Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rêzika herî xweş a helbesta kurdî - tirşik
rêzika herî xweş a helbesta kurdî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min navê xwe kola

li ser bircên diyarbekir

rojen barnas



21.07.2013 15:30 | quto

2.

Bêbavê



Çavên te: du binevşên reng-tenik

Di spêdê de şîrkî şîrkî, hênik

Bayek in: nermik nermik, nişmî...

Bêbavê, di çavên te de vemirîn

Çil biharên hevrîşmî!

Arjen Arî



21.07.2013 16:36 | mam selam

3.

HILO



Dilo, rabe xwe kêf xweŞ ke, biçîn seyra gulistanê

Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo! Da biçne seyranê



Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê

Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê



Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan

Be dil meŞ´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê



Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade

Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê



Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek da min

Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê



Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit

Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê



Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit

Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê



Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe

Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê



Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit

Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê



Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne

Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxŞane



Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye

Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê



Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê

Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê



Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan

Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê



Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn

Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê



Ehmedê Xanî



21.07.2013 16:40 | mam selam

4. egêr dil dilber be, ma dilber kî ye

eger dilber dil be, navê dil çiye,

ez dil û dilber tevlîhev dibînim

nizanim ku dil kî ye û dilber kî ye.



(bnr: baba tahirê uryan)



***

Ger lu'lu'ê mensûri jî nezmê tu dixwazî

Wer şi'rê Melê bîn te bi Şîrazê çi hacet!



(bnr: melayê cizîrî)

***



Şîrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn



(bnr: ehmedê xanî)

***



Di dunyayê heçî rabê

Feqîr û şeyx û axa bê

Ji ber mirnê xilas nabê

Di şerq û hem d xerbê de



(bnr: seyîd elîyê findikî)

***



...

hebhinarkê; teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê.



(bnr: rênas jiyan)

***



... û qevdekî ji pincara welat im.

ez duh şehîd bûm îro, nûhat im.



(bnr: rojen barnas)

***



min ji welatekî hez kir, hinekî ji j' vî bajarî

û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..



(bnr: arjen arî)

***



hemû ''vê şevê û vê sibê''yên (bnr: ehmed huseynî)



û



herî zêde jî ji rêzikên ku ji wan pêk têm

bi gotineke dî ji rêzikên ku min nivîsîne hez dikim.



21.07.2013 17:56 | seydayê_peyvan

5. ''ma bayê kûr rûxand hêlÎna tivÎlkê? / hij ma li mikê, ramûsan li milkê'' (bnr: arjen arî), (bnr: şêrgele), (bnr: ramûsan min veşartin li geliyekî)

''rûyê te gundekî xirabe'' û ''giliyên xwe li gulleyan dikim'' û ''ax semîra, çavên te rûyê te kûr kolaye'' û ''a li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiye temenê min e'' (bnr: rênas jiyan), (bnr: janya)



21.07.2013 19:05 | endazer

6. ''Nezanîn kêmasiyek e, nehînbûn kêmasiyek dubare ye”(Baba Tahir Uryan)



22.07.2013 14:06 | roj

7. Delal,her du çavên min qesra te ne

Nav du çavên min cihê piyên te ne

Ditirsim tu xafil gav bavêjî û

Bi mijangê min biêşin piyên te (bnr: baba tahİr)



22.07.2013 14:07 | roj

8. bizane xwendin ji bo me derman

da ku bizanin qanûn û ferman

derxin ji nav me wan tirs û şerman

de rabe ser xwe, kurê min rabe

(bnr: seyda cegerxwîn)



23.07.2013 01:55 | filankes

9. piraniya peyamên mijara rêzikên bêhempa yên stranên kurdî jî di nav vê cûreya helbestan in.



23.07.2013 09:50 | simurg56

10. hê tu kesî nenivîsî ez binivîsim..

''rêzikên ku hîn nehatine nivîsîn'' in helbet.. helbesteka şairê tirk nazım hikmet yê ku bûye îdol û îkonayê çepgirên tirk û çend ehmeqên kurd jî di vê barê de heye.. ser xatirê we tirşikçiyan ez ê bi dest xwe re wergerînim kurmancî vê helbestê..



''en guzel deniz :

henuz gidilmemis olanidir...

en guzel cocuk :

henuz buyumedi.

en guzel gunlerimiz :

henuz yasamadiklarimiz.

ve sana soylemek istedigim en guzel soz :

henuz soylememis oldugum sozdur... ''



''xweştirÎn derya:

ya ku hê tu kesî rê lê nebirriye ye...

xweşiktirîn zarok:

hîn mezin nebûye.

xweştirîn rojên me:

yên ku hîn bi serê me de nehatine ne.

û xweştirîn gotina ku dixwazim ji bo te bêjim:

gotina ku hÎn zimanê min lê negeriyaye û ji devê min derneçûye...''



23.07.2013 14:41 | endazer

11. Şa'ir im; qeraçiyê pesnê çavên te

(Arjen Arî)



06.01.2014 01:16 | diljan

12. yanî, em bêjin

Ha tu bûyî melîkeya Misrê,

Ha ez goya qeyserê Roma rengîn

Em xwe dixapînin bi tenê.

Bi serê te rûmeta me nake bi pûlek, 

Heta ku mustemleke be welatê me

Û em tênekoşin li dij

Em ne bi statuya kolan e jî

Vê ji bîr meke!

( rojen barnas )



08.02.2014 21:37 | ferhenga şikestî

13. Ez dibêm qey

gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î..

(rênas jiyan)



08.02.2014 21:39 | ferhenga şikestî

14. xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê!

(rênas jiyan )



08.02.2014 21:40 | ferhenga şikestî

15. Destmêja te û janê ji hevdû naşkê hebhinarkê! ..

(rênas jiyan )



08.02.2014 21:43 | ferhenga şikestî

16. gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were...



osman mehmed



03.04.2015 21:40 | ferhenga şikestî

17. her rista vê pêncînê:



qulzema dil işq e, Mela

çi Xwedayî, çi beşerî

sohtî be b’ arê seqerî

her evîn ala ye, Mela

dil li me bela ye, Mela



arjen arî



04.04.2015 09:21 | xendekî

18. xerîba min birin

Pişt heft çîya war kirin

Xêlîke gevez,qîçik tê wer kirin

Serê xerîba min derzî kirin

Ax û berê sar şa kirin

zargotina kurdan



04.04.2015 11:40 | quşxaneli

19. Şahristeyên kurdî pirr in.kîjanê binivsînim. Kîjanê ji bîr bikim. Ya baş şabaş ji hemû şahristeyên bedew re .



18.01.2016 22:53 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzika herî xweş a helbesta kurdî
» herî
» xweş dilê min
» helbestakurdi.com
» kurdî bi hêsanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî