Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
rojnameya basnûçe - tirşik
rojnameya basnûçe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rojnameyeke heftane ye. li kurdistana bakur jî derdikeve nizanim çima hêlek wê bi tirkî ye



12.06.2014 23:29 | cîncoqo

2. (bnr: basnews.com)



12.06.2014 23:31 | endazer


4. Rojnamek heftane ye ku nîvî kurdî nîvî jî tirkî ye. di beşa kurdî de jî 2 rûpel bi zarava zazakî ye.



23.07.2014 16:58 | xewnname

5. reklamek waha ji bo rojnameyê çêkirine





17.02.2015 17:17 | xewnname

6. Piştî azadîya Welat rojname ya kurdî a herî mezin ev e. Înşallah bila her bêalî û kurdîstanî bimîne.



13.06.2016 23:47 | azad30

7. Li Stenbolê de Min tenê li pirtûkxaneya mephisto û medya kitabevî de dît tê firotinê. Xêncê wan li rojnamefiroşan de nayê peydakirin. Nîvî tirkî, nîvî kurmancî, 1-2 rûpel jî kirdkî ye. Min carekî jê stand.

heftê de carekî tê weşandin loma nûçeyên sîyasî-ekonomî kevn dibe, yên edebî tên xwendin.

Vî zemanê de rojnamevanî li ser înternetê de web, medyaya civakî de nûçe her deqîqe tê nû kirin mehek bûye wekî rojekî loma heftê de carekî weşandina rojnameyan kêmasiyeke mezin e lê rojane derkete jî kî bistanda ew jî meseleyeke din e...

Maneya "bas" dibe ku behs, gotin, mijar, xeber be.

Hinek Kesên ku lê dinivîsin ew in:

ciwanmerd kulek
yaşar abdulselamoğlu
fahriye adsay
firat cewerî



29.04.2017 00:26 ~00:31 | mîr

8. Di 27.11.2017 yan de weşanên xwe sekinand, êdî nayê weşandin. Here lînkê

Bi fikra min Sedemên qedandina weşanên wan siyasî, ekonomîk û teknolojîk e.

Sedemên Siyasî, piştî pêvajoya çareseriyê û referandûmê her tişt êdî wekî berê nerehet e, xewnên xweş bû xewnên reş...

Sedemên Ekonomîk, rojnameyên kurdî nayên xwendin, kurd tenê gava li înşeatên de dixebitin ser rojnameyan de nan dixwin, Kaxezên ser de nan dixwin kurdî yan jî Tirkî be ferq nake.
Ji Aliyekî din jî texmîn dikim wana ji hikumeta başûrê ji xwe re budçe standin lêbelê piştî şer û pevçunê ew jî êdî nedihat.

Sedemên teknolojîk, yaw bavo vê zemanê hanê de kê re rojnameya heftê de carekî tê weşandin lazim e, milet her deqe dikare înternetê de her tiştê bixwîne.

Axirê xatirê te basnûçe :/
Future coming with tora medyayê ya tirşikê ;)



02.01.2018 22:14 ~22:16 | mîr

9. (bnr: dara porxelek)



03.01.2018 14:05 | tililili

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnameya zaman

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî