Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
ezra pound - tirşik
ezra pound
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ezra Weston Loomis Pound an bi kurtî Ezra Pound (30ê cotmeha 1885, Idaho, DYA - 1ê mijdara 1972, Venedîk, Îtalya) helbestvanekî Emerîkî.



Û ROJ BI TÊRANî TIJE NîN IN



û roj bi têranî tije nîn in

û şev bi têranî tije nîn

û jiyan diherike ji ber çav wek xiltekî

giya jî nahejîn





Ezra Pound

Ji îngilizî werger:Felek Baran



PAN MIR



Pan mir.Pan ê mezin mir

ax keçînno!

stû xwar bikin hûn giş

û bihûnin taca wî



êdî havîn tune ye ji bo pelan

zil çilmisîn

em'ê bi çi hawî bihûnin tacekê

yan jî çewa bînin cî soza ji kulîlkan?



divê min negotana Xanimnon.

her dem çors bû mirin

divê min negotana Xanimnon.

lê weke di vê demsala vala de

sedemek çawa dikare bêje ew,

ku veqetandiye Lordê me ji me?



Ezra Pound

Ji îngilizî werger : Felek Baran



17.07.2013 14:33 | cirano

2. helbestek ji Ezra POUND



Dawiya Awazê



Ey stranên min,

Hûn çima wisa bi dilovanî, wisa ecêb awiran dikutin rûyên mirovan,

Qey hûn ê mirîye xwe yê winda di ava wan de bibînin?



ji îngilizî: Kawa Nemir



15.03.2014 19:48 | avên_sar

3. du helbest ji ezra pound



nîgar



çavên vê stiya mirî bi min re dipeyivin

ji ber ku evîn di vir de bû, dengê wê nedihat serkutkirin.

û viyan di vir de, bi ramûsanan nedihat vemirandin.



çavên vê stiya mirî bi min re dipeyivin





pan mir



"pan mir. panê mezin mir

axx serkupî bikin, hûn giş xamanê!

jê re taca wî raçinin!"



"havîn di pelan de nemaye

gîha hişk bûne;

em ê çawa tacekî raçînin

an jî nîşaneyên kulîlkî berhev bikin?"



"ez nikarim wê bibêjim banûnê.

mirin ji berê de gundî bû.

ez nikarim wê bibêjim banûnÊ,

wî di werzeke wekî wiha kakîlpûç de

mîrê me hildabe biribe

wê haya wî çawa ji sedemekê hebe?"



03.04.2014 02:33 | avên_sar

4. şi'ra wî 'metro' pirwate ye. bi tenê du mısra ne, lê biqasî 24 hezar rûpelan e. jê nemînin bence



03.04.2014 02:50 | wiha wilo wisa

5. mirin ji berê de gundî bû

Death was ever a churl

Ölüm hoyratın biriydi hep

bi ya we, se zimanan da wîsa ye..

bi min wateya churl a gundî heye lê bi piranî tê wateya kesen ku tantiros an xirp e..

anha hat bira min lê mirov nikare tekilî pê kirîna an mudaxelaya wergeranan bike..wergervan serbest e..



03.04.2014 03:02 | havka

6. damezrênerê bizavê îmajîzma ye.



şeş rêzike vî heye;



-zimanekî sivik û rojane.

-teqlên nû ancax bergerîyê helbesta serbest tune be.

-bijartina mijar de azadî.

-ligel navê xwe re mexsûs îmajek pêşkêş kirin.

-aşkere û xurî bûn.

-hewcetîyê he­rî mezin helbestê jî sift bûne.



04.04.2014 02:55 | bijîmillah

7. baweşînknîgara bo mîrê wê yê şahane



ey baweşînka ji hevrîşimê spî,

wekî qiraviya li ser belgê gîhê sayî,

tu jî hatî terikandin.



ezra pound



13.04.2014 03:45 | avên_sar

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» ezra pound

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî