Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
firşik - tirşik
firşik
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. aVA BI XWÊ YA JI BO ÇÊKIRINA TIRŞIYÊ YE..



10.06.2014 18:35 | nan û av

2. (bnr: firşik kirin)



15.04.2015 10:47 | xendekî

3. ji bo ava ku pê tirşî tê çêkirin li cem jê re dibêjin şoravk..

û firşik jî ji xeynî wateya xwe ya rastî wateyeka wê ya mecazÎ jî heye li cem me, li cizîrê, dema yek gelekî hej xwarinekî bike, jê re dibêjin firşikê wî ev xwarin e, em bêjin brusk56 gelekî hej peteteyan dike, rojê sê danan peteteyan dixwe, hingî mirov dikare bêje firşikê brusk petete ne..



15.04.2015 12:37 | endazer

4. gava dî li ser înternetê min lê nêrî, ev peyv bi çend wateyên din jî tê bikaranîn..

- xûy, exlaq, sinc, tebîet.. j bo nimûne;

''firşikê wî weha ye ku maf bihê standin û ne pêşkêşkirin'' Here lînkê

''lolebkêşî di firşikê dewletê bi xwe de heye.'' Here lînkê

- ber firşikê xwe re çûn (biwêj) bi tirkî; burnunun dikine gitmek



15.04.2015 12:53 | endazer

5. li gorî keça kurd wate û etîmolojiya vê peyvê ligel çend peyvên dî yên wek firÎk û firo ku ji heman kokî çêbûne;



''bêjeya fir an jî firî di koka xwe de şîrê taze, ê pêşî ye. Peyva firîk ji (firî) û paşgira(k)pêk hatiye. Firîkê genimî şîrik têde heye. Peyva firşik an jî firîşk ji (fir)+(şik) an jî (firî)+(şk). Bi zaravê kurmancî firşik, ew şîrikê pêşî, yê ku hêşte di zikê sewala nûzayê (berxik û karik) de ye. Vêce ez dibêjim kuka firşik(fir)+(şik) e. Peyva (fir), şîr e û peyva şik jî zik e. An go ew şîrê terî di zik de ye; paş ku berxikî an jî karikê serjêdikin, ew şîr di tûrikekî çermî de, di zikê wê de ye. Wî şîrî di wî tûrikî de hişk dikin û paşê piçekî di nav şîrê pez û çêlekan de diheşêfin. Û bi vî rengî penîr çêdibe. firo jî ez di bêjim peyv ji(fir+o) hatiye û ew jî şîrê ter e, yê ku cara pêşî an jî rojek dido piştî zanê bi germkirinê re diqetê, ango hev digre û bi nanî re dixun. Lê mamosta dibêjê ku firo jî firşik e; dibe ku di zaravê soranî de weha bê, mamosta Hejar jî di ferhenga xwe de nivîsiye ku firo, firşik û jek yek watene. Lê bi zaravê kurmanciya jorî weke ku min şîrovekiriye, weha ye.



15.04.2015 13:38 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» firşik

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî