1. girtin, derdestkirin, dîlkirin, êsîrxistin, belkî binçavkirin.. gava dî li pukmedia.comê liqay vê peyvê hatim.. ferqa wê û girtinê çi ye nizanim, û heta ku girtina forma kintir û siviktir heye çima destgîrkirin tu aqilê min ji wê jî nabire.. lê ya ku ez kêfxweş kirim di nÛçeyê de min zanî ku li pêncewîna devereka siruştî ya başûrê kurdistanê hêzeka polîsên jînge û daristanan heye û bi tohmeta ku nêçîra neqanûnî dikin xelkê destgîr dikin û dişÎnin dadgehê.. |
|
11.01.2015 18:31 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
2. Destgîrkirin an jî desteserkirin, du şiklê girtinê hene: yek dewlet digre hukm dide û diavêje girtîgehê heta cizayê xilas bike, yek jî binçavkirin e, hê ku hukm nehatiyî dayîn ew kesê/a bersûc tê girtin ji wê rewşê re tê gotin. Lê peyva binçavkirin peyveke çêkirîye û rasterast ji peyva tirkî gozalti hatiye wergerandin, ango ne peyveke resen e. Ji ber wê li gor min divê şûna peyva binçavkirinê desteserkirin an jî Destgîrkirin bê bikaranîn çêtir e. |
|
12.01.2015 09:38 |
xendekî
|
3. (bnr: destgîrkirin/binçavkirin çi ye û mafên mirov çi ne) |
|
27.02.2015 00:07 |
xendekî
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |