Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mîheng - tirşik
mîheng
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kurdiya peyva "ayar" ya bi tirkî an jî peyva "settings" ya bi îngîlîzî



30.05.2013 15:55 | simurg56

2. ev peyva ecêb kî ji kû dera xwe derxistiye nizanim lê çendî di zimanê nivîsê de cihê xwe çêkiribe jî wê tu carî li ser zar û zimanê xelkê negere.. îro tu herî kîjan gund û bajarê kurdistanê û bi çi zaravayî biştexilî biştexile dema tu bêjî eyar herkes wê ji te têbigihe lê bawer nakim ku kesek nexwende ji peyva mîhengê fêm bike.. ev hewl û xebatên safîkirin û sekûlerkirina zimên berê ji aliyê kemalîstan ve hatiye ceribandin û jê negirtiye û bi ser neketiye.. ji kerema xwe tişta ku hatî ceribandin û tu encamên xêrê û başiyê jê derneketîn li ser gelê kurd û gelên kurdistanî neceribînin.. bihêlin ku bila kurd jî û kurdî jî di cok û rêka xwe ya xwezayî de biherike û pêşve here..



29.06.2013 03:08 | endazer

3. gelek peyv ji zimanên din ketine nav kurdî û rûniştine jî, loma guhertina van heye ku ne pewist be.

lê peyva eyar hê di salan dawîn de ketiye nav zimanê kurdî, ji ber ku tiştên elektonîk û bernameyên komputergeriyê hê nû belav bû.

ji ber vê yekê zimanê teknolijiyê de niha tam wext e ku, qet nebe nav kurdînivîsan de, peyvên kurdî werin bikaranîn.



îro jixwe komputergeriyê de ev peyv (peyva mîheng) tê bikaranîn, sibe ger telefonên bêrikan jî bibin kurdî û ev peyv û yên din tê de cî bigirin, wê bi hêsanî were fêhmkirin û karanîn.



29.06.2013 11:28 | simurg56

4. ji xwe pirsgirêk jî di vir de ye.. peyva mîhengê jî û peyva eyarê jî eslê xwe ji erebî ne.. eyar tişta ku ji radeya xwerûtiya madeyên wekê zêr û zîvan pê tê pîvan û destnîşankirin tê bikar anîn.. wek nimûneya ku ji bo camêriya kesekî mirov dibêje filankes wekê zêrê bîst û çar eyar e tu carî ne kevn dibe ne zeng digire.. mîheng jî navê kevirekî ye ku dema zêr û zêv pê ve tên dayîn asta safîtiya zêr û zîvan pê eşkere dibe.. yanî her du peyv jî bi eslê xwe ji zimanekî dî ne û peyva pêşîn ji mêj de ye di hemû zaravayên kurdî tê bikar anîn û her kurdek bihêsanî jê têdigihe çima em herin zimanê xwe li peyvekî nû ku ew jî bi eslê xwene bi kurdî ye û ji zimanekî dî ye bigerînin û têxin di nêv bîr û ferhenga xwe de..



29.06.2013 11:48 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîheng

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî