Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
dil ji min bir - tirşik
dil ji min bir
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. helbesta helbestvanê kurd melayê cizîrî.



şox û şengê zuhre-rengê

dil ji min bir, dil ji min

awirên heybet-pilingê

dil ji min bir, dil ji min.



wê şepalê misk î xalê,

dêm-durê gerden şemalê,

cebheta biskan sema lê

dil ji min bir, dil ji min.



zulf û xalan nûn û dalan

wan ji min bir dil bitalan

goşeê qewsê hîlalan

dil ji min bir, dil ji min.



dêm nedirê bo ebîrê

xemrî yû gîs û herîrê

sîne kir amancê tîrê

dil ji min bir, dil ji min.



sur-şirînê nazenînê

kuştim û nakit yeqşnê

wê bi çengala evînê

dil ji min bir, dil ji min.



fetl û taban da xuraban

ebleq û cuhtê şebaban

dame ber pence w kulaban

dil ji min bir, dil ji min.



xoş-xeramê, ez xulamê

nazikê şirîn-kelamê

tûtîya eywan meqamê

dil ji min bir, dil ji min.



14.07.2013 14:09 | berxêres

2. straneka stranbêjê kurd ciwan haco anku helbesteka şairê kurd sebrî botanî..



'vê yarkujê tîrek weşand

hinav û dil pê herişand

agir bi ser da lê reşand

sed bîr û bawer helweşand

hawar li min dil bir ji min

dilek nema ku nelivand

kesek nema wê necivand

bi vîna xo wê nenivand

wê dil ji pîran jî revand

perde nema wê nedirand

sofî ji kûncê zivirand

ji ser û dil îman firand

hawar li min dil bir ji min'



ji bo ji dengê ciwan haco guhdarîkirina vê stran-helbestê fermo j vir kerem kin:



14.07.2013 14:33 | endazer

3. helbesta melayê cizîrî ya ku hivronê di albûma xwe ya dawîn de kiriye beste û xwendiye bi navê şox û şengê jî tê nasîn..

ji bo ji dengê koma hîvronê guhdêrîn û guhdarîkirina vê stran-helbestê fermo ji vir kerem kin:



14.07.2013 14:36 | endazer

4. helbesta şairê kurd ê ji kurdên sovyêtê fêrîkê ûsîv û herwiha strana stranbêjê kurd nizamettin ariçî ya ku ji vê helbesta fêrîkê ûsîvî hatî bestekirin..



'Diranzêrê, birûkêrê,

Dil ji min bir, dil ji min.



Helandim bi xweş xeberên xwe,

Bêhna misk û emberên xwe,

Ceneta sîng û berên xwe,

Dil ji min bir, dil ji min.



Çavê belek wê kil dida,

Beşera rû xweş gul dida,

Zerqê hubê li dil dida,

Dil ji min bir, dil ji min.



Hey wax, min ji bîr naçin diha

Naz û nûbara xas e biha,

Zulfê zêrîn li dora guhan,

Bêhn û beşera bedew, biha,

Teyr û tawiza per bi zêrê -

Dil ji min bir, dil ji min.



Hilnegeriyan em tu waran,

Gul neçinîn li tu beyaran,

Dosta min a li nava neyaran

Ez zû xistim riya dagêrê, -

Dil ji min bir, dil ji min.



Xeşibî me, hîlar ketî

Ji hesreta wî sifetî,

Bêbiata qelp derketî -

Dil ji min bir, dil ji min.



Kilama min hubê - xalis,

Ew defîneya min a dengiz,

Wekî kûtekî nanê garis

Girt û avêt nava savêrê, -

Dil ji min bir, dil ji min.



1967



Fêrîkê Ûsiv



*Ji "Hesretdefter"ê, Hemû Berhem, Cilda I., r. 385-386 Weşanxaneya Lîs, Gulan 2011, Amed'



guhdarên ezîz radyoya youtubê xeber dide! ji bo guhdêrîna vê stran-helbestê ji dengê nîzamettîn arîçî jî fermo ji vir kerem kin:



14.07.2013 14:42 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dil miqabilî dil e
» min dît cara ewilî
» birû

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî