kar in ?



28.01.2015 22:02 | pîlerka pîr

2. (bnr: nifirên kurdî)



28.01.2015 22:14 | xendekî

3. Ji ca min wetire nifirên bi heq jî bi nîvî ne, Lewma nifira nake. Nifirê ku ca min dike her çiqasî de forma nifiran de bin jî ji bo min meth û dia ne.

Wek mînak:

Weyla xwedê ji raziyooo.

Weyla lawo destê te ji dinyayê neçin!



31.01.2015 02:57 | seydayê_peyvan

4. tu ne stirê keça min



31.01.2015 14:43 | diclefirat

5. tu kor û kut bibî

mirin û ta bi te bigire û ber nede

mêjiyê te li erdê birjê

pergala te hilweşe

tu veliqitî

tu bî tu çito nebî

rovê te li tekeran kevin





31.01.2015 17:42 | zerepel

6. (bnr: tu qurbana zarê xelqê bî)



31.05.2015 13:18 | kelemejû

7. nifirên hemû kes bikartînin lê dîsa ha jiwera sê hew nifir

tu li kelema bikevî (ji xwera nifir bibînin)

tu xêrê ji xwe nebînî

zarokê te jî te biêşînin



31.05.2015 19:53 ~2015.11.20 00:26 | shorbevan

8. carina kêfa min tîne. wek li jor hatiye gotin hin dayikan zarokên xwe bi qurbana zariya/kurê xelkê dikin.



31.05.2015 20:07 | kurê xelkê

9. Hey li êşa mirîşkan hun girtî

Kul hinav

Emir kurto\ê





19.11.2015 22:05 | serbilint

10. min xêrê ji te dîto/ an nedîto

tu ne belqitî/ belqityo

tu qet gir nebî

sibe biteda neyê/ tu ne gihîjî sibehê

...



20.11.2015 00:39 | shorbevan

11. Hey jan di hustiyê te keto



20.11.2015 15:38 | hola êzîda

12. nifirek yek ji wan eve rihmetiya pîra min pir bikar dihanî; stûyê te bişkê, çavê te birije, bîvikê te derê...



04.08.2016 22:51 | shorbevan

13. Nifirên ca min piçek giran in * Bo nûmûne " Hêviya min ji rebbê jor heye heta heftakê meytê te ji vê malê derkeve " * Lê carkê biquxum hema ta digre *



05.08.2016 01:46 | biaqila malê

14. (bnr: dev resisî)



27.06.2017 16:23 | simurg56

15. Nifirê diya min ya ku herî zêde bikardianî:
'Tu qurbana zarê xelqê bibî'
Temenê min bû ye 23 lê hê jî dibihîsim. Law kî nin ev zar? Ku ez hê jî qurbana wan dibim.



27.06.2017 19:47 | ejder

16. Nifirên divê mirov xwe jê biparêze û ji gotina dayika xwe dernekeve
Here lînkê



12.04.2020 15:09 | brzn

17. nifireke cîya min :

(bnr: law hûn nan bibînin dew nebînin dew bibînin nan nebînin) :/



11.05.2020 19:06 ~21:54 | bûtîmar

18. dîsa nifireke cîya min :

(bnr: xudê toza ax bide min)



14.05.2020 22:55 | bûtîmar

19. xwedê li te nexe
dilê dayîkan bar nade ku bêje xwedê li te bixe



14.05.2020 23:05 | afa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifirên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî