Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ehmedê huseynî - tirşik
ehmedê huseynî
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. di sala 1955’an de li bajarê Amûdê ji dayik bû.

Li zanîngeha şamê felsefe xwendiye û aniha li londonê dijî.

demekî di roj tvyê de bernameyeke bi navê ‘’dengvedana peyv꒒ pêşkiş dikir.

helbestvanekî bi nav û deng e. bandorek mezin li nivîskarên nûjen kiriye û dike jî.

gellek pirtûkên wî hene.

Ji bilî vana şewqa li serê wî, porê wî yê dirêj gellek balkêş e.

helbestan jî gellek xweş bilêv dike.







14.07.2013 16:02 | gulan

2. şairê helbestên resen yên kurdî.. çendî li helbestinên xwe de bilikume û bi xefka şehwet û şohreta peyvê bikeve jî li ber dilê min di nav şairên kurd ên sax de kes nikare avê li destan bike.. di helbestên vî camêrî de mûzîkalîteyek ecêb heye ku mirov ji ber vê taybetmendiya helbestên wî ji xwendin û guhdêrîna helbestên wî têr nabe.. di helbestên xwe de peyvên dengvedanê yên ji ber dengê xwezayê hatine çêkirin gelekî bikar tîne.. û bawer im ku bingeha mûzîkalîteya helbesta wî jî ji vê yekê tê.. herwisa wer dixweye ku çawa lê tê welê dinivîse wekê hinek şairên din heta ristekî lê dikin sed ristan jê nabin.. axirê axaftina zêde hewce nake..

fermo ji vir kerem kin ji bo nimûneyeka helbestên ehmedê huseynî:



Dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min,

pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn

û bazbendaên bejna te dikin.

Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min,

pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te

û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.



Dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,

bîna xwe ji sêvên te, didizin.



Dîsa zîvên gerdena Zînê,

di şemala gerdena rojçêbûna te de,

di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.



Dîsa şewatên ferhenga bîra min,

“serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min,

sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.



Dîsa bendên axê, bîna rihana destê te

û pirtûka êşa stêrkên sînga te,

çîroka aferîdeyên ji tozê,

ji miriyên xoşewîst re dibêjin.



Dîsa hineya porê te,

di asoyên sersomiya min de,

sawa şevistanê ji bîr dike.



Dîsa bişkojên bişirîna te;

Ji nişkê ve nermebarana nêrîna te,

Paytexta seferê pîr dike.



Dîsa wek dara hinarê ya ji westana dayika min,

li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.



Dîsa wek çûkên destê sibê,

li ser şaxên metirsiya te,

di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.



Dîsa zingîna zencîran pêşkêşî sermageriya tozê dikim.



Dîsa leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.



Dîsa xweliya dengên xwe û bêzariya rengên xwe

û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.



Dîsa çira hevdîtina mişextên mirî,

bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê,

bi nehwirînê, dişikînim.



Dîsa di kavilên xwîna xwe ya windayî de

di wêrana birîna xwe ya rizyayî de

di dûmana axîna xwe ya serberdayî de

qebqeba kewên te, desthilata dewê te,

êşa berboriya te dikişînim.



Dîsa pişta xwe didim dilovaniya ava te

û berê xwe didim reştava te

û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.



Dîsa wek çavkaniyeke kûvî,

ji keservedana te der diçim

û zeviyên matmayîna te de,

di sirûdên zayîna te de, diçêrim.



14.07.2013 16:56 | endazer

3. (bnr: helbestkarên kurd)



15.07.2013 21:16 | seydayê_peyvan

4. helbestvanek e ku him li ser pirsgirêkên gelê xwe disekine, lê xwe nake amûra tu partiyan.

ya rastî, encax berhemên hunermendên wisa dikarin nav wêjeya cihanê de cî bigire.



15.07.2013 21:32 | simurg56

5. tenê di bernameyekê de 237 caran dibêje immmm immmmm û immmm



18.07.2013 00:23 | rohat_rosî

6. Berê di warê helbestê de çêtir û baş bû, vê dawiyê rêzikên wî xwe diwekilînin û mirov aciz dibe. Dîwana wî bi têra xwe baş e.



18.07.2013 00:27 | rojgar

7. ehmed huseynî; helbestkarekî navdar yê (bnr: kurd) e. ji binxetê, ji bajarê (bnr: amudê) ye. felsefe xwendiye. berê di (bnr: roj tv) de bi navê (bnr: dengvedanê peyvê) bernameyek helbestkî çêdikir. vê çende di heman formatê de di (bnr: ronahî tv) de bernameya (bnr: şeva hîcran) pêşkeş dike. dîsa di rojnameya (bnr: azadiya welat) de qunciknivîs e. hemû helbestên wî bi navê (bnr: dîwan) ê di nav weşanên (bnr: avesta) de derçûne. gelek helbestkarên nû û ciwan di bin bandora wî de ma ne. huseynî li (bnr: londona) Îngîlîstanê dijî û tirsa wî ew tirsê ku ew ê li wir bimire. xwedê wî li ser serê me û li ser serê helbesta kurdî kêm nekê.



...

îşev

xwe davêjime binê bîrê

da ku bîra xwe ji bîr bikim.



ehmed huseynî



17.07.2013 18:11 | seydayê_peyvan

8. beradayekî li derekê got zimanê wî pir giran e . tu aniha ji kîjan kurdî bipirse wê bibêjin welleh zimanê wî pir giran e.

û tu pirsa duda ji wan bike '' te pirtûkên wî xwendine ? '' wê teqez bibêjin Na



19.07.2013 01:24 | cîncoqo

9. vê sibehê...



29.07.2013 20:30 | quto

10. helbestên wî ji ber bi hêsanî li tirkî an li zimaneke din nayên wergerandin anku li kirasê zimanên din ên biyanî rûnanin bi gelek kurdên ku dema tiştekî bi kurdî dixwînin pêşiyê destûrê ji serdestên xwe dixwazin û werdigerînin zimanê serdestan û paşê li fêhma xwe dixin zor û zehmet tê.. her helbestvanekî li ser rûyê erdê helbestên xwe yên ji rêzê an ketûber hene hinek jê çi ji ber xemsariyê çi jî ji ber girîngîpênedanê diweşînin û belav dikin û hinek jê jî bi dest xwe re jê dibin û tune dikin..



29.07.2013 20:48 | endazer

11. Helbestvanekî hêja ye... Yek helbesta wî ko ez gelekî di têsîra xwe de hiştime ev e;



Vê şevê,

Tirêna ku lê siwar dibim li ser şiva destên te dimeşe,

Welatê ku lê peya dibim li pasporta dilê min dipirse?

Goristana ku lê dimirim jî, ji nasnameya min a qedexe ditirse..

Lê…

Li ser lêvên min, axînên te, wek kulîlkan, dipişkivin,

Di deryaçeya xewna min de, masiyên kenê te, bê av dimînin,

Memikên te şevçiyayên min ên ebedî ne,

Rexên te jî sêdar û oxira pasvanên helbest û hasten min in…

De xwe bavêje himbêza min!

De pencereya xwîna min veke

Û têra xwe li kavilên stirana min binêre!!!! (Ehmedê Huseynî)



30.07.2013 12:49 | pezkûviyê cûdî

12. Demekî dirêj di quncikê xwe yê rojname ya Azadiya Welat de bi navê "Vê sibehê " rezê helbestê gelêkî hêja dinivîs î...



Vê sibehê,

Tu gulistana min î

Tu biyabana min î

Tu demsal û barana min î

Tu aso û sîtav û dîlana min î

Tu pirs û bersiv û talana min î

Tu şîrav û pinpinîk û hawara min î

Tu mak û çavkanî,

Arjen û Manî,

Cizîrî û Selmaya min î..

Vê sibehê

Tu helbesta min î,

Tu helwesta min î

Tu ala rengîn î

Nîşana darbesta min î..





30.07.2013 13:07 | newenda

13. Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TV'ê de bernameya wî heye.

Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye.

Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê.



30.07.2013 13:11 | mam selam

14. EHMED HUSEYNÎ

Yê ku; hişk bi niqrîska qirika janê girtiye

Û

rondikên kul li ser rûyê xwe reşandiye.

Yê ku; sewta keserên welatekî li bejnûbala bêjeyan pêçaye

Yê ku; helbest-dêlî, hevok-goşî û peyvên wî hebên trî.

Yê ku; xwendina risteyên wî bi çêjtirîn dibe li gel sîluetê rûyê wî

Ew e, endezyarê trênên peyvan,

axaftinên wî mist dana pişta xezalan,

awirên wî mazûbanên govêndên pinpinîkan.

Ew e;

qulteyna Kurmanciya ku diherike li bestan,

werma dilê darbestan,

qalûna helbestan.

Denîz ŞAN



28.08.2013 17:38 | ferecazad

15. çamero helbestvanekî serkeftî û taybet e .helbestê xwe ji pêşerojê ra dinivîse înşalah rojek be fêhmkirin



28.08.2013 20:25 | newenda

16. kurdî firandiye esmanan,merivên jêrzeminê tênagihêjin asoyê wî. lê mixabin van salê dawî ji sermiyanê xwe dixwe.ne hewceye ew helbestokê kurtik û dubere.



28.08.2013 22:06 | tivirloismail

17. gotibû ez ê pishtî "dîwanê" dev ji helbestê ber bidim, kechikeke amedî keziyên xwe kur kiribû gotibû tu dev jê ber nedî. xwezî pishtî dîwana xwe qet nenivîsiya.... gellek helbestên wî yên vê dawiyê dubare ne.



29.08.2013 00:09 | rojgar

18. şairê ko em li ber sibehên wî çûn.



02.09.2013 15:11 | parodî

19. Şairê ku her dem, bi doza welatê xwe disoje... Diltenik û dilnazikê qeraçên Amûdê... Di vê serdema ku xelk û alem qefle qefle ji Rojava direve, ew xwe serserkî di çola rojava de werdike. Li gel xelkê xwe, li gel şervanên xwe dil daye ser tapanê.

axira peyvê; ehmedê huseynî namûs û wîjdana rewşenbîr Û nivîskariya kurdî ye.



02.09.2013 18:56 | paleyê gund

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê hapo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî