Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
zarok tv - tirşik
zarok tv
(15) (2) (15)
di mijarê de bigere

1. bi navê zarok tv, Piştî pepûle tv qenalek din jî bo zarokan hatiye ava kirin. Bi zimanê kurdî xêzefîlma kurdî diweşin e. Xwezî ev qenal jî wekî pepûle tv bi du zaravayê kurdî weşana bikira. li bakurê weşana dikin loma Ji cihê soranî bi zazakî + kurmancî hebûya, gelek xweş dibû. Min hinek temaşe kir xêzefîlma yumurcak tv ye wergerandine ser zimanê kurdî. Kî xizmeta zimên bixebite ez spasdarim. Bi xêr be, serfirazî dixwazim... 12729 V 30000 5/6



23.07.2014 00:08 | mîr

2. qenaleke nû ya fîlmên karton(xêzefîlm)an e. ji bo zarokên kurd xebateke din e. piştî pêlîstank tv û kurdmax pepûle tv û zaro tvyê ev qenala çaremîn a kurdî ya ji bo zarokan e. bi xêr be. pîroz be, ez bawer im ji aliyê destgehên denge tvyê ve weşanê dike. cardin pîroz be. frekansên zarok tvyê:

12729 / 30000 V



24.07.2014 03:58 | xendekî

3. (bnr: qenalên kurdî yên di turksatê de)



24.07.2014 03:59 | xendekî

4. di weşana testê de ye. loma ji bo rexneyan zû ye. bi rewaşa xwe ya heyî jî ne xerab e lê hê nebûye wek pepûle tvyê.

hinek xêzefîlmên wan û ya pepûleyê wek hev in, lê dublaja wan cuda ye. xwezî heman dublajê bi kar bianiyan. bi vî awayî him serê zarokan tevlîhev nedibû him jî ked nediçûn avê. şûna wê hinek xêzefîlmên din dikariya werina dublajkirin.



11.10.2014 20:47 | simurg56

5. qenala canê buyî belayê serê min û xuya ye wê gelek din jî bibe bela, dihewîne.



11.10.2014 23:34 | azadixwaz

6. qenela ku van rojan ji ber tunebûna weşana pepûle tvyê, em lê temaşe dikin. ne xerab e lê xêzefîlmên wê bi qasê ya pepûleyê ne xweş in. jixwe %50ê zêdetir ya weşana wê can e.



27.10.2014 19:55 | simurg56

7. @Bedelboseli tweetekê xwe de digot weşana zarok tv du zarava bê, kurmancî û zazakî. Kî kîjanê bixwaze bikare ev ê temaşe bike



29.10.2014 02:18 | mîr

8. qENALA KU HINEKÎ AMATORANE KAR DIKIN E YE. sTRANÊN KU DI REKLAMÊN WÊ (STRANA WELATÊ ME) DE TÊ GOTIN NE BI KURDIYEK BAŞ E. wEKE DÎ kurdiya KEÇIKA KU DIBÊJÊ ''kARTON FLÎMÊ kÜRDÎ'' XWIYA YE NE EWQAS BAŞ E. gER KAREKÎ BIKIN LAZIM E HINEK DÎ CIDDÎ BIN. LAZIM E CÛREYÊN KARTON FLÎMÊN XWE JÎ ZÊDETIR BIKIN. jI SIBEHÊ HETA ÊVARÊ KARTONFLÎMÊ CAN SER E. ÊDÎ BALA KURÊ MIN JÎ NAKIŞÎNÊ..



02.11.2014 13:45 | nan û av

9. Qenala zarokan a ku di jêr sîwana denge tv de hatiye vekirin. Lê ji xwe ji denge tv jî diyare bê wê çi qasî bikêrhatîbe. ciwanmêrê xwedîyê wê ji bo dûblajê buhayekî wisa dabû ku, li bazarê mirov bi awayî zebeşan jî nakire. lewma yên min ez bawer nakim ku tu karên serkeftî bikin. lê dîsa jî rêya wan vekirî be.



02.11.2014 14:54 | rojan

10. qenala ku divê navê xwe biguhere û bike can tv. rojê 23 saet ev xêzefîlm dilîze. zimanê wê ne fesîh e lê ne ewqas jî xerab e. ji her alî ve tê fêhmkirin ku wergera ji tirkî ye.

lê dîsa jî di tunebûna pepûle tvyê de hêjayî vekirinê ye (li şûna yumurcak tv)



02.11.2014 18:25 | simurg56

11. xwedî malperek xwerû bi tirkî ye.

tabî ger malpera wan ya fermî ev be: http://www.zarok.tv.tr



14.11.2014 22:34 | simurg56

12. Qenaleke amator dixuye. Li see ekrana wan 'test yayin' dinivîse



09.12.2014 17:50 | cîncoqo

13. piştî weşanên pepûle tv li turksatê de hate rawestandin, min jî got qet nebe destê me de qenalek mayîn heye. Lê belê filmên ku nîşan didin sed cara dubare dikin. Êdî nikarim vekim, ew qas aciz dibim.



09.12.2014 18:35 | mîr

14. qenaleke nû ye. mixabin kengê vedikim xirabe ye. sînyalên wê nebaş in. dibe ku divê mirov hinekî bi frekansa wê bilîze lê xîret nakim ku serê xwe pê biêşînim.



09.12.2014 19:34 | oxir

15. hê jî di weşana testê de ye. ji bo weşana testê ne xerab e lê ez jî jê kerixîm. min hemû replîkên wê ji ber kirin, ji ber ku êdî beşên nû wernagerînin. û di wergerên wan de de gelek xeletiyên mantiqî hene. lê dîsa jî beşên nû û xêzefîlmên nû wergerînin, em ê lê temaşe bikin.

ger ev tune be em ê neçar bimînin ku yên tirkan vekin.



09.12.2014 23:15 | simurg56

16. Qenalêkê boy zarokan ameyo amede kerdene. Waşteya min oyo ke înşela demdar bibo.



Tewirê qenalêk a wexta zarokatîyê mi de çin bi. Mi zî bavê şîrin temaşe kerd.



10.12.2014 11:34 | endazyar

17. derbasî cîngilek nû bûye.

reklama çend xêzefîlmên nû jî tê kirin. lê ev xêzefîlmên nû, wê kengê werin weşandin, nayê gotin: "di demek nêz de"



di reklama van xêzefîlman de navên fîlman bi kurdî û soranî tên nivîsandin. îhtîmalek mezin wê dest bi weşana soranî jî bikin.



23.12.2014 21:07 | simurg56

18. yê ku bi qasê pepûle-yê xweş nake.

carinan vedikim piştî çend çirkeyan jê aciz dibim digirim. carinan jî li ser laptopê pepûleyê vedikim bi xwedê nema karim bigirim weke zarokan lê şaxis dibim *



24.12.2014 04:15 | oxir

19. Hinek guherînên reklamên xwe û filmên karton ên nû çêkirine. Baştir xuya dike. Hêvîdar im firotibin yeke baş *



25.12.2014 23:12 | azadixwaz

21. amblema xwe jî guhertin lê hê jî nivîsa di bin amblema xwe de ku bi tirkî ye, negiherîn: test yayın



28.12.2014 17:28 | simurg56

22. kanalê xêzefîlmî yê kurdkî yo.



gama ke ez şîbîya amed, mi temaşe kerdîbî. Kanalêkê ne xirab o ne zî serkewtî yo. La belê seba ke hama zî 'weşanên testî' keno, nêbeno ke rexneyê xirabî ez vajî. (aNika 'weşanên testî' keno nêkeno ez nêzana, semedê ke tvyê mi çin o.)



nika rewşe sênî ya, ez nêzana. La ez zana ke teqez 'xêzefîlmên zazakî' zî keno. gelêk hûmarê xêzfîlm yê zazakî estê. Çenf hebêna zî ha destê mi de yê û enstîtuya kurdî ya stenbolê de çend kesî mamosteyên mi temaşeyê nînan kenê, seba ke xeletan sererast bikerê.



Anyway, xêzefîlmê zazakî û kurmancî yê nê kanal ser xêrê bo.



25.02.2015 14:59 | endazyar

23. (bnr: cantv)

qenala ewqas xêzefilma 'can' dide, mirov vî navî rasttir dibîne.



25.02.2015 22:31 | azadixwaz

24. Qenala li ser satalayta min winda buyî. Gelo haya kesî jê heye?



02.03.2015 19:49 | azadixwaz

25. ji yek qanalên ku ji bo zarokên kurdan hatiye çêkirin e.



02.03.2015 22:43 | subasi842

26. li gorî reklamên wan, di roja newrozê de dest bi weşana rastîn dike.

ser xêrê îşelleh.



19.03.2015 18:44 | simurg56

27. Sibî ne dusibe dest bi weşana xwe dike heta niha di weşana test de bû. Di newroz 2015ê de dest pê dike. Van rojan pir behsa wê dikin. Wek "diyariya newrozê" tê binavkirin. Gelek fîlmên kartonên kurdî amade kirine, ligor nûçeya rûdawles schtroumpfs ango şirinler jî wê kurdî bê weşandin.



19.03.2015 19:08 | xendekî

28. Qenala filmên karton ên kurdî ne, reklama gelek filmên karton dikir. Ser xêrê bila dest bi weşana xwe ya rastîn bike û me ji can rizgar bike.



19.03.2015 21:21 | azadixwaz

29. qenala ku piştî roja newrozê dest bi weşana normal kir.

êdî filma can û gulnurê nayê weşandin, şikir ji xwedê re.

vêga gelek rêzefîlmên ji hev cûda û xweş diweşînin.

di serî de spongebob squarepants. bi weşana xwe ya niha, bi rastî jî gelek profesyoneltir bûye. wergerên rêzefîlman gelek gelek çêtir e. dublaj jî çêtirin.

di destê wan de çiqas beşên amade hene nizanim. îşelleh piştî heftiyekê em dîsa hemû beşan jiber nekin. lê bi rewşa heyî: çêbûye! her bijî.



29.03.2015 11:20 | simurg56

30. Nivîseke balkêş ya di derbarê telvizyonê de Here lînkê



29.03.2015 18:11 | diclefirat

31. Pîroz û bimbarek be, Divê Navê bernameya wan ê zarokîstan wekî “zarokistan” bê guhertin. Ji ber ku navên erdnîgarî wekî “ x + istan ” tê nivîsandin.



31.03.2015 08:32 ~08:33 | mîr

32. (bnr: zarokistan)



22.05.2015 21:11 | xwelî li ser

33. (bnr: zarokistan)



22.05.2015 21:11 | xwelî li ser

34. sebebê şer ê nav mala me. ber zarokan em nîkarîn nuçeyekî guh bîdenî. tê ew zarok kij wektê mezîn bîn?



22.05.2015 23:52 | ari

35. Sedema axaftina kurdî ya zarokên der-kurdistanê mezin dibin e. Pir baş e lê xwezî pepule tv jî bidomanda.



23.05.2015 14:15 | azadixwaz

36. kanalê ke semedê zarokanê ma bî yo a. semedê laverbîyayîşê ziwanî no kanal muhîm o.



23.05.2015 14:31 | hezanij

37. di beşeke xwe de soz dike zarokan û pirsan ji wan dike. navê vê beşê dora te ye. pirsên weke "azadî çi ye?", "heval çi ye" û hwd. ji zarokan dipirse û bersivên komîk, şêrîn û hwd. ji wan distîne.

zarokên ku van pirsan dibersivînin, xwwendekarên dibistana seretayî a ferzad kemanger in.



22.10.2015 19:09 | simurg56

38. tvya êdî bawerim xêzefilmên wê duare dibin ji er ku kurê min êdî zêde naxwaze temaşe bike û dixwaze ez yên bi tirkî vekim. daxwaz dikim ên nû lê zêde bikin.



12.12.2015 11:17 | azadixwaz

39. kanaleka ji bû zarokaye bandora wî li ser zaroka pire ne ev kanal hemû kanal wisanin zarok gelek tiştan jê hindikin.




41. qenala ku mêRSİN ê Bİ DEHAN BİLBORDAN reklamê wÎ heye u gelek serkeftîye



08.01.2016 16:13 ~16:15 | azad30

42. dest bi weşana zindî jî kir. êdî yên ku tv di mala wan de tune ye (wekî me) dikarin lê temaşe bikin pîroz be heyran.*



13.01.2016 23:14 | xwelî li ser

43. ecêbe ku tirkiyê kanaleke ji bo zarokan qedexe nake. ji ber ku ew her tiştî dikin ji bo ku zarokên kurd tenê bi tirkî mezin bibin û zimanê dayikê ji bîr bikin.



14.01.2016 11:42 | hola êzîda

44. qenala bi xêzefilmên xwe yên nû kuro min bi xwe ve girêdayî. ji ber ku nû ye pir kêfa wî jê re têye. berdewama serkeftina wan înşileh.



19.01.2016 20:28 | azadixwaz

45. ........................



19.01.2016 21:54 ~2016.11.28 23:41 | binevşa narîn

46. Qenala malpera xwe jî vekirî û reklamên wê jî li ser qenalê dike, êdî ji netê dikare zindî bê temaşe kirin. Li malperê rêza weşanê heye lê bawerim ev kevn in ji ber ku qet xêzefilmên wê yên nû têde tune ne.



25.01.2016 23:54 | azadixwaz

47. malpera xwe guhertiye û vê carê bi rastî xistiye merîyetê: Here lînkê

êdî mirov dikare rêza weşana wê bibîne. her wiha dikare zindî temaşe jî bike.



tişta ku bala min kişand: weşana malperê bi sê zimanan e. kurmancî, zazakî û îngîlîzî. bi rastî jî beşa îngîlîzî jî tam hatiye wergerandin. yanî ne tenê sernavan wergerandine. êcêb.



mirov êdî dikare vîdyoyan jî ji wan re bişîne. te dît dest bi bernameyek bi navê kenkenok kirine ku tê de vîdyoyên komîk/şêrîn diweşînin. ger ji vîdyoyên we hez bikin, heye ku di wê bernameyê de biweşînin.



09.02.2016 21:16 | simurg56

48. Qenaleke kurdan e ku em pê hertim kêfxweş bûn. Lê mixabin berpirsiyarên vê qenalê jî weke yên hemû saziyên din ên kurdan pozbilind in. Guh nadin kesî, her tiştî ew dizanin. Êdî ji bo min tu girîngiya vê saziyê nema...



24.04.2016 15:00 | mergehez

49. ev hefteyek e, ez li welêt im. nabe ku ji ber germê meriv derkeve û bigere. biraziyên min li dora min dicivin û em li ber zarok tv ranabin. tintin be, mêşhingiv maya be, cedric be, yakarî be, billy and buddy be* şînok be... hemû pir xweş in. stranên wan yên ji zarokên biçûk ve tên gotin, pir xweş in û hema em tev de ji ber dikin. * lê di nav xêzefîlmên vê qanalê de ya ez herî hez dikim, louie ye. dengên wan kesên ku dublajên wan dikin, çi xweş in. xêndî dengê, em pevre resmên ku louie rê dide, dixêzînin, direngînin. beraz, kefçe, meymûn, şêr û kîvroşk, êdî ez bi hêsanî dixêzînim. * zarokatî xweş e yaw. hela zarokatî bi kurdî xweştir e bi rastî.



13.07.2016 19:42 | biruya hayao miyazaki

50. gelek baş e ku ew bixwe jî materyalan dafirînin. bernameyek bi navê morî, diweşînin ku him ji sohbeta kûklayan him jî ji xêzefîlma morîyê pêk tê. ev bername bi derfetên wan bixwe hatiye amadekirin. xebat li seyr-î meselê tê çêkirin.

helbet dema mirov bide ber xêefîlmên din, kalîteya wê gelek kêm e. dema diaxivin, rûyê karektera hema bêje qet naguhere û mirov dibêje qey tenê wêneyek in.. lê dîsa jî xebatek gelek baş e, ji ber ku ger berdewam bike, gumana min tune ku wê gelek bipêş bikeve.

min berî niha seh nekiriye ku xêzefîlmek bi kurdî hatibe amadekirin.



îro dema keça min lê temaşe dikir, min dît ku di vê xêefîlmê de bav/zilamê malê, malê dimale. vê dîmenê bala min kişand, min ji jina xwe re got "zûka vê qenalê biguhere, ji bo we dibe mînakek nebaş!" *



03.08.2016 20:20 | simurg56

51. kanala niha ew û dora neh deh heb kanalên din hatine girtin.. meriv dixwaze çavê xwe, gohê xwe bigre û devê xwe veke lê meriv lal dibe exxik pûûû bê li vê zîhniyetê



29.09.2016 20:08 | shorbevan

52. we çi ji zarok tv xwest oxlim!! pa rebbî gargamel bikevê pey we!! û hwd...



29.09.2016 20:12 | xwelî li ser

53. xebata herî kêrhatî ya kurdan bû. mixabin ji aliyê bênamûsan ve hat girtin. divê demildest dest bi weşana hotbirdê bike.
malpera wê jî hatiye qedexekirin. mirov encax dikare bi vpnê bikevê, jixwe li wir jî weşan tune.



30.09.2016 21:24 | simurg56

54. Qenala ku wê dîsa dest bi weşanê bike. Lê wê êdî weşanên wan ji sedî çel bi tirkî be. Û divê di nav xêzefîlm û weşanên wan de çanda tirkên xwînmij jî cîhê xwe bigre. Here lînkê



05.11.2016 14:35 | biaqila malê

55. di turksatêde weşanê neke wê çêtirbe, ev tişta jî heye zarok bi saya serê vê kanalê kurdî û tirkî liber hev hînbikin wê başbe, lê ne pêkane herdû zimanan tevlîhevnekin.



05.11.2016 17:18 | xwedêda

56. qenala ku biryara girtina wê hatiye rakirin û tê hêvîkirin ku di nava demk kurt de ji nû ve dest bi weşanê bike. malpera wê hê jî qedexekirî ye lê belê.



13.11.2016 22:35 | simurg56

57. qanalê xêzfîlmî yê kurdî yo ke bi birra khk ameybî qefilnayene, la çend roje verî qerar ame girewtene ke do reyna abibo û hêvîyê ma zî bi nê awayî yo.

gama ke qanal hetê dewlete ra ame girewtene keyepelê înternetî yê zarok tv'yî zî ameybî qefilnayîş. La nika keyepelê ci akerde yo. la belê înternetî ser o weşano gande çin o. Bi ihtîmalê girdî gama ke qanal abibo, do înternetî ser o weşano gande zî zergûn bibo.



27.11.2016 05:32 | endazyar

58. Qanala ku min demekê kin li wira karê dublajê dikir. Ewqas jî hêsan nîn e dublaj. Cara yekem bûbûm kêzikek * bíraníneke xweş e.



27.11.2016 12:55 | gulêê

59. Qenala xêzefilman a dîsa dest bi weşanê kiriye. Ez pê pir kêfxweş bum. Ser xêrê be.
Û qasê min dîtî xêzefilmên nû lê zêde kirine.



09.12.2016 21:18 | azadixwaz

60. Li playstorê sepana zarok tv hatiye dayîn. Êdî bi amûrên androîdê re bi riya înternetê dikare bi zindî werê temaşekirin. Bi armanca piştevaniyê werê daxistin baş e.



13.11.2017 19:51 | rûbar

61. kanaleke zehv xweş e. Niha em bi malbatê va zarok tv seyr dikin *
xwîşka min got xwezika waxta em piçûk bûn ev kanala hebûya.
yanî Xebateke pir girîng e ha.
zarok bi zimanê xwe ê dayikê xêzefîlman temaşe kin



23.02.2018 20:29 | bûtîmar

63. Kanala zarokan ku ez jî jê pir hez dikim e. Lê heçko her tim heman tişt li ser in. Hividarim ku nujen bibe



16.02.2019 15:58 | feqiyêteyran

64. kurê min gelek hêj jê dike lê ji ber zarok tvyê êdî li malê me nahewîne. hama dibêje an ji televîzyonê an jî ji telefonê ji min re vekin.
problema herî mezin ew e pirr zêde bername, stran û xêzefîlmên xwe nû nakin loma kurê min eciz dibe. ez êdî jê re ji youtubê vedikim lê ez kîja vîdyoyê vekim dibêje hi hi yanê biguherîne. êdî tu vîdeoyekê nema ye ku temaşe nekiriye. ji hemîyan eciz bûye lê dîsa jî dibêje eyn gere tu tiştekî li gorî dilê min vekî. îja digirî xwe hêrs dike. ez jî vîdyoyên îngîlîzî vedikim em hevûdu îdare dikin yan na bi şeref nahêle ez ji cihê xwe bilivim



30.11.2019 01:37 | ferhenga şikestî

65. Kalîteya bernameyên wê û weşana wê mixabin ne baş e. Gelo nikarin derbasî weşana HD bibin? Belkî zêde tiştek bi mesref bê.
Hin xêzeflîmên wê hene ku mirov tiştekî ji wan fêm nakê. Tê bibêje qey hema qîr didin. Weke din fîlmên wan pir kevin in.



30.11.2019 12:18 | nan û av

66. tekane tv ye ku a xweşa keça min a sal û nîv sali diçe. dema ku keça min digrî bi zarok tv'yê ve aş dikim. aş kirin



30.11.2019 12:27 | nazim tolhildan

67. di reklamên xwe de dibêjin hûn dikarin li ser sosyal medyayê xwe bigêhînin me û niza çi û ne çi
xwedêgiravî guh didin arezû û xwetekên temaşevanan lê ji vir mehekê berê gêhiştim wan û min ji bo tiştekî rîca li wan kir qaşo gotin erê emê safî bikin xwesteka we, lê mîratê ev bû mehek e ez li bendê me li bendê me

li youtubê dinêrim tikandina hin vîdeoyên wan gêhiştina 2 mîlyonî, ev gelek kêfa min tîne



14.12.2019 16:42 | ferhenga şikestî

68. di nav kurdan de êdî cihê xwe tam girtîye. êz dibînim ku kurdên ne welatparêz jî li zarokên xwe didin temaşekirin ku ev tiştekî gelek baş e.
xêzefîlmên wan hinekî hêdî diguherin û dema mirov zêde lê temaşe bike jê aciz dibe lê dîsa jî ji qenalên tirkan çêtir e. di wan de jî heman tişt heye lê ji ber ku hejmara wan zêde ye, balê nakişîne.
bila her hebe.



14.12.2019 18:57 | simurg56

69. piştî demekî hin xêzefîlmên wan dibin dubare dubare mirov aciz dibe; lê niha dest pê kirine û çend xêzefîlmên nû didin weşandin ev gelej baş bû.
stranên wan çêkirî gelej tên darîkirin, birazîyên min keleşo, celebano, rûbaro, yek yek e û çend libên din ji ber kirine.



14.12.2019 23:25 | xendekî

70. qenala ku xwediyê stranên gelek xweşik in. ew tîma ku stranên amade dikin, li zarokan didin gotin, montajê dikin hwd her tiştÎ heq dikin. karekÎ pîroz dikin. xêra wan em dikarin li ser Înternetê bi hesanî ji xwe ji bo zarokan naverokek bibînin.



15.12.2019 22:31 | brusk56

71. derbasî frekansek nû dibe, frekansa nû:
11855 V 30000

rastî jî zarok TV ne'metek e ji bo me bakuriyan. hem qenala tvyê hem ya YouTube'ê.



27.11.2020 18:31 | xendekî

72. qenala ku ji partîyên sîyasî bêhtir xizmeta kurdan û kurdistanê dike.



24.12.2020 13:08 | hueyn

74. qenala zarokan e ku di serdema nû ya weşanê de wê dîsa frekansa xwe biguherin, frekansa nû:
12685 V 30000 ZAROK TV



26.12.2021 01:05 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokê ku xiyar ji qutiya wî ya samsung galaxy tab 3 derdikeve

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî