1. lîstika tiyatroyê li ser televîzyonê, ez ne xelet bim cara ewil bi vê lîstikê tişteke bi vî rengî li ser televîzyoneka tirk hatiye ceribandin.. di sersala 1995an de bi navê mtv-meclis tv skecek tê çêkirin û li ser ekranên star tvyên tê weşandin dema eleqeyek baş dibîne, beşên nû bi navê bir demet tiyatro (baqek şano) li pey beşa ewil her heftî tên weşandin.. senaryoya lîstikê yılmaz erdoğan dinvîse, lîstik heta sala 2012an dewam dike, di sala 2006an de piştî 4 salan lîstik cardî destpê dike lê vê carê li ser ekranên atvyê.. piştî ku çend beşek jê tê weşandin, vê carê jî tmsf dest dide ser atvyê, çêkerên lîstikê ji ber ku bi tmsfê re nikarin li hev bikin, lîstik jî êdî nema tê lîstin û weşandin.. |
|
18.08.2014 20:56 |
endazer
|
2. programek xweş bû. heer çiqas niha ji yilmaz erdogan gelek aciz bim jî bernameyek serkeftî bû. |
|
18.08.2014 22:28 |
simurg56
|
3. spartakîs vedat, îrî hîkmet axirê hemû tîp Û karakterên erdal tosun di rêzeşanoyê de dileyîze, xweş in, hêja ne ji bo temaşekirinê.. herdu karakterên fureyya (neslihan yeldan) û fahrigul (demet şener) jî stara xwudê li ser be, têra xwe hene û li ber temaşekirinê dikevin.. |
|
22.08.2014 22:24 |
endazer
|
4. projeyeke serkeftî ya tirkan e ku mirov zêde lê rast nayê. bawerim lîstika sen hiç ateş böceği gördün mü jî ji wê derketibu û ew jî baş bu. |
|
22.08.2014 22:34 |
azadixwaz
|
5. versiyona slow a mûzîka jenerîkê ya vê rêzeşanoyê, gelek hezîn e, kengî bi ber guhê min bikeve, hizneke tîr û kesîf tê û li ser dilê min rûdine.. |
|
15.09.2014 02:18 |
endazer
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |