1. bi kurdî a "mayışık, uyuşuk" e. ji bo kesên giran, eware û nikarê ava xwe jî vexwe tê gotin. |
|
11.01.2015 17:30 |
nazim tolhildan
|
2. em jî bikar tînin... |
|
11.01.2015 17:35 |
tirşikçi
|
3. min berê zen dikir ew tenê di devoka me de heye. |
|
05.12.2016 09:15 |
cinorek
|
4. سلخ yan jî salix bi erebî mehna vî gurandin -gurî kirin e û xane jî bi farsî tê mehna xanî ye her wesa salixane ser mehneya cîhe gurî kirin yanî mezbaxa ye. Lê selexane ser mehna mecazî ketî ye kurmancî. yanî laşê nebihêz mîna goştê mezbaxa ye. ji kesên tiştek di xwe re nabîne dibejen ango şewşok |
|
05.12.2016 10:53 |
kocer.rojhelati
|
6. Cihê qesaban. Vê peyva ha Di zimandirêj a Murat batgi beşa hamlet de derbas dibe. Selexane: cihê pezên sor û pezên reş lê tên serjêkirin û firotan. Etîmolojiya peyvê: dibe wekî peyva selete bi kêrkirin û hûrkirînê têkildar be. |
|
06.12.2016 15:57 |
xwedêda
|
7. cihê ser û piya, hûr û rodiya ye |
|
21.01.2020 01:05 |
afa
|
8. ji aliyê dînê îslamê ve selexaneyên mezin ên fabrîkayan gumanbar in. ji ber ku prosedura serjêkirina ajelekê ji aliyê zaneyên dînê ve hatiye danîn û pêbawerî kêm e ku di wan selexaneyan de li gorî van proseduran tên tevgerîn. ji ber vê şik û gumanê hinin cemeatan ji derve ajelên serjêkirî nakirin, ew bi xwe ji selexaneyên xwe danûstandina xwe dikin.cp. |
|
18.05.2020 19:27 ~2021.05.20 15:53 |
sitî cp
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |