Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
încîla kurdî - tirşik
încîla kurdî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li tirkiyê, pirtûka herî qedexe û talûke ye. him bi kurdî ye, him jî derî îslamiyetê ye.

berî çend salan li medya kitabevîyê belaş diyarî min kiribûn. min tenê çend deh rûpelan jê xwendibû. bi zimanek xweş li hatiye wergerandin. navê încîlê bixwe jî weke "mizgînî" wergerandine.

pirtûk ji aliyêkitab-i mukaddes şti ve hatiye çapkirin.



04.07.2014 19:04 | simurg56

2. xwedê te bi pîroze.



21.02.2015 17:06 | sedrik

3. ''çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e...''



Tîmotêyos I. 2:5



Here lînkê



Here lînkê



19.03.2015 21:21 | remlavêj

4. Gava dinê di înternetê de hate rastê min, di google booksê de heye. Bi standarta kurmancîya k'urdêd welatêd kafkazê hatiye nivîsandin.

Weşanger: Înstîtûta werger'andina k'itêba pîroz Moskva 2011

Min hinek jê xwend Bi devoka kafkaz û serhedê ye, zimanê wê sivik û resen e, anegorî gundiyekî qet ji gundê xwe derneketî, nexwendî dikare jê fehm bike. Yanî hûn ê herin yekî extiyar a gundiyekî welatên Serhedê bîna Mûş, agirê, îdirê re bixwînin we rehet fahm dike.

Di pêşgotina kitêbê jî dinivîse Ji bo kurdên kafkazê re hatiye nivîsandin. Wan salên dawî bi taybetî ji bo kurdên Êzdî re fealiyetên mîsyonerî zêde bûye.

Mebesta wan siyasî û asîmîlasyona Kurdan nebe bi ya min her kes misilman, xristiyan, şahidên yehowa dikare weaza dînên xwe bike ... Lêbelê misilman, xristiyan dînên xwe piranî boyî siyasî, desthilatdariya xwe bi kar tînin... Ne ji bo heqîqetê.

Ha ji aliyekî din jî, misilman ji vê încîla bi kurdî hanê bixwînin belkî rûyê wan hinekî sor dibe, şerm bikin ji ber Rêzgirtina zimanê kurdî ya xristiyanan... Piraniya Kurdan misilman in û misilmanên derdora wan ji wan re zilm û zordarî dikin û behsa biratî, edaletê hwd. dikin ka lê binêrin...

(bnr: jw.org)
(bnr: şahidên yehowa)

Mizgînî Peymana Nû (încîl)
Înstîtûta werger'andina k'itêba pîroz Moskva 2011

Here lînkê



27.12.2017 20:48 ~20:51 | mîr

5. Kalikê min ji bo Încîla kurdî min ji mala xwe kir der. Got tu bû ye kafir ji mala min bicehime here ku dimîne bimîne.



27.12.2017 22:16 | elîşêr

6. mîzgînî



28.12.2017 00:31 | gulêê

7. (bnr: xwedê wê bi me ve dê)



28.12.2017 15:38 | tililili

8. Pirtûka ku min bi kurdî jî bi tirkî jî xilas kiriye. Ji ber ku nêrîna min a dînî li ser xrîstiyanîyê bingehî daye her tim dixwînim. Pirtûka ku dixwînim kurdiya wî baş e lê gelek peyvên ecêb jî bi kar anîne. Lê Li gor rewşê pirtûkeke hêja ye.



22.11.2020 20:16 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» încîla kurdî
» kurdî xwarig

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî