1. lîstikeke zarokatiyêye ku ew roj nayên bîra min lê niha kurê minê nêzikî 2 salî dilîze. kesekî çavên xwe digire, yên din xwe vedişêrin û du re yê çavên xwe girtî yên xwe veşartî digeri |
|
01.07.2014 12:37 |
azadixwaz
|
2. jê ra 'çav veşartok' jî tê gotin |
|
01.07.2014 22:45 |
mîr
|
3. leyîstokeke ku navnetweyî ye, hema bêje di her dera dinyê de cûreyên vê leyistokê hene. û li herema me jê re çavgirtik digotin. |
|
11.07.2014 11:25 |
nazim tolhildan
|
4. lîstika ku me bi navê sobe jî dilîst e. me bi ya bi topê re jî digot qoqla |
|
02.02.2015 23:43 |
berxweda
|
5. Lîstika ku Nizanim çima me bi tîpa "ê"yê digot. me wusa digot: were em bi vêşartokê bilîzin. |
|
20.05.2020 03:42 |
xabûrî
|
6. cîyê ku me çavê xwe ser digirt mê wî cîyî ra digo doçik. ku me dizîkava dihat destê xu doçikê dida me digot doçik çû doçik çu doçik çu. |
|
20.05.2020 14:52 ~14:55 |
bûtîmar
|
7. Lîstika veşartokê bi çend kesan re te lîstin. Piranî keçik û lawik bi hevdu re veşartokê dilîzin. Pêşi zarok li hev kom dibin û maka listikê hildibijartin. Ew jî bi hejmartina gotinên dûrikeke lîstika veşartokê dihate tespit kirin. Yekî ya ji yekê ew dûrik digot û bi tilîka xwe ew kesê kom bûbûn dihijmart: |
|
02.12.2020 19:15 |
sitî cp
|
zaningeha amedê [1] |
|
ziman û edebiyata kurdî [1] |
|
metrobus [2] |
|
xelîl [1] |
|
botan times [1] |