1. derhenerê me yê li piyasê dixwiyê, inşalla zêdetir bibin. dema hespên serxweş fîlmêk xweş bû. |
|
25.07.2013 23:51 |
arami
|
2. derhênerê fîlma dema hespên serxweş e ku ev fîlm yekemîn fîlma ku min li sînemayê temaşe kiriye, ye. |
|
25.07.2013 23:55 |
simurg56
|
3. derhênerekî kurd î serkeftî ye. |
|
25.07.2013 23:56 |
seydayê_peyvan
|
5. belgefîlmek xweş derheqê behman de: |
|
07.10.2013 21:24 |
arami
|
6. derhênerekî pir serkefti ye. hema bêje hemû fîlmên wî di derheqa tirajêdiya kurdan de ye. fîlmeke wî tuneye ku tu kelogirî nebî. lê ya ecêb ewe ku, dîsa fîlmeke wî tuneye ku pê nekenî. ango heman demê de trajediyê û cîh bi cîh komediyê tev li hev dike û şorbeyeke xweş peyda dike. |
|
09.09.2014 10:23 |
nazim tolhildan
|
7. fîlmkêşek pir hijaye. ew kesê min dûhî fîlma Wî a binavê nîvameng hatî dîyar kirin min temaşekiriye. ev fîlmkêşê delal bi vê fîlma xwe carnan ez xemgîn kirime lê bes gellek carnan jî ez kenandime. |
|
09.09.2014 10:35 |
birazî
|
10. çendîn pêrgî navê vî camêrî têm, hew zanim derhênerekî kurd e û hew! |
|
30.12.2014 21:30 |
ferhenga şikestî
|
15. li ser kobanî |
|
19.03.2015 13:58 |
remlavêj
|
16. derhenerekî tim serkeftîyê hima meriv jira heyran û qurban evd jê razî hima xwedê jî jê razî. niha li ser filmek nû di xebite em bi hêvîne disa ewê bi serkeve û xelata bistîne hinek din ji kêfa me bîne. |
|
12.05.2015 19:48 ~19:55 |
shorbevan
|
17. min carekî hevpeyivînekê wî dît ku, digot ez ê ji vê şun de mîna filmên min ên berê nekşînim. ger weha bike, ez filmên wî belkî tu temaşe nekim. werê neke kekê behmen, ji xwe re baqil be. ku, me ji te bi wî awayî hez kir. va hin kes bo te dibêjin emir kustaricayê kurdan. emir kustarica bi xwe merivekî baş nîn e, lê, filmekî wek dom za vesanje çêkiriye. yanî kustarica xwe di sînemaya de ispat kiriye. |
|
30.11.2015 20:53 ~2016.03.14 05:47 |
xwedaparêz
|
18. min filma wî yê feslê gergedanan hibek bi derengî doh temaşa kir. |
|
17.08.2016 08:04 |
cinorek
|
19. 11 sal bûne ew camêra êdî fîlmên kurdî çênake. halbûse bi masî û niwemag pir baş diçû. |
|
11.11.2017 18:56 ~2017.11.12 15:30 |
cinorek
|
20. Zik tijî ye. Her hal rewşa wî baş e. Eger kurdek hebe rewşa wî baş be dikeve bin heyva ewrê. Ji navê winda dibe. Xeman mexwin! Ji sedî sed pê bawer im ev yanzdeh sal e rewşa wî qasê ku pêşiyê hîç nebûye baş e. Wekî yilmaz erdoğan ê nebe baş e. |
|
12.11.2017 08:35 ~08:40 |
rûbar
|
21. Kurdekî ji rojhilatê ye. Derhênerekî gelek bi nav û denge. Berhemên wî yên serkeftî taybetî li ser rasteqîna êş û jiyana kurdan ya rojane ye. Mînak: kusî jî dikarên bifirin, textê reş, dema hespên serxweş û hwd. Wek zilamên pûç li ser zaraveya kurda pere qazanç nake.(bnr: sermiyan midyat) Behmen çend sale derva dijî û wek her kurdekî derve yê welat an jî xerîb êdi ew jî welatparêzekî bi dilê weye. Rêya te her tim vekirî be hevalê çavreş. |
|
12.11.2017 15:08 |
qertewîn04
|
22. herî dawî sala 2015an yanî berî du salan belgefîlmek bi navê flag without a country (alaya bê welat) çêkiriye. min temaşe nekiriye, di malperekî de dibêje belgefîlm li ser jiyana stranbêj helly luv û pîlota jin nerîmanê ye. di malpereke din de jî dibêje bi rêveberiya behman û biderhêneriya 8 zarokên kurd ên penaber belgefîlm behsa zorî û zehmetiyên koçberiyê dike ji bîr û xeyalên xav ên zarokan. Here lînkê berî vê belgefîlmê bi salekî jî, sala 2014an dîsa bi kurtefîlmekî beşdarî kome-kurtefîlmekî bi navê words with gods (axaftinên bi xwudayan re) bibû ku 9 derhênerên ji welat û baweriyên cuda li ser dîn û baweriyan çêkiribûn. di kurtefîlma behman de jî yilmaz erdoğan dileyîze û li mêrdînê hatiye kişandin. min destpê kir, lê kêfa min jê re nehat Û min nebir serî. Here lînkê berî du sê hefteyan jî di basnewsê de hevpeyvÎneka wî hebÛ. ji barzanî û hikûmeta herêma kurdistanê bi gilî û gazinc bû, çima ku piştgiriya ku xwestiye nedanê, ya rastî danê lê qey ber çavê behman negirtiye. gilî û gazindên wî û yên ahmet zeki okçuoğlu dişibyan hev. derhênereke baş e, lê ji ber ku ji dramayan kerixîme naxwazim wekê berê berê xwe bidim fîlmên wî. |
|
13.11.2017 00:10 ~00:12 |
endazer
|
23. di fîlma xwe ya nû de wê bi martin scorsese re bixebite. xalê martin bûye produktorê fîlma let the dogs go home ya hz. qubadî. |
|
02.09.2019 03:09 ~03:10 |
tizbîkêş
|
24. Derhênerê hêja ye. Lê mijarek din jî heye. Dengê wî jî pirr xweş e. Awa bahar hat vîdyoyê veke |
|
07.09.2019 09:53 |
berxweda
|
25. di fîlma the irishman de ji bo al pacino bestenî hazir dike. |
|
30.11.2019 15:42 |
tizbîkêş
|
26. derhenêrê ku bi vîdeoya wî ya pişt kamerê temaşa kir, bêhtir kêfa min jê re hatiye. |
|
17.11.2020 14:15 |
merwano
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |