1. Eger modernîzma edebiyata kurdan modernîzmeke ji tradîsyonê bêbehr û pêvajoya balixbûna wê jî gelekî dirêj be, wê heynê em dikarin bêjin gazinda xencera min a celadet ji aliyê naverok û çîroksaziya xwe ve vê nêrînê berovajî dike; anku we dike ku em jê re bêjin “çîroka beravêtî ya malbata edebiyata kurdî.” . Serdema (dij)kolonyal bi eşkere di çîroknûsiya Celadet de li ber çavan e. Di çîroknûsiya Celadet de hêmanên materyal ên (dij)kolonyalîzmê bi awayekî zelal xwe bi lehengan vepêçane. Lehengên wî yên kurd her di nava berxwedanekê de ne, lehengên kolonyal jî hem bi awayê materyal, hem jî bi awayê derûnî ilehî li pey dagirkeriyê ne. Di çîrokên wî yên polîsiye de, ecêb e lê mekan ne deverên li Kurdistanê ne, anku kolonîkirina Kurdistanê rê li ber mekanbûna bûyerên polîsiyeyê girtine. |
|
16.11.2014 06:03 |
zero
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |