1. endameke heyeta aqilmendan ê hunermend e û daxuyaniyeke ji bo qenala cnn turkde gotiye "ocalan rêberê gelê xwe ye". |
|
21.11.2014 23:30 |
azadixwaz
|
2. aktorekê ku vê pêvajoya dawî de bi gotinên xwe derketiye pêş e. |
|
22.11.2014 12:43 |
renas
|
3. aktorekê ku ez gelek hejê fîlmêt wi dikem. |
|
22.11.2014 15:43 |
vêca çiyeeee
|
4. gel wî bi awiren wî nasdike.(bnr: awiren kadîr înanir) |
|
22.11.2014 15:57 |
hûteheftserî
|
5. kesê ku bi gotina "ben bu oyunu bozarım.(ez dirîme di vê yariyê de.)navdar e. |
|
22.11.2014 16:16 |
vêca çiyeeee
|
6. ji bo min heta niha tenê tatar ramazan bû. lê êdî ji wê zêdetir e. gotinên xweş kiriye. |
|
22.11.2014 22:51 |
simurg56
|
7. êdî pîr bûye. vêga li ser cnnê diaxive. dengê wî gelek guheriye, nîvê karîzmayê wenda bûye. |
|
23.11.2014 22:37 |
simurg56
|
8. mirovê ku ez her çiqas aktoriya wî hez nekim jî, di aliyê siyasetê de helwesta wî ya van salên dawîn hez dikim e. |
|
24.11.2014 10:44 |
nazim tolhildan
|
9. tê gotin ku wê bibe namzetê hdpê ya ji bo wekîliyê. |
|
08.01.2015 20:58 |
simurg56
|
10. eger biçek aqil di serî de hebe nayê provokasyona îmraliyê û teklîfa namzediya parlementeriyê ya ji hdpê qebûl nake, serê sirriyê feqîr şewitandin, hemû kredî û prestîj û prensîbên feqîro ya li ber dilê civaka tirk kirin pênc pere niha jî li hêviyê ne kadir inanır bikin di heman xefkê de.. |
|
11.01.2015 03:34 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
11. mirovê ku bi aliyê hdpê ve tu teklîfa namzediyê lê nehatiye kirin e. di peyama jorê de dibêjin "bila teklîfa namzediya ji hdpê qebûl neke". lê teklîfeke wiha vir û derew a onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip e. ger vir nîbe bila ji kerema xwe re, ji me re îspat bike. |
|
11.01.2015 04:47 |
nazim tolhildan
|
12. wek mesela adnan oktar û mehdÎyetê te dî carina derdikeve û dibêje ez ne mehdî me lê ji xwe mehdî jî wê mehdiyeta xwe eşkere neke û nebêje ez mehdî me xelet fêhm nekin, gelek kêfa min ji kadir inanır re tê û ya rast ednanê qûnbigû nahêjê serê neynûka kadir inanır.. camêr di nûçeya jêr de bi awayeke sergirtî dibêje ji min re teklîf hatiye lê ya ewil heqê min nîne ez li ser ked û xebata xelkê bibim wekîl û ya didoyê jî min navê di bin banê parlementoyê de siyasetê bikim.. |
|
11.01.2015 05:25 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
13. li ser xatirê min, eger nebe zehmet lînkên di peyama jor de hatine dayîn bixwînin û ji min re bêjin, ka li gor daxuyaniyên kadir inanir û selahattin demirtaş mirov dikare ku bêje "hdp bo namzediyê teklîf ji kadir inanir kir". rojnamevan ji kadir inanir dipirse: "HDP'den teklif geldi mi?" û kadir inanir jî wiha bersiv dide: "Gelse de söylemem. Başka partilerden çok geldi" yanê dibêje ku teklîf nehatiye. warê jî nabêjim. lê ji partiyên din gelek teklîf hatin. jixwe selahattin Demirtaş jî dibêje ku "hevdîtineke me yê ji bo namzediyê nebûye". kuro ez dibêjim gotinên xwe îspat bike, ew diçe û ji destê xwe ve derewandina xwe dike. neyse dirêj nekim. lê tu caran ev qasî nebûm muxatabê niqaşên bêgingeh. |
|
11.01.2015 17:53 |
nazim tolhildan
|
14. mêr e mêr.. |
|
11.01.2015 17:58 |
tirşikçi
|
15. mêr e mêr.. |
|
11.01.2015 17:58 |
tirşikçi
|
16. îroj li êlihê di mîhrîcana fîlmên kurdî a yilmaz güneyê de gotiye ku ezê di pêvajoya çareseriyê de pÊşengê aşitiyê bim falan û fîstan.. ma kuro te xêr e? madem ku aşitiya me ewqasî hêsan bû -ku mirovekî wekî te jî li ba me dikare bibe mandela- heya niha ma çima me çop li textan xistin? û we çima çog li bextan xistin? kuro dîno mi go meke! kes ji derewan û şovenîzmê nemiriye mezinên me jî gotine qûn elimiye tiran dev alimiye viran.. mala minê gidî, hej te dikem camêr lê ji kerema xwe re stop! yanê çi? em ehmeq in û bi kêrî tiştekî nayên, û me dused sal in ku vê meseleyê safî nekirin -te dî, ku xulam bi tena serê xwe nikare azad be, divê xwediyê wî bêje da hadêê- û tu wek supermenekî hatî hawara me.. tu jî mafdar î camêr em belegazên vê axê ne û hûn efediyên me ne, yaw lo law çima bi rastî jî beriya ku hûn bibin pêşengên me, ranahêjin teşkên xwe, postalên xwe û naqeşitin? hi ezbenî? û heya îro, niha û ji vir şûnde tu jî wek herkes î ezîzekam |
|
11.01.2015 21:22 |
ferhenga şikestî
|
17. duh selahattin demirtaş di bernameyeka li ser televîzyoneka tirk, gotiye em ê teklîfa parlemeneteriyê jê re bibin, lê ez nizanim bê ka em ê bikaribin qayîl bikin an na?.. http://www.diken.com.tr/selahattin-demirtastan-kadir-inanir-acilimi-milletvekilligi-adayligi-icin-teklif-goturecegiz/ |
|
14.01.2015 21:19 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
18. eger qebûl bike, li bajarên ku di tê rêjeya kurdan kêm in, hdp dikare bike namzet. bi vî avayî hdp dikare bi karîzmaya wî ve dengê xwe zêde bike. |
|
14.01.2015 23:00 |
nazim tolhildan
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |