1. Edgar Allan Poe (z. 1809 li Bostonê - m. 1849 li Baltimoreyê) helbestvan û çîrokvanekî amerîkî bû. |
|
18.07.2013 21:13 |
cirano
|
2. nivîskarekî emerikî ye. afirinerekî (bnr: wêjeya gotîk)ê ye. li ser tiştên reş, xerab, horror, terror û iblisî nivîsiye. çîrok û şiîrên wî navdar, tesîrdar, kaotik û reşeba ne. kurteçîrokên wî yek bi yek ecêp in. bi rêya themaya tirsê krîtîka modernîzmê kiriye. ew jî bi dengê (bnr: christopher lee)şiîrekî wî: |
|
28.08.2015 01:04 ~01:04 |
wiha wilo wisa
|
3. Niviskar û helbestvan e. |
|
28.03.2020 22:19 |
roz
|
4. helbesta Annabel Lee bi jêrnivîsa brahîm ronîzer. Poe vê helbestê ji bo hevsera xwe nivîsandîye ku mixabin zû miriye. “Berîya gelek sal û zemanan bû Li welatekî kevîya behrê Keçikek hebû, we yê bihîstibe Navê wê Annabel Lee bû Tu fikar nediketin dilê keçikê Ji xeynî hezkirina min û wê Ez piçûk bûm, ew piçûk bû Li wî welatê kevîya behrê Lê me wisa ji hev hez dikir, evînek zêdeyî evînê Min û Annabel Lee Evînek wilo bû ku milyaketên banê banî Xwezîya xwe pê dianî Û ji ber vê, gelekî berê, Li wî welatê kevîya behrê Reşebayek ji ewrekî gobilî hat, ferihand Delalîka min Annabel Lee Axir lêzimekî wê hat Û ew ji min dûr kir Di gortengekê de bêdeng û dev kir Li wî welatê kevîya behrê Milîyaket li banê banî nîvê me jî ne bextewar bûn Ji me dihesidîn- Erê lêê! –ew bû sersebeb (wekî ku hemû kesî dizanî li wî welatê kevîya behrê) Ew reşeba gobilî ji ewrekî, nîveşevekê Delalîka min ferihand, kuşt Annabel Lee’ya min Lê evîna me gelekî xurttir e ji evînê Evînên berî me- Evînên gelekî ji me zanatir- Ne milyaketên banê banî Ne cinên di binê behrê de Dikarin giyanê min qut bikin Ji giyanê delalîka min Annabel Lee Lew çawa hîv derdikeve xeyala te dibiriqe Delalîkê Annabel Lee Û ji dêla stêran çavê te dibiriqin Delalîkê Annabel Lee Û wisa xwe dirêj dikim bi şevgarê li rex Delalîka xwe, cana xwe, jîyana xwe, kebanîya xwe Li rex gora wê, li kevîya behrê Li ber delodînîya pêlên wê.” |
|
01.03.2022 22:31 |
ezcan
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |