Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 45 peyam
kawa nemir 40 salî ye - tirşik
kawa nemir 40 salî ye
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 29 gulan 2014, êdî kawa nemir 40 salî ye!

(bnr: rojbûna te pîroz be kawa nemir!)



29.05.2014 03:51 | zero

2. kawa nemir ciwantir dixÛye. meriv dibÊ qe benjamin button e. rojbûna te pîroz be kawa nemir.



29.05.2014 11:14 | xelîlêzer

3. kesê ku nemir be wateya temenê wî tune ye*



29.05.2014 11:24 | renas

4. cercîs rewanî di lîteratura Kurdî de vebûn û firehbûna têgeha “nalebarî”yê bi xwe ye. Giyanê nalebar Cercîs Rewanî di ber hirîniya hespekî sêw, bi serkîsofa kalikê xwe Mihemedê Resûl û bi soz û bextên dîroka çargavî ber bi kuçe û kolanên Bîzansê ve dibeze û li pişt xwe jî eşîra li ber sikratê dihêle. Eşîra zarokê virnî pak nedibû, pak nedibû, tu nêçîrvanî nekarî xwe bi askbêjiya wî ya li ser kuçeyên B’yê de vala bike! Gilgamêşê xwe di Daristana Kacan de bi mirina nepenî pêçayî her digot: “Bengî li wir in, şer, teqîbat, eşîr, dîmena di kûrahiyên zeryayê de li wir in, hildimijin hewaya sift, wekî gelekan.”



Piştî koça zimên di newala ku ew lê du caran hatî kuştin de kelimî, kelimî û ji xeletiya Kardoxan çêbû ew. Baweriya xwe bi tiliyên terziyê mirinê anî, ji bîr kir navê B’yê, lê ji bîr nekir nebûna wê ya tor û her digot: Evîn bû ev, a ku şêtên dîrokê diafirand, mala miriyan bi keys dikir, beriya hatina bahoza sawîran goristana kevin vedijibart. Dil da giyanên mezin ên ku wateyê li jiyanê kirîn, dil da veavakirina deqên ku mirinê bi kokqelanan re dibin dûryanan. Dil da tava Frezyayê, kevirên pîpaskê avêt payîna trênan, çîçkek kul nas kir û dev û dilê wî bûn yek. Zaroka yekem bû Selpakfiroş û dev li dîrokê tehl kir; ji ber ku deryavanên derya xitimkirî xwe bi baranê ve dardakirin. Bedewiya B’yê bi lêv kir xezîneya xwe ya ku ber bi piştevaniya faşîzmê ve çûyî: “Te di xewnên min de jî xwe li min heram kir, bi tenê navmaliyên xwe ji min re bi rê kir.” Meleka di quncikên zemên û zimên de raketî dagêr dibû, ya hatî gotin bi awayê nehatî gotin: Ez ê li vir rûnêm, çaygeriya hevalan bikim! Li Stenbola xalî bi sewta zimanekî zirz î miz her digot: Where I may not remove nor be removed.

Cercîs Kurdistanî, her çi qas bo yekem car mafdar derxistibe Adornoyê xwe li tixûban xistî û her çi qas ji Siyabendê ku li pey gaziya nêçîrê diçe re qayîş kêşandibe, dîsa jî bi zimanê deryayî ji Siyo xweştir cejn nedidît li darê dinyayê, çimkî ew şîrava gul bi xwe bû. Di sanatoryuman de derd drêneke berdewam bû di pişika wî de, tenêtiya wî sînfoniya sehafekî bû, bêyî ku ji kêfa dozgêr bipirse li pey azadiya “Nemir”iyê bû. Di razan û rabûnê de ji evîna ku derketî serê çiyê re çirayê girt, peyvên wî tîrêjên heyvê qewirandin û baskên minminîkan bûn baweşînk û silav kir takeşevên Kurdistana berdîberdan. Di binê daremerxekê de zeft kiribû kilambêjiya hestiyên nelawela çirûsî.

Cercîs Rewanî! Cercîs Kurdistanî!

Ango kawa nemir!

Çil saliya te pîroz be!

Dimeşî, li dû te diteqe Dem!

Kurd hene li gel K. N. li ber dilovaniya vê mija berbangî!



29.05.2014 20:47 | zero

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» kawayê hesinker
» nemirnejî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî