Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
êrîşa faşîstan ya li dijî tirşikê - tirşik
êrîşa faşîstan ya li dijî tirşikê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. êrîşa ku îro berî çend deqeyan destpê kiriye.

xuya ye ji aliyê inci sozlukê ve tê kirin.

hemû hesabên ku vekirine, hatin jêbirin.

hevalê moderator; ji kerema xwe re berî ku çomezan erê bikin, dîqat bikin.



29.05.2014 00:14 | simurg56

2. weyla quzilqurt xwarina, em wek camêran dibên keremkin ji tirşika me tam bikin ew necamêran jî tê sofreya me diherimînin



29.05.2014 11:26 | renas

3. êrîşî ku ji ber nexweşiya moderator û rêveberên tirşikê derketiye û sedema wê jî xwestina pirkirina nivîskarên tirşikê.

heyran ma çi ker bê tê wî bikî nivîskar..

bila bi kurdî bizane!

bila nivîsên wî hêja bin!

kalîte ji pirbûnê giringitr e!

êdî nivîskaran hilbijêrin



29.05.2014 12:45 | dijber

4. Derdê wan çî ye* eceb tirşik ji destpêkirina dayîna reklaman re yên ku reklaman didin wan kêm bu ne *



29.05.2014 15:25 | mam selam

5. êrîşa ku heta vê saetê jî berdewam e.. heta niha min sê çar trollên çomez asteng kirin û ji dehan zêdetir peyamên bêeleqe yên van çomezan jî jêbirine.. heta vî qasî tu talûkeye berçav naxweye lê eger ev êrîş bi awayeke sîstematîk dewam bike, divê heta qederekî standina nivîskarên nû bê rawestandin..



29.05.2014 21:27 | endazer

6. karê kerên bêkar e û tu gû jê dernakeve, îşelleh, maşelleh, bi izna xwedê amîn.



29.05.2014 21:50 | simurg56

7. êrişa ku keyfa min xwe kiriye. bi xwedê ha *

na wele henekan nakim. ji ber ku, ger faşîstan despê êrişan kiribe demek em bûne tiştek ku dengê me gihaye wan û ji me aciz bûne. her bijî hevalno. divê em vê yekê pîroz bikin *



(bnr: tirşik bûya tiştek)



04.06.2014 00:30 | brusk56

8. qey hin nivîskarên tişrikê şev bûne mêhvanê diya wa.



04.06.2014 19:16 | ciwanpiroz

9. Heke êrîşan destpê kiribe êdî em dizanin ku tirşik bûye kelemê çavê neyaran, bûye kul û keder li qarşî çavnebar û bedmirovan. Baş e baş e.



22.01.2015 20:22 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» êrîşa daîşê li orlandayê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: nuce tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî