Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sylvia plath - tirşik
sylvia plath
(6) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. helbestvan û nivîskar a emerikî.



17.07.2013 14:47 | cirano

2. di 30 saliya xwe da xwe kuştiye.. lîstikvana navdar ya xudan oscar ya bi navê gwyneth paltrow di fîlma bi navê sylviayê de karaktera sylvia plathê leyîstiye.



17.07.2013 18:47 | roj

3. Xwedê neke qismetê qesî. Ji cureyên jinan a herî xeternaq...

Ha te bombe xistîya himbêza xwe, ha jî te jinên wiha kirîye kevanîya mala xwe...

Ya Star!



18.07.2013 10:24 | keje bemal

4. (qesî, kesî ye. Bila serê we nebe şorbeşîr...)



18.07.2013 10:25 | keje bemal

5. "min xeyal dikir,tu ji riya ku te qal dikir vegerî

belam ez pîr dibûm û min navê te ji bîr dikir

ez bêjim min tu hişê xwe de çêkiriye..



çavêt xwe'd girim,dinya giş dimre

ez bêjim min tu di hişê xwe de çêkiriye.."



02.04.2014 00:49 | kubikem

6. mirin ji her tiştî bÊtir huner e ez vêya gelekî baş dizanim ...



11.05.2014 23:57 | destbedest

7. em BI ÇAR ÇAVAN LI BENDÊ NE KU WEŞANXANEYA LISÊ WERGERA HEMÛÇK HELBESTÊ WÊ ÇAP BIKE.



04.06.2014 00:39 | seydayê_peyvan

8. Xwedî kitêba navê ariel



04.06.2014 00:43 | mam selam

9. nilgun marmara jî kişandiye ser riya xwe. min bi xwe helbestên plath nexwend lê yên marmara, ku dibêjin heman dişibin hev du, derûnê meriv xira dike û tevlihev dike. piştî xilaskirina pirtûkê marmara, tê bîra min, tiştekî ji min re nemabû, xêynî, "ma çi ma'neya jiyanê heye!" û her der tarî bûbû ji meriv heta dinya...



03.02.2018 21:36 | biruya hayao miyazaki

10. Weke hemû helbestkarên xwekuştî karîzmatîk e. Pir xeternak e, mirinê dide hezkirin.



27.05.2020 20:24 | raskolnîkov

11. Nêzîkatîyek mezin heye navbeyna wê û anne sexton de. Romana sylvia "sirça panus" di rêza pirtûkên demek nêzîk bên xwendin de ye, min dixwest piştî bixwênim li vê derê çend tişt bêjim lê madem mijar vebû ez agahîyek û helbesta çendek berê min wergerandî parvebikim:
Di felsefeya tîbet de wateya sylvia plath: em hemû dimirin. Çavkanîya agahîyê fight club

Ev jî helbesta sylvia canê:

Mirin

Niha çend xweşe,
di axa nerm û qehweyî de razan,
pêldana çîman ser sînga yekê û guhdayîna bêdengî.
Nebûna duh û tunebûna sibe.
Jibîrkirina wext, bexşîna jiyanê, aşitîya mayînde...

Sylvia Plath



27.05.2020 21:44 | hespêsor

12. Kezeba dilê min e. 88 sal berê îro hatiye dinyayê.

helbestvan û nivîskara Amerîkayê yê. Sala 1932 ya de li massachusettsê de hatiye dinyayê. eslê bavê wê cihû bû. bavê wê profesor bû û di sala 1940 a de çû rehma xwedê. mirina bav li ser wê bandoreke xirab kir. Xwest ku xwe bikuje lê çênebû. Xwe da helbesta. Helbesta wê ya pêşî dema 8 salî bû hat weşandin. Gelek kovar û rojnameyên de helbestan nivîsî. Di partiyeke de ted hughes naskir û pê re raza. Hevnasîna wan kûr bû û zewicîn. Ted jî nivîskar bû. Nivîskariya wî ji ya sylviayê pêştir bû. Ji ber wê sylvia ket depresyonê dev ji nivîsandinê berda û bû jina mala. Di hevpeyvînekê de wiha digot êdî ez ê rêya Ted vebikim, zarok û malê binêrim.

Sylvia jineke pirr diltenik bû. Piştî ku hevjîna xwe bi jinekê din re dît pirr aciz bû. Di sala 1963ya Li malê dema zarokên wê raketin binê ocaxê vekir û xwe kuşt. Ji bo pirr kesan bûye wek îdol. Tirkiyeyê jî nilgün marmara çav pê kir û xwe kuşt.

pirtûkên ku li pişt wê mane

helbest

the colossus (1960)
ariel (1965)
crossing the water (1971)
winter trees (1972)
the collected poems (1981)
lady lazarus

roman

the bell jar (1963)
letters home (1975)
johnny panic and the bible of dreams (1977)
the journals of sylvia plath (1982)
the magic mirror (1989)
the unabridged journals of sylvia plath

pirtûkên zarokan

the red book (1976)
the it-doesn’t-matter-suit (1996)
collected children’s stories (i̇ngiltere, 2001
mrs. cherry’s kitchen (2001)



27.10.2020 12:52 ~12:56 | yûsiv

13. nivîskar û helbestvana ku bi saya mirina xwe navdar bûye. min heta niha 5 pirtûkên wê yên helbestan xwediyen. lê yek jî min neecibandiye. her wiha romana wê jî. fêm nakim ku çawa pirtûkên wê ewqas tê hez kirin.

ez jî gelek ji hez dikim lê ne pirtûkên wê. ew mirinê dide hez kirin. mêtîyê dide nîşan û xwe jî bi awayekî dide hez kirin. heta niha Sylvia tenê vê hestê daye min. ango cihê wê li bal min girîng e. *



25.02.2021 23:38 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sylvia

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî