Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
serêkaniyê - tirşik
serêkaniyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarê ku di nav rojava û bakurê kurdistanê de an di nav dewleta surî û ya tirkiyeyê de bûye du behr û du beş.. ji bo beşa ku li aliyê bakurê kurdistanê mayiye re tirkan navê ceylanpınarê û ji bo beşa ku li rojavayê kurdistanê mayiye re jî ereban navê resulaynê daniye..

li gorî bûlten û ajansên ku ji herêmê nûçeyan radigihînin piştî şerê du-sê rojan yê di navbera şervanên ypgê û terorîstên bi ser cephet el nusrayê ve ku wek el qaîdeya suriyê jî tên binavîn ya ku dewleta tirkiyeyê ji bo ku li hemberî kurdan şer bikin û nehêlin kurd dergehe sînor û qereqolên eskerî yên li ser serêkaniya rojava têxin jêr dest û kontrola xwe de alîkariya fînansal û lojîstîk didaye wan belê li gorî nûçe û mîzgînî û xeberxêrkên dawîn pêşmergeyên ypgê hemû çekdarên terorîst ji nav axa serêkaniya rojava derxistine û dergehê sînor û xalên stratejÎk yên venêrînê xistine jêr destê xwe û paşê jî radestî dbkê (bnr: desteya bilind a kurd) kiriye..

nûçehihanê tirşikê ji rojava ragihand*



18.07.2013 16:25 | endazer

2. navê straneke nîzamettîn ariç e. stranek pir xweş e û gotinÊn stranÊ tijî wate ne..



lÎnk: http://youtu.be/J8PnSGpVBmI



24.05.2014 16:32 | mergehez

3. navçeya rihayê ya li ser sînor a ku bi kelecanekê amedekariya çuyîna min dikin, hêvîdarim xalîçeya sor jî ji bîr nekin. *



28.04.2016 14:07 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» serêkaniyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî