Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dema zaroktîyê de tiştên xelet dihatin fêm kirin - tirşik
dema zaroktîyê de tiştên xelet dihatin fêm kirin
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1.



19.03.2015 21:23 | remlavêj

2. gava digotin "berxwedar bî" min digot qey wek bibêjin "li ber te dar hebe" an jî "li ber te dar şîn bibe".min wateya berxwedariyê nizanibû.



19.03.2015 22:06 | bayesar

3. Gava ku digotin, tirkî dizanî? min fahm dikir ku wekî "türkü dizanî" pirs dikin, ji min kilamekî dixwazin ji wan a re bêjim.



19.03.2015 22:14 | mîr

4. gava televizyonan digot 'trafik canavarı' min bi salan digot qey birra jî cenewarek heye û derdikeve pêşiya erebeyan (nîşe: peyva 'erebe' ne bi tirkî ye, di Avestayê de heye, malê kurdî ye, netirsin)



20.03.2015 01:52 | maro

5. Min 'tüp bebek' pir şaş fêm kiribû ya rastîn min dikir nedikir tiştek jê nediket serê min.bi tenê min bi tupek zanibû: tupên gazê yên malê Û bebek jî her kes pê dizane jixwe.îca dema min ' tüp bebek' dibihîst, min digot oxlim tup û bebek çi eleqe?ez diketim ber fikarên ecêb.gelo têkiliyek wan a çewa heye. gelo tupê bi gede ve dikin ya gede bi tupê ve dikin.gelo di hundirê me da tupên biçûk hene wusa mêjî li min dibû pelûl.axir piştî salan ez fêr bûm ka ev tişta ku mêjî li min dikir çeqilmast çi ye.



11.04.2015 12:08 | şêxê bêserî

6. min digot qey mînareyên mizgeftan xwudê ne*

tobe tobe



11.04.2015 12:10 | ferhenga şikestî

7. gava ez piçûk bûm, min têgeha "xelkê" pir xelet fehm kiribû. ji xwe malumê we ye ku di nav kurdan gava malbatên mirov bixwazin şîret mîret bikin dibêjin; "xelk awa ye", "xelk qala me dike" " kurê xelkê" xelk xelk xelk... Min jî digo qey "xelk" navê yekê û zilma li însanan dike û rojekî dîsa ji min re qala tiştekî kiribûn nizanim xelkê çi kiribû dîsa û ez bazdam hewşê û mi go;

"ez ê di diya xelkê nim"

"xelk kî ya ulan bila were"

wellehî bav û bira û xwişkên min ez bizorê aş kirim an na min ê têr çêran bidana. *

Nîşe; piştê ku wan ez zeft kirim min go herhal xelk kî be jî li derve ye û dengê min diçê lewma birayên min ez dam sekinandin*



12.04.2015 00:06 ~00:08 | ceso

8. xêzefîlmek hebû berê. li ser ewran çend mexlûqat hebûn ku karakterên rêzefîlmê bÛn. lÎstik mîstik dilîstin ji xwe li ser ewran digeriyan felan. karakterek hebû ji karakterên din mezintir bû. baş nayê bîra min bê rola wî karakterî çi bû lê belê min digot qey xwedê eynî wek wî karakterî ye. rojekê ez hevalên xwe em dimeşiyan û qala xwedê bû. min ji wan re got hevalno êdî ez dizanim xwedê tiştekî çawa ye û min xwedê li gorî xwe pênase kir. wan çaxana em zarokbûn me nizabû ku xwedê medê tune ye hemû derewên mihemed in..



12.04.2015 00:23 | mergehez


10. zivistanê dema em hemî mezelekê de dirazan, derengê şevê carina min seh dikir ku nefesa diya min û bavê min ez ditirsandim. bi taybetî jî ya diya min: û min ne xwe nedigirt bang dikir diya xwe :



"ya dê bêhna te diçike gelo? Ka rabe em te bibin acîlê" û diya min jî digot "Erê wele kurê min ez nexweşim lê dikarim heta sibê îdare bikim." U piştî vê axaftina me deng disekinî ...



12.04.2015 00:52 | mele ehmedê nalbendî

11. min di remezanê de rojî bi dizî dixwar min di go heke kes min nebîne xwedê jî nabîne *



12.04.2015 03:32 ~03:34 | gêjê

12. Strana Diyar ya Sevê *

Di vê stranê de hevokek heye dibêje " keçê canê te çi xwastî ez ê bi te dim " min jî vê hevokê her carê wekî " keçê canê te çi qas bî ez ê bi te dim " fêhm dikir. Bi hestên xwe yên femînîstî xwe bi xwe dixeyidîm ma'dê min ji Diyar dixeyila. Min digot " ev çi bêedebî ye çawa dikare di nav stranê de tiştekî wisa bêje " . Hîna du sal berê ez lê hay bûm ku min gunehê feqîro stendiye bi salan *



28.08.2016 22:29 | biaqila malê

13. Gava ez zarok bûm, ez,xwişkên min û xalê minî piçûk bi hev re diçûn mizgeftê ku em fêrî Qûr'anê bibin. Li mizgeftê jî gelek zarokên qurre hebûn û bela xwe li me dixistin.
Digotin" yek, dido û sisê tu bû jina osê!"
Îca gava min ev gotin dibihîst ez sor dibûm,min xwe aciz dikir. Min digot qey qala apê min Osê dikin.
min di dilê xwe de digot:" yaw, ma Xwedêjiwerazî, Osê yekî kêm e, astengdar e û apê min e... Ez ê çawa wî bikim?!"
Îca ez çiqas li ber xwe diketim!!
Nihaka tê bîra min û ez dikenim.
Bi rastî jî zarok bi nerînek zelal li dor xwe dinerin.



02.08.2021 16:04 ~16:19 | pîroz

14. Gava ji me re digotin:
law, mala pîrê stara pîrê ye
Min digot, mala pîrê îca kûro! Mala pîrê nexweş e, Bêhna genî jê tê û tije sirsirk e.
Îca dema min ev gotin dibihîst wê çaxê mehdê xwe tirş dikir.



02.08.2021 16:10 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» demar
» tiştên sosret
» xeletiyên çapemeniya kurdî

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî