1. cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e. Medreseya Sor ji aliyê emîr Şerefê duyem ve hatiye avakirin. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredîn bi alîkariya gelê Botan 1508'an de dîsa Cizîr vegirtiye. |
|
08.09.2014 14:34 |
xwelî li ser
|
2. (bnr: medresa sor) |
|
08.09.2014 17:17 |
kurê xelkê
|
3. kesên ku pirtûka mehmed uzun a hawara dîcleyê xwendine bi vê avahiya kevnar dikevin di bin efsuna romane re, min gelek meraq dikir bê ka medreseyeke çawa ye ku li ser hibrên pirtûkên vê medreseyê serhildanekê ava bûye.. |
|
08.03.2015 11:23 ~11:25 |
ferhenga şikestî
|
4. Ilmgeheke ecêb, sorîtî, feqeyên xerîb, mîr, selwa û mela, ismaîl ebulîz û astrolojî, kurd û kurdistan. Medreseya sor van têgehan tevam di nav xwe de dihewîne. Werin bibin mêhvanê min. Qenebê carekî destê melayê cizîrî maçî bikin. |
|
08.03.2015 18:34 |
xendekî
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |