Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sergey yesenîn - tirşik
sergey yesenîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sergey Aleksandrovîç Yesenîn an bi kurtî Sergey Yesenîn, carinan Sergey Esenîn jî tê nivîsandin,(3ê cotmeha 1895, Konstantinovo - 27ê berfanbara 1925, Lenîngrad), helbestvanê lîrîk yê rûs e.

Yesenîn ku jê re "Pûşkînê Nû" dihate gotin, kurê malbatek gundî bû ye. Zarokahiya xwe li mala kalikê xwe li gund derbaskiriye. Di neh saliya xwe de helbesta xwe ya yekem nivîsandiye. Di Heftdeh saliyên xwe de di sala 1912an de ji gundê xwe vediqete û diçê Moskovayê, paşî jî berê xwe dide Lenîngradê. Li herdu bajaran jî bi gelek helbestvan, nivîskar, hunermend û şoreşvanan yên wek Aleksandr Blok, Sergey Gorodetskî, Nîkolay Klyuyev û Andrey Belî re dostanî pêk dihêne.

Di sala 1916an de Yesenîn pirtûka xwe ya helbestan ya yekem bi navê Rîtûela Mirinê weşand. Pirtûka wî ji aliyê gel ve pirr bi xweşî dihê pêşwazî kirin û ew dibe helbestvanekî gelek navdar.

Pênc caran zewiciye. Zewaca xwe ya yekem bi Anna Îzryadnova re dike û ji wê kurekî bi navê Yûrî çêdibe. Zewaca xwe ya duwem bi Zinaida Reich re dike û ji vê zewacê jî keç û kurekî wî yên navên wan Tatyana û Kostantîn çêdibin. Di sala 1922an de cara sêwem bi Isadora Duncan ku reqqaseyek DYA'yî bû re kir. Bi saya vê zewacê li Ewrûpa û DYA'ye digere. Lê ji ber ku Yesenîn zêde bi araqê ve hatiye grêdan vê zewaca wî pirr kin dom kiriye û di sala 1923an de jî vegeriyaye Moskovayê. Heman salê dihê gotin ku zewaca xwe ya çaremîn bi haweyekî ne fermî bi aktrîs Augusta Miklaşevskaya re kiriye. Zewaca xwe ya pêncemîn bi neviya Tolstoy ya ku navê wê Sofia Tolstoy bû ye re kiriye.

Yesenîn dawiya jiyana xwe bi araqxwurî û bi bêpergalî derbasdike. Di 1924an de vedigere gundê xwe.

Di sala 1925an de li Lenîngradê di odeyek otêlekê de piştî ku bi xwîna xwe li dîwar helbesta "bi xatirê te hevalê min" dinivîsîne xwe daldiqîne.

Helbestên wî piştî xwekuştina wî pirtir navdar bûn û ji aliyê gelek muzîkvanan ve hatin bestekirin



17.07.2013 14:40 | cirano

2. helbestvanê ku îro piştî dîtina gotineke wî naskiriye.

''bu hayatta ölüm yeni bir şey değil,
Ama yaşamak da hiç yeni sayılmaz.''



20.06.2018 19:51 | gulêê

3. helbestvanê ku min li bazara qereçiya ya Moskovayê wêneyekî wî dîtiye, 100 Rubleyan kiriye û anîye wêneyê wî bi oda xwe va daleqandiye.



10.04.2019 15:19 | gulêê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sergey vasîlevîç raxmanînov

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî