Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kulî - tirşik
kulî
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. guhên wan di çongên wan dene.



31.05.2014 22:07 | dara berrûyê

2. zimanê xelkê dixwin..

ji bo yên zêde naaxivin an hej axaftinê nakin dibêjin; ma kuliyan zimanê te xwariye?



31.05.2014 22:10 | endazer

3. û ji bo berfa hûrik jî dibêjin..

Bila di şevên zivistanan de kes çêlî min nekin û min bi bîr neynin; ji xwe ez ê bi her kuliya berfê re dakevim dîsa ser rûyê erdê. (semîramîs, rênas jiyan)



31.05.2014 22:11 | endazer

4. heywaneke firrok û xwehilavêj e, di kurdî de gelek navên wê hene; tanciye pêxemberane (silêmanî), kulle, kolîk, hespê nebiya (ruha), mîrê mihelmiya, mehîna horiya (mêrdîn), siyarê bûkê (gundê pampê), goşkar (meletî), hespê pêxember (efrîn), hespê fatima nebî (dirpêsiyê, hekarî), kerikê fatima nebî (mûş), mihînka pêxember (qamişlo), hespê pîrê an hespê kalo (amed, têrkan), kerqabik, hespê bûkê (şemzînan), hespik, hespê xwudê..

bi îngîlîzî; grasshopper, locust, grifter, inflammation, limped, phlogistic, claudication, pie, bi tirkî; çekirge..



(bnr: zimanê kurdî)



19.05.2015 22:07 | endazer

5. me digot çima kulî re gotinê kulî, digotin ji ber ku kulî dikulin meriv weha nav lê daniye..lê gelek cure nedikulin tenê dipekin....li gor cureyan navên wekî (bnr: çekçekî),(bnr: çekçekok),(bnr: sîsirk), (bnr: evdoşekalo) binavdikin jî hene..



19.05.2015 22:23 | havka

6. (bnr: kuleh)



19.05.2015 22:56 | xendekî

7. pekpekok jî tê gotin ji ber ku kulî dipekin..dengê –p û -kyê ya yekemîn hinek hişk tê xwendin..



08.06.2016 22:39 | havka

8. ajala wekî tûtika ji firandinêre telpaseye, nizanim çi goşt têde heye.. li hinek deveran wan li şîşê dixin û wan dixwin





Here lînkê



09.06.2016 22:28 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî