Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
ne ba min siwar dike ne ax min peya dike - tirşik
ne ba min siwar dike ne ax min peya dike | 0
Nivîskar: Mueyed Teyib | kurmancî | helbest | 254 rûpel

Ne ba min siwar diket Ne ax min peya diket Ez takebelgê zer û pêtî me Vê payîza dereng Bi gulpên vê darê ve mayim Ne ba Min siwar diket Ne ax Min pe...
ne ba min siwar dike ne ax min peya dike
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hemû berhemên şi'rÎ yên mueyed teyîb.. ji nav weşanên avestayê derketiye.. selÎm temo berhem tev de ji herfên erebî kiriye herfên latînî..



14.06.2014 22:11 | endazer


3. Ne peya digêm dile wê ne jî bi siwar.



21.04.2018 20:58 | rêşadcibranî

4. ne ba min siwar diket
ne ax min peya diket


"mirinê, tu li kû yî
jiyanê ez kuştim!" (Hejar Mukriyanî)


ez takebelgê zer û pêtî me
vê payîza dereng
bi gulpên vê darê ve mayim
ne ba
min siwar diket
ne ax
min peya diket


rojên kurt û tarî
şevên reş û bêdawî
wek koremarekî
di gerdena min aliyayî ne û
ez mirim bo
fireke bay û
çengekê hetavê

di ser çiyayan ra
di ser deryayan ra
wek bayê bezê
xencereka di hawara min tê
binê wê di destê Metînî de
serê wê li ser dilê min
gaziyên Nalbendî û şikoyê Hesen
vê nîvşevê
di canê min de deng vediden:
netirse
naêşît naêşît


-ho kewê Metînî
ho pêlîstanka Elegezê
ez û êş hevalcêmk in
em di rojekê de jidayîk bûne
me şîrê êk sîng xwariye û
di êk hembêzê de mezin bûyîne
êş pîstê min e
êş xwîna min e
êş emrê min ê borî û
pêşeroja min e
her careka em rastî hev tên
em têr di hembêza hev de digirîn
ez ne pêtos im û
ji êşê natirsim
lê min
di danga Kêliya şedayê
li rasta gêjebera
sê çar werîsa dûr
ji Kora şimikzera
pîredayîkek heye
mergê sê kurên xwe dîtiye
hawar
destê min nagirît
bikeme çar.

(ji pirtûka Mueyed teyib ya ne ba min siwar dike ne ax min peya dike, ji alfebaya erebî bo latînî selim temo. rûpel 247 avesta)



17.12.2019 21:58 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» min pirtûkek xwend jiyana min guherî
» siwaro
» dike vs dikê
» mindscape
» peyamên pîrozkirina cejna remezanê
» diken.com.tr

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî