Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kovara felsefevan - tirşik
kovara felsefevan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kovareke nû ye. Wê di serê salê de weke mizgîniyeke xêrê li Kurdistanê hil bê. Pîroz û bimbarek be. Nûçeya kovarê di malpera rewanbêj de:



Kovara 100% bi Kurdî, kovara felsefê derdikeve; KOVARA FELSEFEVAN

Kovareke nû û balkêş dikeve nava weşangeriya Kurdî de. Kovara Felsefevan di destpêka sala nû de dê bighê ber destê xwendevanên xwe. Kovara nû dê sedî sed bi zimanê Kurdî be û mijara Kovarê jî Felsefe ye.

Rêvebiriya Kovarê ji aliyê Civaknasê Kurd Alî Gurdilî ve dê bête kirin. Li gorî daxuyaniya derbarê ragihandina Kovarê de hatî diyarkirin Kovara Felsefevan dê ne tenê mijara Felsefê lê belê mijarên ku rasterast bi felsefê ve girêdayî, mijara derûnnasî, civaknasî, mîteolojî û dîroka hizir jî bigre nava xwe.



Kovar him ji ber ku dê tenê bi Kurdî be, him jî ji ber ku dê mijara Felsefê bigre nava xwe, ji bo zimanê Kurdî, ji bo pêşdeçûna hizir û raman, ji bo dazanîna derûnê civaka Kurd gaveka dîrokî tête dîtin.



Ragihadina derçûna Kovarê wehaye;



Kovara Felsefevan jî tevlî karwana kovargeriya kurdî dibe. Hejmara yekemîn sere salê (rêbendan 2015) derdikeve. Kovar dê sê mehan carekî biweşe. Xwedî û berpirsiyarê kovarê Ali Gurdilî ye. Navenda kovarê li Îzmîrê ye. Di her hejmara nû ya kovarê de, dê li ser mijarên taybet (du dosye) were rawêstin. Ji bilî dosyeyên sereke, dê nivîsên li ser mîtolojî, civaknasî, psîkolojiyê jî hebin. Herweha, dê di her hejmarê de ferhengoka felsefeyê, dîwarekî aforîzmeyan, danasîna fîlozofekî jî dê cih bigre.



Dosyeyên ku dê em ê di hejmara yekemin de li ser wan rawestin ev in…



1- Ji bo zimanê kurdî, girîngiya mijarên felsefî û zanistî



2- Têkiliya ol û felsefeyê çi ye? Çima di civaka me de, wisa hatiye têgihiştin ku felsefe bêolîtî ye?



Li ser navê rêveberiya Kovara Felsefevan



Ali Gurdilî



felsefevan@hotmail.com



07.12.2014 04:21 | xendekî

2. Kovara ku li gor agahiyan her tiştên wê amade ne, tenê kargo maye. Niha kesên bixwazin dikarin bibin abone. Ji ewopa û derên din cîhanê jî dikarin bibin abone. Kitekitên abonetiyê di vê nûçeyê de ne:



http://www.rewanbej.com/gaveka-diroki-kovara-felsefe-bi-kurdi-derdikeve-felsefevan.html



11.01.2015 22:09 | xendekî

3. ez bi baldariyê dişopînim lê hew zanim tê du sal hene ku behsa weşana kovarê tê kirin ma qardaşim ev bû çi gidî? çavên me qemirîn yabo

min pirr hêvî jê nîn e (ger ku bi tenê ji mijarên felsefeyê pêk were) ji ber ku ji xeynî alî gurdilî ez kesekî din nas nakim ku bikaribe bi zimanê kurdî behsa felsefeyê bike. dibe ku hebe, ez nas nakim

camêr her tiştî bi tena serê xwe kiriye û weşanxaneyên me yên ''ultra fedakar''(!) ji ber neçûna pirtûkên felsefî şert û mercên giran danîne li hemberê camêr yan jî yekser bersivên neyînî dane û deriyên xwe yên hesinî jê re girtine û mixabin ew jî nikare metaryalên xwe yên ku ji bîst sal zêdetir kedeke dayiye û nivîsandiye, çap bike..

welhasil bi xêr û xweşiyê be..



jêrenot: em ê di hejmara kovarê ya duyê de li ser felsefeya tirşikê ligel tirşikvanan hevpeyvîninan amede bikin da ku biweşîne, dê xweştir û cudatir be..



11.01.2015 22:19 | ferhenga şikestî

4. Li gor agahiyên alî gurdilî kovar gihaye ber destê wî wê ji duşemê pê ve dest bi belavkirina wê bikin.:

http://goo.gl/UKPG0p

Alî Gurdilî gotiye:



Niha ez bextewariyeke bêpayan dijîm. Dilê min mîna zarokekî berhembêz lê dide. Mala Xwedê ava ku me ev roj jî dî û bextewariyeke bi vî rengî bû para me teva. Kovara Felsefevan derket û îro hate ber destê me. Roja duşemê, em ê dest bi belavkirina wê bikin û ji bayiyan re bişeynin.



Ez spasiya hemû kurdînûsan dikim, ku piştgirîyeke mezin dane me û malavahiya nivîskarên me yên payebilind dikim ku bi gotarên xwe yên hêja, beşdarê hejmara me ya yekem bûn. Û gelek spas ji bo hemû xwîner û piştgirên Zimanê Kurdî. Dubare spas û malavahî...



17.01.2015 23:24 | xendekî

5. vê pêlê hejmara wê ya duyê derçûye, ya bi xêr



11.04.2015 00:29 | ferhenga şikestî

6. û alî gurdîlî gotiye ku êdî dê 2 rûpelan jî bo xwînerên kurdî cuda bike da ku xwîner jî di kovarê de cih bigrin.xudê dizanît ez gelek hejalî gurdîlîdikem.



11.04.2015 00:39 ~00:39 | vêca çiyeeee

7. kovara ke seranser bi kurdkî ya.



mi çend roj verî hûmara dîyina na kovare herîna. destpêkê de ez tersayêne ke belkî ez kurmancîya na kovare ra fehm nêkera. mi çend nuşteyê ci wendî û mi dî ke ez gelek baş fehm kena. Û na zî ez keyfweş kerda.



Tedeyîya ci zî xeylek rengin a. û bi ziwanê zelal awan bîya. seba kurdwendoxî û kurdkî feydeya xo zaf bena, do biba.



14.05.2015 01:54 ~01:56 | endazyar

8. reng e bi ber çavê min neketibe jî lê mijara dosyayê ya hejmarên vê kovarê tune ne. gelo yên dizanin ji kerema xwe re bibêjin her hejmarek li ser kîjan mijaran sekinine. j'xwe sê hejmara kovarê hene.



24.09.2015 12:40 | biruya hayao miyazaki

9. mijarên dosyeyên wê ev in:



Dosyeya kovara felsefevan a hejmara 1.

1- Ji bo zimanê kurdî, girîngiya mijarên felsefî û zanistî

2- Têkiliya ol û felsefeyê çi ye? çima di civaka me de, wisa hatiye têgihiştin ku felsefe bêolîtî ye?





Dosyeya kovara felsefevan a hejmara 2.

1- Felsefeya huner, ehlaq, siyaset, dîn û zanayiyê ya Ehmedê Xanî

2- Jiyan û felsefeya eşqê ya Arthur Schopenhauer

3- Jiyan û felsefeya Friedrich Nietzsche û bandûra felsefeya wî





Dosyeya kovara felsefevan a hejmara 3.

1- Têkiliya felsefe û siyasetê çi ye?

2- Ramanên bingehîn yên felsefeya dewlet û siyasetê ya kurdan?

3- Derheqê dewletê de kurd çi difikirin gelo?

4- Çima pêdiviya kurdan bi dewleteke serbixwe heye, yan çima tune?





Dosyeya kovara felsefevan a hejmara 4. (hîna çap nebûye)

1- Di navbera wêje û felsefeyê de, têkiliyeke çawa heye?

2- Çima pêdiviya wêjeyê bi felsefeyê heye?

3- Felsefeyeke bêwêje, gelo ta çi radeyî pêkan e û gelo bandoreke çawa li hevdu dikin?



24.09.2015 14:49 | xendekî

10. kovara ke mi hûmara aye ya newe nêeşka peyda bika. mi çend kitabxaneyan rê pers kerd, çi heyf ke cewabê neyînî girewt. dima ez ewnîyaya keyepelê aye yê înternetî ra. nusîyeno ke bi şexsî yeno rotene. yanî kes nêşkeno kitabxaneyêk ra biherîno.



keyepelê pirtukakurdi.com de zî hûmara ci ya 3.ine çin a.



xwezîla kitabxaneyan de biameyêne rotene.



21.04.2016 02:15 | endazyar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara şewçila
» felsefevan.org

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi kovar felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî