Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ferec - tirşik
ferec
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yekemîn mînaka mûzîka heavy metal ya kurdî ye û ji bo destpê gelekî serkeftî ye. navê yekem û tekane albûma wan helîkopter e.



30.05.2013 16:20 | simurg56

2. koma mûzîkê ya ku malpera wan ya fermî www.ferecrock.com bû û min saz kiribû lê niha naxebite.



nivîseke min ya berî 4 salan ku min bloga xwe de nivîsandibû li jêr e;





"Duh birayê min ê li Amedê ji min re e-peyamek şandibû, digot komeke nû nas kiriye. Koma Ferec. Digot çûye û albûma wan kiriye û jê hez kiriye. Li ser vê yekê lê geriyam û min malpera wan dît. Li malpera wan mirov dikare strana wan a bi navê "Çîne" belaş daxe û yên din jî ji bo 50 çirkeyan guhdar bike. Li jêra malperê tê gotin ku wê her meh straneke wan belaş were belavkirin. Çawa ku min vê hevokê xwend min tê gihişt ku kom herî kêm, qene, "cuda" ye. Min zûzûka vê strana wan daxist û çend caran li ser hev guhdar kir. Bi rastî straneke xweş e.



Îro jî piştî ku min karên xwe qedand zûzûka çûm Taksîmê û min albûma wan ji NÇMyê kirî. Çîne; derbarê talankirina warên me, hêviya hatina rojên xweş û pêwistiya kar û xebatê ye. Jixwe me li sernavê nivîsê de jî got, tarza komê Metal e. Ew bixwe jî dibêjin ku ji xwe re Metallica û Rammstein weke mînak dibînin.



Koma Ferec ji aliyê du xortên Culemêrgî ve di sala 2004an de hatiya avakirin. Lê albûma wan a yekemîn, bi navê "Helîkopter" îsal (2009) ji Ses Plakê derket. Ji bo ku bikarin albûmê derxin bavê solîstê komê ji bankayê kredî kişandiye. Endamên komê: Solist Fuat Taş (31) (ku ji xwe re dibêje "Reh"), elektrogîtarîst Cemal Kaya (29) (ku ji xwe re dibêje 'Baratarna' (Qralake Kurd) komê ava kirine û paşê İsmail Kurt (27) (ku ji xwe re dibêje "Afiriş") û baterîst Erkan Baran (24) (ku ji xwe re dibêje "Zêde") tevlî komê bûne. Di destpêkê de bala xwe dane mûzîka Anadolu Rock lê paşê piştî ku rastî albûmekê hatine ku nizanin ya kê ye, biryar dane ku mûzîka metal çêbikin. Wateya Ferec'ê "Stêrka Sibehê" ye.



Solîstê komê Fuat Taş mamostetiya mûzîkê dike, Baterîst Erkan Baran tamîrkerê erebeyan e û herdu endamên din jî tenê bi mûzîkê mijûl dibin. Di hevpeyvîna xwe ya di gel rojnameya Sabahê de dibêjin ku di destpêkê de gelê Colemêrgê wan hinek sosret û cuda dîtine lê niha hînî wan bûne heta ji wan hez kirine. Haa, di vê navberê de, rojnameyê bi wan re hevpeyvînek çêkirine ji ber ku îsal beşdarî şahiya Barişa Rock (Rock ji bo aşitiyê) bûne û gelek bal kişandine û bi gotina rojnameyê "Festîvalê hejandine"



Min ji komê hez kir. Pir baş e ku hêdî hêdî bi kurdî jî bi cureyên cur be cur stran tên çêkirin. Ya rastî min bi vê albûmê dît ku kurdî ji bo her cure mûzîkê ji tirkî gelek guncantir e. Çend kes hene ku hewl didin bi tirkî mûzîka metal fîlan çêkin lê nikarin. Bi ya min ji ber ku di giyana tirkî de bingeha vê yekê tune. Lê kurdî ne wisa ye. Mirov dikare bikişîne her derî. Dema ku min cara yekemîn li albûma "Pola Nû"ya Koma Rewşen kiribû, min wê çaxê jî wisa hîs kiribû.



Di albûma wan de 9 stran hene ku gotin û mûzîka wan bi temamî aîdê wan in. Stranên tê de: Çîne, helîkopter, bavê min şivan e, na na, jiyan, Şivik, hêvî, xatûn û maf"



21.07.2013 20:50 | simurg56

3. komeka mûzÎka heavy metalê ya kurd ya ku di sala 2002an de de ji aliyê çar kesan ve li colemêrgê hatiye damezrandin e.. solîstê komê reh an bi navê xwe yê rastî fuat taş mamosteyê mûzîkê ye û di serperiştiya wî de kom hatiye damezrandin.. wekê din di komê de cemal kaya an bi navê xwe yê din baratarna li elektro gîtarê dixe, afirÎş an bi navê xwe yê din ismail kurt li bas gîtarê dixe û ciwantirÎn endamê komê erkan baran an bi navê xwe yê din zêde jî li daholê dixe..

albûma wan a yekem ya bi navê helîkopter di sala 2009an de bi etîketa ses mûzîkê derketiye bazarê..

wekê din solîstê komê reh di hevpeyvîneka xwe de dibêje ku ji ber ku tu aîdiyetaka wan a organîk a siyasî tunîne ji aliyê siyaseta kurd û sazî û şaredariyên di destê siyaseta kurd de tên piştguhkirin û ji bo aheng û konsêrtan wekê komên din zêde nayên vexwendin..

covera hevalno ya şivan perwer û strana helîkopter ku navê xwe daye albûma ewil ya komê xweş e û hêjayî guhdarîkirinê ye lê stranên din yên di nav albûmê de zêde amator in û mirov dibêje qey hema ji bo ku albûmek jê derkeve bi dest xwe re hatine tomarkirin..



22.12.2013 14:26 | endazer

4. berbang, felat, xelasbûn, filitîn.
Fereca xêrê: ber bi başiyê, xweşiyê ve çûn.

yek peyva di nava helbesta bilbilê dilşad ku şivan perwer kiriye stran de bala min kişandiye. Di nava helbestê de bi vî awayî derbas dibe

"Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e"



27.06.2023 02:23 ~02:36 | çomo

5. Peyveke erebî ye. wate: rizgarî, xilasî.

(bnr: ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk)



28.10.2023 17:13 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferec

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî