Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sergele - tirşik
sergele
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berredayî



21.07.2013 14:39 | înano lo

2. Helbesteke Arjen arî ye. behsa şêrên gel dikin.



Şêrgele

-şîrê şêr di eyarê şêr de-

şêrgele hebûn şêrgele

-çi mê çi nêr-

li berpalên Agrî kite-kit dînemêr

li zaxrojan kur î kurroj

û

sîng kele!



ristek xerîbî ne d’ stranekê de

hin di qefesan de lexebkirî, baz

çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan

kêl spartî çiyayê xewnan

ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî

şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan!



şêrgele hene; dûre-war... û bendî

şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî

şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark

bi navê Leylê, û Şerefkendî!



çiya sêwî ne niha bêyî wan

Helgurd sêwî ye

Sefîn sêwî, Sîpan sêwî...

çeper bêxwedî ne li Cûdî

li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan

kî bûn ew hokê hokan?

ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo

kî bû lo, kî bûn

ew ên dil pola

û

gurçik risas? !



şêrgele hene; bê kêl û bê gorn

şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron

şêrgele hene, ji azadiya bi gon

di bin axa sar de b’ axîn razayî!



di binê aşûteke xezeb-spî de man

an çûn li ber pêlên aveke tezî?

xwezî ez miribûma, û hew bû!

Newal bê guh diman... û şer bû!

Çiya bê ser diman... û şer bû!

şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!

şer bû...

şer bû...

şer bû...

mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan

şêrgele hebûn: şêr î şervan

û xewna wan xewna her kesî!



şêrgele hene; kefen ezmanê sayî

şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî

şêrgele hene şevçirax û heyve-ron

li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!



hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî

bawerî bûn bawerî dildarê çiyan:

dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan

Jiyan asikeke por-ewr bû

Sîrwan çefî-sor simbêl qeytan

bûka Agirî bû destgirtiya Azad

Medya esmer esmer, şar kesrewan…



kê bibêjim, kê ji bîr bikim:

her nav çiyayekî asê

her nav dastaneke dêrîn

her nav dîrokeke wextbirr...

min navek li kurê xwe kir:

Rizo

Kalo

Berzencî...

min navek li kurê xwe kir:

Qadî

Simko

Barzanî...

min navek li kurê xwe kir:

Mazlum

Gabar

Munzir...

min navek li kurê xwe kir:

yek mir, sedî tol hilanî!



şêrgele hebûn; koçek Koçgirî

şêrgele hebûn li hembêza Agrî

şêrgele hebûn bi nav Ihsan Nûrî

Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!



09.02.2014 18:28 | berxweda

3. ev jî ji dengê birêz arjen binerin:



09.02.2014 18:37 | berxweda

4. helbesta ku ev bû deh car bê sekin, li pey hev gohdarî dikim. xwezî min gohên xwe zû de bidana li arjen arî.



min navek li kurê xwe kir:

yek mir, sedî tol hilanî!



van gotinên li jor ên li pey hev rêzbûyî me vedibêje, kurdan.



20.01.2015 00:58 | kurê xelkê

5. (bnr: şêrgele)



20.01.2015 08:45 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sergele

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî