Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
êşa piştê - tirşik
êşa piştê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. êşeke gelekî pîs û ne'alet e. ev çend roj e, nahêle bi te'ama devê xwe dersên xwe bişûxlim. hema piştî rûniştina 7-8 se'ata destpê êşîn dike û hek ez tênekevim nav nivînê xwe, rûdine li ser hilma min. bi ser de ev rojên germ...



(bnr: peyvên ku ji erebî ketiye kurdî)* *



20.05.2014 10:53 | biruya hayao miyazaki

2. êşa piştê carinan ji karê giran û carinan jî ji teraliyê ye. wekÎ din jî cureyên êşa piştê heye. Lê ya herî dijwar ya berÎ xebata dersan e...



20.05.2014 11:50 | dil-tesne

3. carinan ji ber nivîsandina bernameyan a bi saetan derdikeve holê*



20.05.2014 11:56 | mergehez

4. piştî 6 salan heman hîs û fikir di hişê min de ne. du roj berê li salona sporê piştî rakirina halterê êşek biçûk ket pişta min. (cara pêşîn bû, min dest bi 50kîlo kiribû) êvarî êş zêde bû û do êvarî sebra min nehat. sibê zû rabûm çûm acîlê. çi çûn... bi kaşkirinê çûm. derziya êşbirê li min xistin. niha êşa wî kêmtir bû lê hîn dewam e. ditirsim piştî bandora derziyê xelas bibe, ew ê dîsa zorê bide min :(

min bi ax û ofan, bi tevdana santîm û santîm bi giranî xwe li ser sedyeyê dirêj kir. wê xortek derzî li min bixistaya. min kulêmeka xwe vekir. rabu nîvê qûna min vekir, kir tazî. towbe...xwedê li jor destê wî sivik bû, lê îlac giran bû. çawa derzî ji canê min derxist êş ket cihê wê. ji min dûr ket û got tu dikarî derkevî. min bi bêhntengî got, ji xwe ji ber êşa piştê nikarîbûm tev bidim, bi vê derziyê temam bû. got, tu dikarî çend deqe bisekinî, bangî hevalê te bikim? Min got, ne hewce ye qûna min bibîne û em keniyan. hat, xwedê jê razî, baxsir û pantor kişand lê wele xwe gêzirand asdfgh û li qûna min neriya, bîst sanîye belkî. asoxî min got, "erê qûna min xweş e lê ..." û em keniyan. di carekê de kişand û got, xwedê şîfa bide. di vî halî de vî qejmerî çi bianiya serê min towbe estaxfiruala asdfgf *



02.02.2020 16:22 ~16:22 | biruya hayao miyazaki

5. êşekî pîs e.
hema bêje her mirovî, di emrê xwe de demekê êşa piştê dikşîne.

lê sedema hemûyan ne fetq e. piştî ku mr ev qas berbelav bû, her kesê ku pişta wî diêşe baz dide mr'a xwe digire. ew fetqên ku belkî 20 sal in hene lê gelek biçûk in û tu zirara wan tune ne, derdikevin holê.
aha dû re herkes dibe nexweşê fetqê.
ev yek a duduyê meniskûs. hema bêje herkes bûye nexweşê fetq û meniskûs'ê saxiya serê mr'an.



03.02.2020 00:03 | brusk56

6. êşa ku heta neyê serê mirov ti kes alaqê xwe pê nayîne. gelek caran nîşanî nexweşiyekî mezin nade lê belê dikare hem bi hilkirina firaxên giran hem jî tenê bi rûniştinê derkeve hole. ya teqez ew e ku mirov postura xwe needilêne dawîya rê fitiqa piştê ye.



23.05.2021 13:52 ~13:52 | hueyn

7. Bi piranî ji hilgirtina barê giran tê serê min an jî dema demeke dirêj karê malê nakim wek ku laş neelimiyê wî karî pê re zêde diweste û roja din bi êşa piştê şiyar dibe

Çend roj berê min hewl da ku galonekî Avê yê ji 50 kîloyî bêhtir hilbigrim bavê min go giranê wê pişta te biêşê lê min wek xwe kir, encam: ev heftiyeke pişta min diêşêಥ_ಥ



23.05.2021 15:06 | merwano

8. ev hefteyek e bela xwe dide min. ne dihêle razêm ne jî dihêle rûnim. jixwe herî kêm salê carek tê bela xwe dide, kêfa min direvîne û xatira xwe ji min dixwaze malmîrat.



01.10.2023 13:58 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» êşa qirikê
» piştê guhertoka dengdayînê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî