Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 81 peyam
kermêş - tirşik
kermêş
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kêzikeke biçûk e ku şevên havînan li mirov diherimîne. bi xwîna mirovan zikê xwe têr dike. dema ku hewa sar dibe ev winda dibin Û kengê ku hewa dest bi germbûnê kir di cî de derdikevin holê. bi baweriya min navê wê ji germmêş-ê guheriye Û bûye kermêş. di zimanên hind-ewropî de navê wê nêzîkê mêş-ê ye weke mînak li englîzî û fransî Mosquito, li almanî moskîto, mücke ye .



28.05.2014 15:54 | oxir

2. kerrik, kerr mêş, dibe jiber kermêşên hê ji şîr nabin/çavê wan nabişkife li pey xirê xwe diçin xwe kerr dikin jibû wî kermêş tê gotin



22.09.2016 00:22 | shorbevan

3. di diya xweyê xwenin, ev nizanin rihetî çîye mala wan jin û zariyên wan tunene meriv bişev jî naçe mala xwe..



22.09.2016 00:23 ~00:26 | shorbevan

4. (bnr: mormork) ew çar sal bû serê min wan ra ketibû belayê. Yaw arqadaş wana ez qul qulî dikirim!

êja yek carek jî têra wana nake. Hezar carî li meriv dixin û telt teltî dikin.



bi taybetî jî wanê (bnr: anofel) zehv pîs in.

dibêjin merivên ku xwîna wana 0 rh + be anofel zêdetir wana gez dikin.



di cîhê bax û baxçe da hejmara wana zehf e. Ez xerab nebim nav darên gûza da pirr in. Ji ber ku li adapazarîyê li ber pencereya min darekî gûza hebû mormork di odeya min de kêm nedibûn. Paşê sersala çaremîn de ew dara hate birrînê mormork hinekî kêm bûn lê mixabin disa jî xelaz nedibûn.



Qe nebe heftekîda sê roja ez ji destê wana heta destê sibê xewra nediçûm.



zêdetir jî (bnr: hestîyê gûzekê) ya pîyê min, tilîyê destê min, enîşka min û hestîyê sûretê min dixistin.

Dûwarê oda min bi xwîna wana da (xwîna wan bêbavan jî nebû xwîna min a ku dimêtin ew bû) mabû * qey te yê bigota dîwarên oda bi qelwmeke sor va nikil nikilî kiribûn *



tişta ku herî zêde îmana min serê min derdixist jî vizze viza wan bû. Yaw dihatin li ber gûhe min "vizzzzz" min digot yaw arqadaş de tê min gez bikî bike! ev çi viizze viz e.

paşê ez hîn bûm ew vizze viz jî dengê bazikên wan e



êja dermanê mêşan jî waba nikaribû yaww.

Min ewqas dermanê mêşa vala dikir sê çar caran ez pê serxoş bûm lê tu tişte wana nedihat.



wanê bêxayî!

neyse xwedêkirî ez wana xelas bûm. (bnr: can qûrbana mormorkên kurdistanê be) *



22.09.2016 00:47 ~00:50 | bûtîmar

5. pirahî li cîhê avzêmî hene, di mêwên tirîde jî hene, hetanî bibe divê meriv mêwa li nêvzî malê daneyne an divê meriv ji niyana wan gazina neke..



22.09.2016 23:09 | shorbevan

6. (bnr: șandelîk)



16.12.2016 00:45 | gumgumok

7. heyînên ku mirov dîn dike.



16.01.2018 11:53 ~11:53 | kurdokercewsî

8. ji bîhna nane hez nakin
izopropîl, sirke û rûnê dara çayê li hev bixî berî hundir bidî, çend rojek wêde nayên



27.05.2020 22:44 | afa

9. Havîn hat û dîsa demsala wan e.Ji ne paqijiyê hez dikin , bêhna gorên qirêj pirr hez dikin.Ji xwîna min jî pirr hez dikin (A rh +).lê ji xwîna hin kesan jî aciz in.
Pirr ji wan aciz im , riyên wan de ez bûm kujer yaw.Pirr dilê min li hev dixin.Bê rûmet in , ne tenê xwîna min, xwîna her kesî dixwin. wek dagirkerê kurdistanê ne hema.



27.05.2020 22:56 | brzn

10. Gava ku mirovek bajarî dihat gund wextê razanê hemû kermêşên me li dora wî kom dibûn * êdî goştê laşê bajariyan zirav bû xwîna wan şêrîn bû nizanim çi sedem bû * lê ev şev me bi xêra wan bi rehetî serê sibê dianî *



27.05.2020 23:13 ~23:25 | kajav

11. (bnr: kelmêş)



28.05.2020 14:15 | xabûrî

12. Qayyuma batmanê xwedê jê nerazî be bajêr baş derman nake..îdî xwestî dike an kês jêre nabêje nizanim..lê em perîşan bun



28.05.2020 19:23 | xeletnivîs

13. Topa ûris li wan bikeve yek nemînin
Mala mirov xira dikin, tu tama xewê namîne



10.07.2020 23:09 | afa

14. Telaqê wan nim xwînxwaran bi me re xwîn nehîştin.
Dest ji min nakin ji ber wan serê min diêşe
Ne dihêlin em rakevin ne dihêlin em tiştek bikin.



11.07.2020 15:05 | nivîskarê gêj

15. Çar darên me yên nû çandî hebûn heta min ew av dan xwîn di canê min de nehiştin. Agir bi mala wan bikeve erê welleh. Min pî, mil û destên xwe cihên tazî şil kirin îja xwe li tîşort û şalikê min danîn malmîratna.



11.07.2020 20:37 | xabûrî

16. Ajalên di ajaltiyêde li asta herî bilindin,ajalên heqê ajaltiya xwe lixwe helaldikin.. min îsal çêrî wan nekiribû divê kurmê xwe bişkênim, stres û heyfa betlandina xwe di wande derxim ez di (bnr: ribik)a tiştê diya dindar û ne dîndar,.. û alim û zalimê wan bi heb heb..
Qebraxa dibê qey ew mêşa me qubale girtine bi vardiye dixebitin.. van rojên havînê me kurmî kirin û li me heramkirine, rihetiyek tune ji destê wan..



12.07.2020 22:31 | shorbevan

17. hîn jî vizeviza wan e. Vê mehê min bixwe ji dehê zêdetir kuştiye. Kî bêje tekamul nîne, bila dêhna xwe bide Ka çawa ev ker layê keran vê sir û seqemê de dikevin malan.



22.11.2021 02:44 ~13:36 | tizbîkêş

18. mixmixk ango mixmix jî tê gotin li herêma serhedê.Lê min ev peyv ji yekî ezerîyekî ku li îran dijî bihîst.Digot em jî dibêjin maxmax : )



22.11.2021 18:09 | brzn

19. Dibe ku di nav ajalan de yê ne lezimtirîn be. Kêmasiya wê ne zirarê dide ekolojîyê ne jî başî. Ger kermêş bi temamî ji holê rabe, hin ajalên ku xwe bi kermêşan têr dikin wê kêşeya xwarinê bikşînin lê piştî cihekî wê ji xwe re zindî û xwarinên nû bibînin. Yanî wisa jî dikarim bibêjim, ti zindiyek tuneye ku bi kermêşan têr bibe. Ji bo wê di pergala ekolojîyê de wê zirarek zêde çênebe.

Kermêş Ji bo mirovan ajalekî gelek talûke ye. Nabe sedema varyûs û nexweşîyan lê gelek zindiyên dibin sedema varyûsan an nexweşiyan bi xwe re digerînin. Ango zindiyên ku nexweşiyê dikin bi xwe digerînin. Wekî nexweşiya zerikî, varyûsa zika, lerzeta(sıtma). Şaşîyek di nav mirovan de heye. Mirov diramin ku sedema hin varyûsan kermêş e. Heya niha nehatiye dîtin ku kermêş bûye sedema varyûsekî.

Dixwazim di derbarê zerikî (bi tirkî: sarı huma virüsü) behsa tiştekî bikim. Ger rojekê hûn biçin Efrîkayê, divê vaksîna zerikîyê li xwe bixin. Tiştek gelek balkêş heye, reşik ti car bi vê êşê nakevin. Ji ber ku di Zayînê de bexşandîne. Ango di ji çêbûna wan ve antikorên wan ên li dij zerikiyê hene.



22.11.2021 19:18 ~21:45 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» kermêş

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî