Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qedrî yildirim - tirşik
qedrî yildirim

Navê mijarê ya ewil ev bû:kadrî yildirim
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. gerînendeyê enstûtiya zimanên jîndar a zanîngeha artukluyê ye..

di sala 1959'î de li amedê ji dayik bûye.

di sala 1996'î de di zanîngeha harranê de li ser ziman û wêjeya erebî lîsansa xwe ya bilind temam kiriye û du sal piştre jî doctoraya xwe xelas kiriye.

di sala1999'î de di fakulteya îlahiyatê ya zanîngeha dîjleyê de di beşa ziman û wêjeya erebî de wek alîkar doçent dest bi kar kiriye û di sala 2010'an de jî bûye profesor

zimanên wek kurdî, erebî, farisî, îngîlîzî û tirkî dizane. zewicandî ye û çar heb zarokên wî hene..



hemû berhemên ahmedê xanî nirxandiye, li gorî kurdiya îro şîrove kiriye û çap kiriye;

(bnr: mem û zîn)

(bnr: nûbûhara biçûkan)

(bnr: aqîdeya îmanê)

camêr hemû emrê xwe li pey kurdî pûç kiriye di warê kurdî de otorîteyek e gelek li pêş û zana ye



îroj bi angaşta gendeliyê ji aliyê dewletê ve hatiye binçavkirin. ez bixwe şermazer dikim ku tu karê mamoste qedrî bi van ihaleyan ve tune ye û ne bawer im ku hebin jî. komployek ji aliyê 'hin kesan' ve hatiye kirin ku dixwazin kurd li tu derê bêhn û nefes negirin..



18.11.2014 19:43 | ferhenga şikestî

2. rîspiyê akademiya kurdî ye.

berê ji ber ku nedihêlişt cemaet bi hêsanî destê xwe li nav kurdolojiya artukluyê bigerîne, bibû reşê cemaetê, herwiha hikûmeta akpê jî jê hez dikir ji ber ku yekî welatparêz bû, axirê li gorî nûçeyan îro bi tohmeta gendeliyê hatiye binçavkirin, kes nikare bibe wekîlê tu kesî helbet, lê ez bawer nakim mamoste qedrî destê xwe yê pik û paqij bi toz û gemara dinyayê reş kiribe, eger çavê wî pere û menfîeta dinyayê bûya niha wekê gelekan ewî jî di nav hewzê pereyan de avjenî dikir.



18.11.2014 21:27 | uciezkvidyêvp

3. baştirîn mamosteyê li zanîngeha mardîn artukluyê.



30.11.2014 22:23 | diclefirat

4. Mamosteyê kurdî yê ke zaningeha artûklûyê mêrdîn de beşa ziwanê zindî de xebetêno. Nemaze saya ey kurdî aver şiyo.



Her wiha "mamoste kadrî bêxwedê niye."



01.12.2014 12:14 | endazyar

5. îro ji karê xwe yê alîkariya rektoriya zanîngeha artukluyê îstîfaya xwe daye.. di beyana xwe ya îstîfayê de gotiye ji ber ku ew hêviya min a berê ya serdestkirina aqil û feraseta zanîngeheka demokratîk a pişkdar nemaye ji karê xwe îstîfa dikim û dîsa gotiye hinek klîkên kûr nekarÎne xwe li ber serkeftin û pêşkeftinên di beşa kurdolojiyê de ragirin û ji ber wê bi ser navê min xwestine beşa kurdolojiyê di nav xelkê de bêîtîbar bikin, û li ser pirsekî ka gelo tu wê bikevî nav siyasetê de an tu wê namzediya xwe ji bo rektoriyê deynî? gotiye, min dil nîne têkevim siyasetê û ji bo danîna namzediya xwe ji bo rektoriyê jî hêj zû ye..

min gelek divê bibe rektorê zanîngeha artukluyê.. xwudêoo tu dengê min bibêê..




6. Di nav namzedên hdp ji bo hilbijartinên giştî yên 2015 e. Gava ku min seh kir bûye namzeda hdp ez xemgîn bûm. Ji ber ku her tişt li gorî xwe ye. siyaset ne li gorî Mamoste qedrî ye a niha berî her tiştê ji bo mileta kurd re zimannas, dîroknas, zanyar ji siyasetmedaran sed car zêdetir lazim e.



Hewce dike ku di salekî de bi sedan, hezaran mamosteyê kurdan mezûn bibe, ji ber ku xetereya asimilasyonê gelekî zêdetir ber kurda disekine, êdî mixabin mîlyonan zarokan kurda nikare hevokek kurdî xeber bide, zaravayê kirdkî ber mirinê ye.



Sed heyf...



11.02.2015 00:31 | mîr

7. Bûye berendamê parlementoyê. Di daxuyaniyeke xwe de sedema vê biryarê gotine, dibêje dewlet ji aliyekî ve bi kurdan muzakereyan dike ji aliyê din ve Mamosteyên dersa bijarte a kurdî ceza dike, min ê xwe ber parlementoyê re nekira lê piştî mamosteyan ceza xwarin ji bo ez bikaribim mafên wan biparêzim min xwe ber re kir, heke di meha hezîranê de wek namzedê HDP’ê bikevim meclisê ez ê him ji bo Zanîngeha Mardin Artukluyê û him jî ji bo beşa Kurdolojiyê hewl bidim û bixebitim. Heke nebe qismet ez ê dîsa vegerim ser karê xwe...



11.02.2015 23:15 | xendekî

8. Çend rojî verî, verendamê parlementerê hdpî bî.



Mamoste kadrî agahî daybî ke '' operasyonê bêîtîbarkerdene ra dima, mi nê bîryar girewt ke, ganî ez heqê kultura xo, heqê ziwên û wendekaranê xo her ca de bîgêra. Û mi zî verendamê xo hdp ra rona.'



Ez dil û can ra wazena ke mamoste kadrî, parlementerê ma kurdan bibo. Çimkî, hem kurmancî û hem kirmanckî de gelêk kedê ey, xizmeta ey esta.

Parlementerê ma ra kesêk zî, bi dil û can ra vaje ke 'ma perwerdeyîyê ziwanê dayikî wazenê'



12.02.2015 01:07 | endazyar

9. kesê ku bi ihtîmalekî gelek mezin ger hdp ji bendavê derbas bibe wê bibe parlementerê nû ê hdpê.

lê ji ber ku ji bo kurdî mirovek hêja û pêwîst e, belkî qet xwe tevlî siyasetê nekiriba baştir bûya. bawer im ji ber ku vê dawiyê jî hat binçav kirin, got êdî rehet tune ye ji min re û xwe avêt bextê hdpê ..



12.02.2015 10:16 | brusk56

10. mamosteyê min bû. niha namzetê hdp yê sêrtê ye. ya ku min jê fêm kirî mamoste Qedrî ne kesê siyasetê ye ji ber ku niqaşan de gotina tu kesî nabire * dibe ku ev yek ji mamostetiya wî jî be nizanim lê divê bizane ku her her dem bêdeng nabe pêwîst e ew bikare xwe bide guhdar kirin.



lê gelekî zîrek û zanyar e em vê jibîr nekin, ew ne zelamê li ser kursîyan e dikare aliyê tiştên nivîskî de karên pir serkeftî derêxe holê...



10.05.2015 12:37 | hêja hûner

11. Mamoste Qedri Yildirim, li zanîngeha Artuklu seroke Kurdolojî bû lê wi dest serokatî ye berda û ew nîha namzetê HDP ê.



10.05.2015 13:30 | ycup

12. cara ewil dema bûyî berbijêr kêfa min hatibû, lê ez niha dibêjim xwezî xwe hîç tevil gûyê siyasetê nekiribûya, min gelek dixwest di artukluyê de bibe rektor lê qey klÎkên kûr nehêliştin, hêviya min ew e ku dema bûyî parlementer di parlementoyê de hemû wekÎlên kurd yên ku nikarin du lefzên kurdî bînin cem hev, bielimîne kurdî..



10.05.2015 17:34 | endazer

13. parlamenterê hdpê ku bi pirsnameyek xwerû bi kurdî lotikek xweş li meclîsa tirko xistiye.

Here lînkê



07.09.2015 17:54 | ceso

14. tê de ''wekê''yek zêde heye..



07.09.2015 17:57 | endazer

15. Zimannasê ju purtûkeje fêrbûna soranî nivîsoye lê navê pirtûkê nayê bîra min.

Pirtûk ne xerab bû lê her kêmasî hene



07.09.2015 18:02 | dijber

16. ew nivîskar e pirtûka hînkirina soranî bo kurmancan bi tirkî nivîsandiye, berhemeke wî bi kurmancî wek pirtûk tuneye, wergerên wî jî ji erebî bo tirkî ye, lê xelkê naecibîne *



07.09.2015 20:34 | elomelo

17. Zimannasê kurdî yê ku rastnivîsa kurdî nizane *



07.09.2015 20:50 | kurê bavê xwe

18. we rastî bivê, kurmancî beşa wî ya esil nîn e û kurmanciya wî jî pirr xirab e ez meraq dikim çawa çêbû ku hat li ser beşa kurdolojiyê...



13.09.2015 23:49 | ferhenga şikestî

19. bi rexneyên virtûvala ewî jî berê tifinga xwe daye parlementerên hdpê yên ''sekûler''..

bi kurtasî dibêje; ez û çendek ji parlementerên akpê ji mizgefta meclîsê derdiketin, me dî parlementerên hdpê, meha rimezanê, nava rojê, li hewşa meclîsê civat gerandine, çay û qehwê vedixwin, hevalên akpyî jî tevzê xwe bi min kirin, gotin, xêr e mamoste an rojiya we ya hdpê heta nîvro ye? me çi hêvî jê dikir, ew çûye çi dike? heyf!



30.06.2016 01:53 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qedrî can

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî