Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 9 peyam
bilind ibrahim - tirşik
bilind ibrahim
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek ji başurê kurdistanê ye. li bajarê duhokê hatiye dinê. li tirkiye û kurdistanê bi taybetî bi strana gewrê nayê deng da. hema bêje hemû cureyên stranan dibêje. lê bi rastî çi bêje xweş dibêje.





19.07.2013 01:37 | feqiyêteyran

2. stranbêjek bahdînî ye.. wek peyama li jor de jî hatiye gotin hema bêje zimanê xwe her li çeşn û cureyeka muzîkê gerandiye û di hemûyan de jî serkeftî bûye.. di arşÎva min a mûzÎkê de bi navê dil venebû albûmeka vî camêrî a ku ji ber civat û şevbêrkekî hatiye girtin heye mirov ji guhdêrînê têr nabe.. di albûma berbehs de camêr bes bi enstrûmaneke ku tam navê wê nizanim lê bi ser dengê cumbuşê ve diçe lêdixe û distirîne..



traclîsta albûmê:



dilê min westiya + evro dilê min kul e

sewdalîkê + Çûm mexmûrê

dil venebû

Çavreşê Çavbikilê

xirabo

xirabo

Çiyayê gabaro

xem û xeyalên te + min bihîstî

ho leyo

peşîmanî

min canek dît

sebrê

qumrîkê

taqî belek



19.07.2013 01:59 | endazer

3. stranbêjek welatparêz û kurdistanî ye.. hem ji bo alÎkariya mexdûrên erdhêja wanê û hem jî ji bo alîkariya penaberên rojavayê kurdistanê yên ku li kampa domîza ya li başurê kurdistanê hêwirîne tevli aheng û konsêrtan bûye.. berî çend mehan li amedê di bin banê rojên danasîna duhokê de li meydana derê çiyê konsêrtek dabû.. ez û hevalekê xwe yê tirk di ber re dibihurÎn ya rast zêde ji aheng û konsêrt û dawetan hez nakim lê dema min dengê bilind îbrahîm bihîst min xwe negirt û heta ku konsêrt dawî bû ez sekinîm û min lê guhdarî kir.. û ji ber ku bipiranî stranên dawetê gotin hem kesên hatîn konsertê û hem jî hevalê min ê tirk kêf û zewqek mezin ji konsêrtê hilanîn.. îlahiyeke meşhûr ya bi navê xwuda ellah ku mixabin navê xweyê stran-îlahiyê nizanim jî gotiye û klîbek jî jê re kişandiye..



19.07.2013 02:07 | endazer

4. Stranbêjê ku dema mirov gohdarî dike dile mirov dihelîne ji ber ku dengê wî yê qedîfe û kurmanciya wî ya fesîh û gewr pê stranên xweş carina mirov gellekî xemgîn û ramandar dike . lê belê ji xeynî xemgîniye mirov pê pir kêfxweş ji dibe ji ber ku ewî rahiştiye ew alaya ku hûnermendên wekî mihemed şexo ,mihemed arifê cizîrî,îsa berwarî hw.d berdayî ji me re.Li gorî min ev peywîra ku ewî avêtî ser milên xwe ji bo me bi teybetî ji bo çand û hûnera kurdan gellek girînge ji ber vê yekê ye ku stranbêjên ciwan wekî wî divê ji aliye hemu kurdan hemû rê û rêxistinan ve be parastin. Xwedê bike dengê wi her tim ser dine be û her bibêje.



22.03.2014 16:05 | karmatî

5. xwezî herdu hefteyan carekî albûmek derxistibûya..



14.04.2014 02:56 | endazer

6. min îro di nûçeyeka rûdawê de xwend ku li ser trajediya şingalê stranekî çêdike.. û di heman nûçeyê de tê gotin ku bi xwe jî xelkê devera şingalê ye.. yek ji stranbêjên min ên favorî ye.. ez ê bi çil û çar çavan li hêviya strana wî ya li ser trajediya şingalê bim..



18.09.2014 01:35 | endazer

7. mariv klîbên wî yên beredayî biavêje aliyekî bi rastî jî bÊqisur e, bi tarz û şêwaza erebesk distirê lê ne mîna stranbejên ji bakurê kurdistanê peyv û hevokên qeşmerane û jiberkirî û tewş bi kar nayêne, heke dengê min xweş ba min ê hemû stranên wî ji ber bikira û di her konsertên xwe yên mîkro de bigota..

gelek rûken û cirxweş e



18.09.2014 11:27 | ferhenga şikestî

8. strana wî ya li ser şingalê duh bi riya kanala vin tv hatiye belavkirin..

stran jî û vîdeoklÎba ku ji bo stranê hatiye çêkirin jî bi kêrî seriyek pîvaz nayê.. lê dema tiştek li ser mirov bibe kar û wezîfe yanî dema tiştek ji kesekî bê hêvîkirin normal e ku tu tişteke berketî ji wê tiştê dernekeve.. yanî çi? yanî heçî huner e, bi îlhamê çêdibe, li ser sîparîşê çênabe, divê bêyî plan û bername ji nişkê ve tiştin biniqute ser dilê mirov û mirov jî rabe teşeyeke hunerî bide wê tişta niqutÎ dilê xwe..

neyse dirêj nekim ji xwe xewa min tê, yekî dî bûya min hê stran derneketî min ê gotibûya ew tişta ku berî derkeve ev qas reklam û lansmana wê tê kirin tu tişt jê çênabe lê ji ber ku kêfa min ji bilind îbrahîm û mûzîka wî re tê min nexwest bêyî ku berê xwe bidimê û bi qewlê toriyan lê bihesînim qelema xwe lê bişikînim..

ew stran:



li vir jî beşdarî bûltena nûçeyên rûdawê bûye û li ser karesata şingalê pêzanînên xwe ku bi xwe jî ji şingalê ye û dîsa ji devê wî gelek xizm û lêzimên wî li wir dijîn, gotiye :



20.09.2014 04:42 | endazer

9. ez îdda dikem û jê piştrast im, şivan, ciwan û nîzamettîn jî têde, kes nikare mîna evî camêrî, stranên kurmancî wilo bi hostayî bisitirîne û bi vî miqamî bêqisûr bêje û peyvan wisa tequz bi lêv bike, noqte!



23.11.2015 20:52 | ferhenga şikestî

10. hunermendê bira jê pêve kes nebêje ez hunermendim, mêrik sitrana ku sitirye xweş sitirye. hunermendê ez carna dibêjim xwezî hemû stranên kurdî bi sitirya ji ber camêr zane bibêje.., hunermendê kû dengê wî xweşe, miqamê wî xweşe, gotinên sitranên wî xweşin, kesekî timî devbikene.

hunermendê divê pir bixebite, çavê me teva li riya sitranên ku nûn derxeye, stranên kevnbin jî dibe hewqasê bi dengê wî bin em pê razîne û li bendêne.



hunermendê bi dengê xwera her hebe..



23.11.2015 23:52 | shorbevan

11. Stranbêje ku gelek jê hez dikim û bi rastî jî gelek serkeftî ye. Beriya 2-3 salan li amedê li qada şêx said derketibû ser dike û 5-6 stranan gotibû. Min ew derfet dît ku bi zindî guhdarî bikim.

Weke min gotî yekî gelek hêja ye, lê ciwan, şivan felan. Hêdî hêdî. Elbet ji ber tarz û şêweya wî hûn dikarin ji şivan û ciwan zêdetir hez bimin lê ji bo bilind bigihije asta wan hê jê re 20 sal lazim e.



24.11.2015 10:25 | brusk56

12. Stranbêjê nizam çawa heta niha min tiştekê li ser nenivîsandiye. Belê dengê wî pir xweş e û beriya çend salan nizanim min çend caran guhdarî gewrê nayê kiriye. Lê hinek klîbên wî hene dilê mirov reş dikin.



24.11.2015 11:36 | azadixwaz

13. Navê rastî Bilind îbrahîm e û çima wiha bê tîpên kurdî hatîye nivîsandin fêhm nakim.

(bnr: bilind îbrahîm)



10.04.2019 18:02 | brzn

14. Sersala 2019 an de sitrana xwe ya bi navê "Roha min" derxistîye.Dikarin li ser youtûbê bi gotinên wî ve guhdar bikin.

û dîsa jî lînkî dixwazim parve bikim.





10.04.2019 18:12 | brzn

15. Evîna min e. Ew nizani ez jî bo wî dibêjim:

emrê teyî çilê ye
Bejin şitla gulê ye
Nebêje eza pîrim
dil aşiqê gulê ye


(bnr: Çil salî)



26.04.2021 18:22 ~18:22 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bilind apo
» ibrahim gokçek

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî