Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
qantir - tirşik
qantir
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yanî hêstir...

yanî bavker...

yanî dêbergîr

yanî bêdûnde...

yanî belengaz...

yanî tu heywan qasî wan ji ber bavê xwe fedî nake.

yanî ha qantir ha atapirt!

Weselam, şût û gol...



18.07.2013 19:59 | keje bemal

2. Kesê girr û bi qawet...



18.07.2013 21:00 | cirano

3. qantir, bi hevşabûna ker û hespê hatiye dinyê, ji ber ku bi qawet û deyax e, axilbe "qaçaxçîtiyê" dike...



28.07.2013 15:08 | felek

4. kîngê qantir za ew ê ibrahim güçlü û kemal burkay bibin însan



28.07.2013 23:22 | quto

5. Li gor kurdolog û lînguîstê amerîkî michael l. chyet ji "hêstir" ji "hesp+tir" e. Li gor zimanzanê ermenî sevan nişanyan jî "katır" (qatir/qantir/hêstir) ji zimanekî îranî ye û ew jî bi heman metoda "hêstir ji hesp+tir" ji "xer + terê" (xer bi hin zimanên îranî = ker bi kurdî). Eger texmîna Nişanyan li ser "qatir ji "ker+terê" rast be, ihtimal heye ku ew ne ji farisî lê ji kurdî ye ji ber ku "x" di tirkî de dibe "h" û "q" dibe "k". Lê eger "qatir" ji "ker+tir" be û wek "katır" ketibe tirkî jî, wisa diyar e ku forma kurdî bi xwe winda bûye û "qatir" ya niha ji tirkî vegeriye kurdî. Zêdebûna "n" (qatir ) qantir) di nava peyvê de di kurdî de tiştekî berbelav e: çok ) çong, tac ) tanc, firset ) firsend.



29.07.2013 21:51 | endazer

6. di nav kurdan de ji bo tiştên nemumkin e ku çêbe an pêk bê jî di nav biwêjekî wek kengî xwê şÎn be û qantir bizê de tê bikar anîn..



29.07.2013 21:53 | endazer

7. ji qantirê pirsîn bavê te kî ye go xalê min hesp e *



10.03.2014 18:59 | gêjê

8. (bnr: kerê mayînê)



28.04.2015 12:07 | mîr

9. Ji qantirê pirsî ne bavê te kî ye?

Gotiye dîya min hesp e.



31.03.2016 14:53 | gumgumok

10. berî sedsala bîstem hespên kurdan navdar bûn û gelek navên hespan gîhaştim wextê me. dûre kurd hêdî ji ber zilma dewletên osmanî û îranê hêdî hêdî qels û lawaz bûn. di sedsala bîstem de ji hespan bêhtir li gundan qantir navdartir bûn . ji ber zorbûna limiqatebûna hespan zor e gelek mirovan dev ji xwedîkirina hesapn berdan..



25.11.2019 00:20 | berxweda

11. Mamosteyekî me heye. Her tim qala hespa dike. Mînakên wî jî di der heqê hespa de ne. Ez difikirim belkî mamostê jîyana xwe din de hesp be.



25.11.2019 00:59 | kurêtirîdeus

12. Ajala ku di kilama Filîtê Quto de derbas dibe.
Karwanê me sê qism e qismek ga ye, qantirê lawo yek dewe ye



25.11.2019 17:52 | seryasêdilşûşe

13. li gund pîrejineke bi navê fatmeşa xebroşkek ji me re digo, behs dikir berê qantir nebûne lê qentûr hebûne. ev ne heywan bûne ne jî însan. lê kî bidîta digo hem heywan in hem jî însan. Gewdê wan yê însana bû lê jê berjêrtir jî ya belgîra. îca ev qentûr dikariyan xeber jî bidin, herçend me ji zarê wan fahm nedikir jî ew ji me fahm dikirin. Lê me nediwêrî herin ba wan hema tenê ji dûr de godariya wan dikir. digo te seh'kira pistepistê wan yê însana bû hirehirê wan jî yê belgîra.

werhasil ez dibêjim qentûrên fatmeşa xanimê, kentaurên mîtolojiya yewnanî ne. herhal rojek ji rojan çîrokvanekê meseleya hespemirovan bihîstiye û çima ku herdu mexlûqat jî têkel in, bi ser de navûnûçik jî hema hema yek in wihareng di serê xwe de mînandiye û belav kiriye.

qantir: ker û hesp
qentûr (kentaur): mirov û hesp

(bnr: şikeftên haydrahodahosê)



19.11.2021 04:00 ~04:26 | ezcan

14. (bnr: counter-strike) *



19.11.2021 21:15 ~21:15 | mergehez

15. qantir çima nazin?/138170



09.12.2021 16:51 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qantir çima nazin?

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî