Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
tivirloismail - tirşik
tivirloismail
(11) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê ku bawer im navê xwe ji vî camêrî distîne





18.07.2013 00:29 | brusk56

2. xalê me yê stranbêj ku stranê ciwan haco bi terz û terheke cuda şirove dike û distire ango bi gotineka din dûrî civatê dinihe diya stranên ciwan haco de.. xalo dema hunera xwe îcra dike tê bêjî qey hebên extacy standine wekê ku bikeve tepê û transê xwe çeng dike û lotikan û zîtikan davêje.. mîratê bi xwe re kurd û mûzîka kurdî jî kiriye benîştê devê tirkên mankurt û bi xwe re me jî dihetikîne û dide şermê.. hêvî û rica min jê heye ku an dev ji mûzîkê berde here ji bo xwe li kar û sineteke nû bigere an jî dema mûzîka xwe îcra dike bila nehêle ku bi tu tiştî bê qeydkirin û li ser torên civakî yên wekê facebookê nehêle bên belavkirin..



18.07.2013 16:56 | endazer

3. ê ku stranên ciwan haco dibêje, hunermendek wisa ye ku; bila neyê cihê ez diçim û stran nebêje, ez ê bûhayê wê çi bin, bidimê.



18.07.2013 21:51 | simurg56

4. Îsal li mihrîcana Berxbirê a li Bêşebabê dibê em gihiştin wê şerefê kû me Smaîlê Tvorî dît...* Mirovekê ehlê keyfê ye.. Dema di ket kîjan govendê maşelle ser û binê wê govendê ne eşkere bû.. Xelkê gellekî jê hezdikir..



27.07.2013 22:01 | nan û av

5. Ez wî zilamî pir meraq dikim.



27.07.2013 22:13 | kurdmisê

6. Tişta xwiya dikê vîdeoya wî heta naha 3 milyon û 5 sed hezar cara hatiye temaşe kirin..Ez mereq dikim gelo heta naha çend vîdeoyên hunermendên me ewqas carî hatine temaşe kirin..



27.07.2013 22:23 | nan û av

8. bi qasê ji avatarê wî tê fêhmkirin miriyê pîvazan e.



05.08.2013 21:49 | simurg56

9. van rojên dawî, aktîviteya wî de zêdebûnek ku bi çav dikare bê dîtin heye .

xwedê peyamên têr û tijî û dirêj jê re nasîp bike *



05.08.2013 22:16 | brusk56

11. (bnr: tir li ku tivirloismail li ku)



12.08.2013 09:37 | quto

12. peeyv.com ferhenga kurdî-tirkîyê.



18.08.2013 00:39 | ruttoyemamo

13. orjînaltirîn nivîskarê tirşikê ye. xwedê wî bihêle.



20.08.2013 17:59 | terkexem

14. sed kîrê mirov hebe divê mirov yekî jî di devê wî de neşo...



21.08.2013 22:07 | quto

15. Nizanim min berê gotibû an na. Pozê wî hingî dirêj e wek çiqlekî ye, gava ku çivîk di ber re derbas dibin xwe li serê datînin.



21.08.2013 23:33 | înano lo

16. (bnr: bes lêxin zilam mir)



21.08.2013 23:34 | simurg56

17. Em ji xwe re li vir $orbê diçinin.



21.08.2013 23:38 | înano lo

18. ser xêrê admîn û moderatorê nû yê tirşikê ye.. me hêvî heye jê ku bi vê payeya xwe ya berz û bilind çi qas keç û xortên kurdînivîs yên hirde û wêde lotikan didin bide hev û bîne tirşikê.. û tama tirşikê xweştir û xweşiktir û xweşkoktir û xuşînoktir bike..



01.09.2013 23:38 | endazer

19. bindest lawê bindesta û hesûd lawê hesûda û tîpîk bêhiş

û bi tene ji kesên wek xwe bindest incax xweş bêş bike

ew hey xwe davê dexlê serdestan ji bo ku çend kurtêlan bidênê

were kurtêlcî yanî bi dîtina giştî tirşikçî



14.09.2013 00:31 | jara eş

20. Nivîskarê ku Ji navê mijarê diyar e ku wî vekiriye.



24.11.2013 01:13 | ceso

21. xwêya quşxaneya tirşikê ye / şevçiraxê şevên tirşikê ye..

min berê jî gotibû dîsa dubare dikim û diwekilînim (min ev peyv ji turkekurtcesozluk.comê wergirtibû û cara pêşîn di bin vê mijarê de biçekî ruh berdidim ser û didim ber û di nav hevokekî de bikar tînim) resentirîn nivîskarê tirşikê ye.. di nav me de yê herî zêde formata tirşikê dizane û bi ya dike ew e.. û wekê mîtralyozekî peyamên xwe bi dû hev li tarî û zilûmata şevê direşîne.. di siberoja tirşikê de wê gelekî were behskirin û wê heqê wî yê hatî xwarin dê were lêvegerandin.. heta belkî doktorayeka fexrî jî ji destê simurg56 bistîne..



24.11.2013 01:20 | endazer

22. nivîskarê ku rewşa xwe weke " egoyên xelkê nexin legoyên xwe" rojane kiriye ku pirsa 'çima?' li mirov dide kirin.



10.12.2013 22:08 | simurg56

23. gelek ji gelektirîn xweş dinivîse



11.12.2013 00:56 | ferhenga şikestî

24. viya kî be tirşiknivîsê herî jîr e



02.02.2014 20:36 | qomançêro

25. nivîskarê ku piştî demekê dirêj navê wî dîsa li van deran dibînim.

dibe ku ew jî bi 01.03.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê vegeriya be.

de ya bi xêr *



01.03.2014 21:51 | brusk56

26. nivîskarê ku zû de ye nexûya bû, vegeriyaye dîsa bi xêr hatiye ..



22.05.2014 00:00 | brusk56

27. Xêr û xaşî. ji ber kar û barên hin tiştan durketiye lê dilê wi her tim bi tirşikê va ne.ev veger ne tam vegere helbet wextê wê jî were.



22.05.2014 00:05 | tivirloismail

28. heçko stranbêjek bû ew



22.05.2014 02:36 | qomançêro

29. Vedîtinerê pîvazan, lehengê romanan, xwêya kelî û xweliya dişewite ye! *



27.05.2014 00:50 | zero

30. ewî jî daye pey rêç û şopa kovar û fanzînên fanî û tirşik ji bîr kiriye..



10.09.2014 21:00 | endazer

31. hemd û sena ji xwedê re ku vegariyaye hîn tirşik bêtir xweş e lê bi hêvî me ku ji bo agirê nehatiye bila hîn neçe



09.11.2014 23:49 | ferhenga şikestî

32. (bnr: tiştên ji bo ken)



11.11.2014 20:42 | ferhenga şikestî

33. Nivîskarê zimandirêj, şareza û bêperwa. Admîn û moderatorê nû yê tirşikê. Navê wî li ba min mehfuz nivîskarekî navdar e. Her du çavê min e.



21.12.2014 02:11 | seydayê_peyvan

34. tîvorlî birastî hunermendek gellek hêja û qeşeng e..tivorli ismail gellek dirûvîn hevalê min hemdî..gava kû ez jê re dibêjim tu wekî tivorliye gellek hêrs dibe.



14.01.2015 22:55 | tirşikçi

35. resentirîn û orjînatirîn nivîskarê tirşikê careke dî vegeriyaya mala xwe..

bi xêr hatiye, bi xweşî hatiye!



25.03.2015 21:52 | ferhenga şikestî

36. nivîskarê ku îro wî dil heye beroşek tirşik ji me re çêke. sihet xweş dîsa dest bi aforîzmayên xwe kiriye



25.03.2015 21:53 | ceso

37. (bnr: dîsa kurê xelkê)

(bnr: çawa çêbû)



25.03.2015 21:54 | ceso

38. mêrik jêhatî ye heyran, bi xweşnivîsîya xwe jî diyar dike ku serhedî ye. ez dibêjim mîzaha wî ya xweş mîzah jî dîsa ji ber serhedîbûna wî ye. jê re silav û kilav.



25.03.2015 22:05 | serhednişîn

39. nivîskarê jîr û jêhatiye. fikrên wî gellekî balkêş in û ji zimanê wî kurmanciyek safî diherike.



07.04.2015 20:44 | berxweda

40. rehmetî şêrko bêkes ew nas kiribûya wê di helbesta xwe de gotibûya hûn ji tirşikê tivirloismail bavêjin, tirşik bêmîzah dimîne, kenê li ser lêvên nivîskaran diçilmise, dimire.

bi qewlê şivan; ''bêjinê bila bê''



û bi qewlê mihemed arifê cizrawî; ''wekî berê were''



14.08.2016 17:36 | endazer

41. Bi xwe orkestrayeke mezin e. Li ber wî Mozart, Beethoven ne tu tişt in.



27.05.2020 09:55 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» tivirloismail

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî