Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
koma rewşen - tirşik
koma rewşen
(5) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. komeke rock mûzîka kurdî .



30.05.2013 16:14 | simurg56

2. bo min, sembola mûzîka kurdî ya nûjen e. Berî salan, (bi qasê 10 salan fîlan) ez û bavê xwe bi erebeyê diçûn sûkê, radyoya radyo şokê de strana koma rewşen ya bi navê bê te naçim lê dida. wê demê rojnameya azadiya welat ferhengek diyarî kiribû ferhengoka pîne min ji wê ferhengê gelekî hez kiribû û gelek tiştan jê hîn bûbûm; weke mînak ji heykela tirkî re, ez hîn bûm ku bi kurdî peyker tê gotin.

neyse, aha di vê strana koma rewşen de jî rêzikên wisa hene "werin xortino, em peykerekê çêkin, ji heriyê. Axa wê ji evînê, ava wê ji mirovatiyê"

hah, min got, welleh rast e ev peyva peyker kurdî tê karanîn jî.

him ji ber wê him jî, ji ber tarza xwe ya cûda ev stran -ya rasttir, ev rêzik- man aqlê min de û meraq kir û kir ka ew kî bû vê stranê digot.

wê demê ne înternet hebû ne jî mmc.

piştî gelek salan, dema min keşf kir ku ew koma rewşen bû, gelekî kêfxweş bûm û koma rewşen ji min re bû tiştekî sembolîk.

he gidî...

bi kurtî, koma rewşen can e, rihê rock mûzîka kurdî ye.



20.06.2013 21:04 | simurg56

3. Beriya 6 salan me weke çend xwendekarên zanîngehê dest bi weşandina kovareke bi kurdî kiribû û navê wê jî "qedexe" bû. Me di hejmara duyemîn a kovarê de bi Koma Rewşen re hevpeyvînek çêkiribû. Dixwazim wê hevpeyvînê niha li vir jî biweşînim, her çiqas heyvpeyvîneke kevin be jî kesên ku ji mûzîka Koma Rewşen hez dikin heye ku bixwazin bixwînin. Fermo pirsên min û bersivên solîstê komê harun ataman:



***Merhaba,



Em Koma Rewşen wekî duyemîn koma rock muzîka Kurdî nas dikin, lê we ya yekemîn ji Rockê pir cuda bû, û bi albûma duyemîn we cureya muzîka xwe guherand, wekî pirsa yekemîn ez dixwazim vê bipirsim; çima ev guherîn û çima Rock Muzîk? Li cem we Rock muzîkê tê çi wateyê?



Dîroka Koma Rewşen wek dîroka nÇmê ye. Komên ku di warê muzikê de afirandin çêkirî, komên ku derketî, bi awayekî polîtîk hatine cem hev heta niha. Xetekî NÇMê hebû, heta niha. Ew xet jî, em dikarin bêjin hevketinên îdeolojîk bûn. Heta niha çend komên derketin, ji hundirê şer derketine. Koma Rewşen jî, li ser vê xetê ava bûye. Komeke ku di nava şerekî qirêj de ronahîyê dixwaze, bû. Fikrên rewşenbîrî diparastin. Lê ne zêde li ser teknîka mûzîkê, zêde li ser kûrahiya mûzîkê... Mirov dikare bêje qista herî mezin a wê mûzîkê polîtîk bû. Em jî mûzîka polîtîk çêdikin, lê derfetê wan jî tune bû da ku lêkolînan bikin û mûzîka gorî daxwazên xwe çêkin. Di nav şer de bûn, her dem binçav bûn, bi pirsgirêkên cur be cur re rû bi rû bûn.



Koma Rewşen di sala 1998'an de hat belavkirin, du solîst ji komê derketin, jixwe kom belav bû. Wê demê ez jî nû tevlî bibûm. Çend hevalên mayîn, me ji xwe re xeyalek ava kir. Ji bo pêşerojê, mûzika ku aîdê me, ê ku ji rihê me derketiye çi ye, em wê çêkin. Bi salan em li ser vê sekînin. Me nikarî bêjî, em ê ji sedê sed mûzîka rock çêkin lê xwezayê me, em hêdî hêdî bi wî alî ve birin. Koma Rewşen, komeke xebatker e jî, wê demê heftîyê heft rojan me xebat digirtin. Di nav wan xebatan de cûreyê wê bi vî awayî zelal bû. Û xebatên wek 'Asê' û 'pola nû' derketin.



Heta niha sê albûmên we derketin, ger hûn her sêyan bidin ber hev, hûn kîjan albûmê bêtir serkeftî dibînin?



Bi rastî her albûm ji mirov re dibe kuçekê(kevir) avahîyê. Her albûma ku me çêkirî ji me re bû sedema bilindbûnekî. Tu albûmekî jê bikişînî wê binî vala bibe. Mirov dikare bêje ku hemû albûm jî wisa ne, lê ê ku herî ji dil, me çêkirî, ê ku herî bê tirs, me çêkirî, ê ku herî bê şik û bê pirsgirêk me çêkirî, Pola Nû bû. Yanî Pola Nû ji me re êdî bû merhaleyek destxistî. Ji Pola Nû û wê de em azad in edî, em dikarin mûzîka xwe li gorî dilê xwe, bi her awayî çêkin.



Yanî em dikarin bêjin pola nû ji bo we asta herî bilind e?



Belê belê, asta herî bilind e, lê xebatên ji berê jî, bûne sedeme pola nû.



Bi taybetî di albûma dawîn (Pola nû) de gotin, awaz û stîla we pir orjînal û yekta ye? Lê dîsa jî gelo Koma Rewşen tu kesî ji xwe re wekî mînak distîne? Ne tenê ji-xwe-re-mînak-girtin, mesela gelo ji muzîka cîhanê, yên ku hûn pir guhdar dikin, hene?



Em dikarin bêjin di dema lîseyê de me pir zêdetir guhdarvanî kir, lê aniha zêde guhdarvanî nema. Ez bawer im di pir ê hunermendan de ev xwezane heye. Ê ku te têr dike, tu guhdar dikî. Ê ku te têr dike roj bi roj kêm dibe. Ne ku ji wê yekê ye ku tu gelî gelî serkeftî yî, lê tu êdî ji wê mûzîkê ewk bûyî yanî êdî runiştiye ser ruhê wê mûzîkê. Di vî warî de em dikarin bêjin ji 98'an de heya heta pênc sal berî niha jî me zêde guhdar dikir. Ji komên ciwan bigire heta komên kevin. Ji greenday heya system of a down Bi piranî yên bîyanî. ji ber ku ev stîl hinek jî ji destê wan serkeftî buye. Lê aniha pirsgirêka me ew e ku em mûzîka xwe bikî xwedî tamekî zehf, ku di dîrokê de cihê xwe bigire. Di vî warî de xebatê me bi temamî li ser albûmên me yên nû ne. Xeyalê me hene ji bo pêşerojê. Ji bo van xeyalan niha em di nav tevgerê de ne.



We di albûma xwe ya dawîn de cih daye stranekî koma wetan. Ger em vegerin wan salan, hûn dikarin çi bêjin dermafê Koma Wetan û kalîteya rock muzîka Kurdîya wê demê?



Bi rastî jî Koma Wetan, tê şîrovekirin, carna dibêjin tarzekî pop e, carina jî dibêjin tarzekî akustîk rock e. Lê ev sedê sed zelal e ku destpêkerê mûzîka rock in. Anuha ew sembolê me yê mûzîka rock in. Bi ruhekî kurdî û bi dilekî mezin di wê demê de ava kirine. Em dikarin vê bêjin ku Koma Wetan nava derfetên teng de dest bi vê mûzîkê kiriye. Dema ku wan mûzîka rock çêdikir di cîhanê de furyayeke mezin hebû alîyê belavbûna rockê de. Bi rastî jî li gora dema xwe, em mêze dikin, albûmekî tenê çêkirîye lê saxlem çêkirîye û di dîrokê de cihê xwe girtiye. Em ê jî vê yekê heta dawîn biparêzin. Di rojên pêşiya me de belkî em rojên Koma Wetan çêkin, belkî em festîvalên rock çêkin. Em niha di nav tevgerê de ne.



Û rock muzîka Kurdî ya niha… Bi qasî ez dizanim, ji xeynî we hunermendên wekî rojhan beken, mirady, jan axîn jî hene ku bi temamî rock distirin, hûn dermafê rewşa rock muzîka Kurdî ya niha, çi difikirin?



Bi rastî ji bilî van hevalên we hêjmartî pir kom derketine heya niha. Mesela, têkilîyê min gelek hene bi van koman re, ji her alîyê Kurdistanê ji Tirkîyê û ji Ewropayê. Em dikarin bêjin nêzikî pazdeh komên ku mûzîka rock bi kar tînin derketiye. Em di nav têkilîyê de ne û em hêvî dikin roj bi roj zêde bibe. Guhdarvan zêde dibe, yên ku xwe nêzikî vê tarzê dibîne, roj bi roj rengê xwe xuya dikin. Têkiliyên me gelek baş e bi van hevalan re. Ji bo pêşerojê projeyên me hene bi hev re, ji bo ku em li amedê festîvala rockê amade bikin, nêzikî du salan e ku em di nav tevgerê de ne. Yanî em dikarin bêjin ev salek û nîv e, em di nav tevgerê de ne û di nav têkilîyê de ne ku em festîvalek xweser a mûzîka rock a Kurdî, çêkin, destpê bikin û her sal çêkin. Ev jî bi şert û mercan ve girêdayî ye. Çawa Kurd parçe parçe ne, hunermendên Kurd jî di nava xwe de parçe parçe ne. Van salan em dikarin bêjin ku têkiliyên me çêtir in.



Heta niha taybetî em li ser rock'a Kurdî rawestîyan lê, dema hûn li giştîya hemû cureyên muzîka Kurdî dinêrin hûn dikarin bêjin ku hûn hêvîdar in?



Mûzîka kurdî ya giştî bi destê kargeh û prodûksîyon û cihên weşana ye. Em bêjin, televîzyon û prodûksîyon çi nîşan bide, wê gel bi wî alî pêş ve here, paş ve here. Aliyê mûzîkê de muheqqeq guhertin hene, em dikarin bêjin îsal em ji par belkî serftîtir in. Lê tabî çandên cûr be cûr hatine nav me. çanda pop, çanda arabesk zêde zêde cih bune. Di vê warê evna çandên parazît in, gerek ev çand bên tûnekirin, paqijkirin ku pêşveçûn hebe. Ji ber ku ev çand mirov paş de dibe û dibe sedema nefikirinê, dibe sedema negiştinê, biçukbûnê. Ji bo pêşveçûna mûzîka Kurdî em dikarin bêjin ku gerek cî yê herî mezin çanda alternatîf û çanda etnîk bigire. Çanda me ya etnîk, a aîdê Kurda, temamî yê ku tama jiyana Kurdî jê tê û ji bilî vê yekê çanda alternetîf... ku jiyanek ji gelê me re ava bike.



Mûzîka rockê bi serdildêrîya xwe, bi îsyankarîya xwe navdar e. Wê çaxê hûn jî serhidêr î. Nexwe hûn dikarin ji xwendevanên me re bibêjin ka hûn li hemberî çi, li dijî çi ser hiltînî?



Em di nava şert û mercên Kurdistanê de dijîn, zarokên Kurdistanî ne û em li hemberî zilma Surî, li hemberî zilma bajûr û zêdetir Kurdistana bakur û rojhilat, em dikarin bêjin zilmek zêde heye. Pirsgirêka me ya yekem ev pirsgirêk e. Zarokekî Kurd nikare li gorî daxwaza xwe perwerdehî bistîne, li gorî daxwaza xwe jiyanekî ji rengê xwe bijî. Ev ji min re pirsgirêka herî mezin e. Dayikekî Kurd çi dixwaze aniha em jî wê dixwazin. Ji bo vê rojê wisa ye. Lê pêşerojê heger Kurdistanek azad jî bê, dîsa pirsgirêkên me pir in û em alternatîf in. Em bêjin qeymeqamek, valîyek Kurdî jiyan bike û bi Kurdî mêtingerî bike, ez vê jî qebûl nakim. Alternatîfî heya dawiya jiyanê ye yanî. Zanyarek dibêje; hingî ku pirsgirêkên civakî heye, wê agirê mûzîka rockê herdem gur bibe, çiqas pirsgirêk hene, wê ewqas gur bibe.



-Gelo em dikarin bêjin ku serhildana we piçekî jî li hemberî muzîka kurdî ya ji-rêzê ye?



Ne, em dikarin bêjin, mesele ez, ê ku zêdeyî van stranan diafirînim, lê ez aniha herî zêde li dengbêjan guhdar dikim. Vê sala dawî de mûzîkên ku ez guhdar dikim ji sedî nod dengbêj in. Ji bo stîlên wek hev, stîlên ku çanda mirov dixînin, stîlên ku nafikirin, stîlên ku evînê, şert û merên jiyanê, xwezayê nebîne, ê ku li hemberî vê yekê di nava çewtiyê de be, em hemberî wan in. Lê derketina me jî ne li hemberî mûzikên roja em derketin, bû. Em hemberî çanda popûler û arabesk in, lê derketina me berî her tiştî li hemberî şert û merên jiyanê ye. Di nav wan şert û mercan de me dixwest em sînyalekî ji dewleta Tirkiyê re bişînin. Û heger ji me bê, ewqas ronehiyek hebe, em ronahiyekê bidin.



-Pirsa min a dawîn; Amadekarî ya we ji bo albûmekî nû heye gelo, an jî em piçekî bihêvî wisa bipirsin; Albûma we ya nû kengê derdikeve?



Aniha em di nava tevgerê de ne. Em aniha ketine nav albûma nû. Albûma nû albûmekî akustîk e. Xebatekî 'navberê' ye, ne hişk e. Enstrûmanên akustîk tên bikaranîn. Hinek gotinên, em bêjin, di nava dîroka Kurdistanê de ê ku jiyana xwe bi qehremantî bi dawî kirî, em dixwazin çend helbestên wan bikin stran. Yanî helbestên şervanan. Û bi awayekî akustîk, em dixwain vê albûmê bikin wek albûmekî bîranîn jî. Bîranîna qehremanan... Bi awayekî vîdeo, em ê çêkin. Di konseran de em ê dîmenan bikişînin. Konserek taybet em ê çêkin, konserek biçuk. Dîmenên statîk ne ewqas kînetîk. Ji ber ku albûmekî bîranîn e. Em bawer in ku heya şeş heft mehan wê derkeve. Heger em pê re bigihînin dibe ku sê mehan de jî derkeve. Di vî werî de em dikarin bêjin ku ev jî wê di jiyana Koma Rewşen de bibe xalekî herî giring. Ev albûm ji ber ku albûmek taybet e. Ne hişk e lê bi ruhê xwe dîsa ji mûzîka rock tê.



-Ji ber ku we me guhdar kir û wextê xwe da me, ez li ser navê malbata kovara QEDEXE pir pir spas dikim û di karên we yên pêşerojê de ji we re serkeftin dixwazim.



Em jî gelek gelek spas dikin, em dixwazin bêjin li ser xêrê jî be kovara we. Serkeftin ji we re.***



13.07.2013 15:06 | simurg56

4. koma ku gelekî ji stranên wê yên bi navê zagros û bayekê hez dikim.. sal kengî bû niha nayê bîra min lê demekî li amedê di festivalekî de min li ser sehneyekî guhdarî koma rewşen û apê aramê tîgran kiribû.. ev yek ji bo kesekî wekê min ji aheng û konsêrt u dawetan hez nake sûrprîzek xweş bû.. gidîîî rojên berê..



13.07.2013 16:48 | endazer

5. di albuma wan e dawî de teoman ketiye wan,fonetîk û sentaksa kurdî xira kirin.divê vegerin li eslê xwe.



20.07.2013 12:35 | tivirloismail

6. Pink Floyd a kurdan.



20.07.2013 16:54 | seydayê_peyvan

7. barbiKê berxwe hinek anarşistin *



28.09.2013 22:08 | hozanagirîn

8. koma ku bi fikr û ramanê min, bi tirkî bistire çêtir e.

bila ti kes dilê xwe ji min nehêle lê belê mirov ti tahm ji kurdiya wan nastîne.



16.12.2013 21:48 | oxir

9. (bnr: kuro devê xwe xwar neke)*



13.04.2022 03:57 | heval.js

10. yek ji stranên min ên hezkirî yên vê komê ye




22.03.2023 20:25 | horhorik

11. nizanim ev bi çi awayê çêbûye lê melodiya strana wan a "hatin", eynî straneke hdp'ê ye.

"hatin hatin hatin" - [01:21]




"rabin rabin rabin" - [00:33]




-------------------------------
"(?)" - [02:08]




"ji zarok ji ciwan e dengê karkeran e..." - [02:09]






(?) : nehat fehm kirin



17.04.2023 03:38 ~13:34 | ciwanzêr

12. Erdewan Zaxoyî - Hatin





Aram Tîgran- Hatin




17.04.2023 10:04 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma miraz
» rewşen-name

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî